HPG'ê li ser çalakiya li Şemzînanê agahî da

HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiya 6'ê Kanûnê ya li Şemzînanê agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyê ev agahî da:

"6'ê Kanûnê saet di 13:30 de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Tepê Xwedê yê li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Ev çalakî li dijî çeper, kon û konteynirên hêzên dijmin ên li ser gir hate kirin û derb li 2 konteyniran hate xistin. Hejmara leşkerên dijmin ên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li herêmê reşandin."