HPG’ê hişyariya ‘karên kontrayî’ yên li Geverê kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk li Geverê karên kontrayî dike û banga bihistyariyê li gel kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser nûçeyên derew ên ku ‘medyaya şerê taybet’ a rejîma AKP’ê dike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di rojên dawîn de medyaya şerê taybet a AKP’ê diyar dike ku wan kiryarên teqîna di 31’ê Tîrmeha 2018’an de ya li baregeha Sûsakê ya Gevera Colemêrgê girtine ya ku di vê teqînê de Nûrcan Karakaya û zaroka wê miribûn. Navê kesên hatine girtin tê dayîn û di çarçoveya şerê taybet de nûçeyên derew tê çêkirin.

Kesên bi navê Azad Zinar (Metîn Daşdemîr), Rojevîn Azê Korkmaz (Evîn Sevîm) û Serhildan Gever (Yavûz Bozkûrt) di 27’ê Îlona 2018’an de îxanet li gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kirine û teslîmî hêzên dijmin bûne. Ev kes bi dijmin re dixebitin û li Geverê karên kontrayî kirine.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya şerê taybet diyar dike ku ev kes hatine girtin û ev kes kiryarên dayik û zarokê ne, yên ku di teqînê de miribûn. Divê gelê me yê Geverê li hemberî van kesên kontra bihistyar bin”

LI MÊRDÎNÊ DU GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Mehsertêya Mêrdînê di 8’ê Gulanê de şer çêbûye û di van şeran de du gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de derbarê şerê li Mêrdînê ev tişt hate diyarkirin:

“Di 8’ê Gulanê de yekîneyeke me li qada Çalê ya Mehsertêya Mêrdînê li ser peywirê bû, rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî vî şerî hêzê me li qada Tehnavê jî ketine şer. Di vî şerî de gelek hêzên dijmin hatine kuştin û 2 rêhevalên me heta fîşekên xwe yên dawîn şer kirine û şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre werin ragihandin.”

LI ÇELÊ LI QEREQOLÊ HATE XISTIN

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Çelê li qereqolê dane û ev agahî belav kir

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 12’ê Gulanê saet di 08.00’an de li dijî qereqola Şikêr a Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me bi awayekî xurt li nîzamiye û çeperên qereqolê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 12’ê Gulanê saet di 21.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qada Tepê Sor a Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.  Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”