HPG’ê li Colemêrgê li konvoya leşkerî da: 33 leşker mirin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li konvoya wesayîtên zirxî ya leşkerî da, herî kêm 33 leşker hatin kuştin. Li gel çalakiyên din ên li cihên cuha hatî kirin herî kêm 39 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên bibandor ên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Gever, Çelê yên Colemêrg, navçeya Qilaban a Şirnex, dîsa navçeya Qislê ya Dersimê daxuyaniyek da.

Yek ji çalakiya ku dewleta Tirk herî zêde têde kuştî da çalakiya ku gerîlayan li Çelê pêk anî bû. Di çalakiya konvoye wesayîtên leşkerî de herî kêm 33 leşker hatin kuştin.

HPG’’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di encama çalakiyan de gelek leşkerên dijmin mirin. Li gorî vê yekê;

LI DIJÎ KONVOYA LEŞKERÎ YA JI 30 WESAYÎTAN PÊK DIHAT ÇALAKÎ

Roja 21'ê Hezîranê saet 00:50'î, hêzên me li nêzî gundê Çemê Bedelê li dijî konvoyeke artêşa TC a dagirker ku ji 30 wesayitên zirxî pêk dihat û berê xwe li navçeya Çelê ya Colemêrgê bû çalakiyek kirin. Ji 2 baskan ve li hemû wesayitên di konvoya dijmin de bûn hate reşandin û di encamê de wesayiteke bi tîpa ejder û 2 wesayitên bi tîpa kîrpî yên zirxî bi temamî hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 33 leşkerên dijmin hatin kuştin. Beşek ji konvoya dijmin piştî çalakiyê neçar ma li Colemêgê vegere. Beşek jî li cihê çalakiyê sekinî. Artêşa TC a dagirker piştî derba li konvoyê hate xistin, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov bi gelek helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra, gule û bombe li herêmê barandin.

DI ÇALAKIYA SABOTAJÊ DE 2 LEŞKERÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Sibeha heman rojê saet 5'an artêşa TC a dagirker bi desteka tankekê, wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder û 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kobra li herêmê dest bi operasyonê kir. Li dijî tîmên taybet ên li herêmê digeriyan, hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 tîmên taybet ên yekîneya dijmin hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker a ji herêmê vekişiya, bi çekên giran û bombeyan li derdorê reşand. Di dema bomberdûmanê de hêzên dagirker bi gelek ambûlansan termên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.

LI ÇELÊ LI ÇEPER Û KOZIKAN HATIN XISTIN

21'ê Hezîranê saet 17'an, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Merganiş ê li navçeya Çelê bûn, çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

LI GEVERÊ WESAYÎTA LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN, 3 LEŞKER MIRIN

20'ê Hezîranê saet 10:15'an li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ya artêşa TC a dagirker ku ji girê Elîşêr ê navçeya Geverê ber bi qada Dola Heydaran a Ertûşê ve diçû, hêzên me çalakiyek kirin. Ji nêz ve derbên giran li wesayita dijmin hate xistin û wesayit hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 17:00 bi rengekî bê encam operasyon qediya.

ŞIRNEX

20'ê Hezîranê saet 14:00 hêzên me li dijî qereqola Sînekê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li qadên Bektorya, Dola Silê û qada Hestiya yên herêma Heftanînê barand.

DERSIM

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 21'ê Hezîranê saet 7'an li mintiqeya Şehîd Delîl a navçeya Qisle ya Dersimê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker ku kemîn datanî, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 20 û 21'ê Hezîranê êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li gorî vê yekê;

20'ê Hezîranê saet navbera 11:00 - 12:00 qada Dola Silê ya herêma Heftanînê, 21'ê Hezîranê saet navbera 16:00-18:00 girê Şekîf ê herêma Xakurkê hatin bombekirin. Di vê êrîşa artêşa TC a dagirker de tiştek bi hêzên me nehat."