HPG'ê li ser çalakiya li Hatayê û operasyonê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya 26'ê Sibatê ya li navçeya Hassa ya Hatayê û operasyona piştî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate ragihandin, gerîlayê bi nasnav Bedran Çekdar 27'ê Sibatê şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 26'ê Sibatê hêzên me saet 18:20'an li mintiqeya Yolçati ya navçeya Hassa ya Hatayê li ser rêya bejahî ya E-5, li dijî konvoyeke ji wesayitên zirxî yên artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Gule li hemû wesayitên di konvoyê de hate reşandin û di encamê de panzerek hate îmhakirin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

27'ê Sibatê, artêşa TC a dagirker li herêmê dest bi operasyonekê kir. Heman rojê saet 14:30'î, di navbera yekîneyeke me ya gerîla û hêzên dagirker de şer qewimî. Hejmara leşkerên di vî şerî de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Hevalê me Bedran ku bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kir şehîd bû. Operasyona li herêmê dewam dike.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Bedran Çekdar
Nav paşnav: Haci Aydin
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Bêrîvan-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Sibata 2018 / Hatay

Hevrêyê me Bedran Çekdar li Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Li dijî konsepta tinekirinê ya ku li çiya û bajarên Kurdistanê li dijî gel û tevgera me tê meşandin tevlî nava refên gerîla bû. Bi şiyara 'Kurdistana azad û Rêberê azad' bi hêviyeke mezin tevlî nava refênt êkoşînê bû. bi hevrêtî û dilsoziya xwe ya bi gelê Kurdistanê re bû mînakek ji derdora xwe re.

Em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Bedran re sersaxiyê dixwazin û dibêjin ku em ê şerê xwe yê azadiyê bi ser bixînin. Soza me ya herî watedar a ji bo şehîdan ew e ku em ê sekna wan a milîtanê Apoyî bidomînin û şopdarê wan bin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 28'ê Sibatê bombe li quntarên girên Kanîreşê û Siro yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê barandin."