HPG'ê hevrêyê xwe Azad Avşîn bi rêzdarî bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, ji bo gerîla Azad Avşîn ê par şehîd bû peyameke sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Di encama êrîşa bi balafirên şer a artêşa TC a dagirker de, ku Sibata 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, hevalê me Azad Avşîn şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd bû, wiha ye:

Nasnav: Azad Avşîn
Nav paşnav: Arjîn Demîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ferîde-Mehmet Saît
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Heval Azad Avşîn li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û gelekî zû têkoşîna azadiyê nas kir. Di demekê de ku dewleta TC a faşîst êrîşên xwe yên li dijî tevger û gelê me zêde kir, tevlî nava têkoşînê bû. Hevalê me Azad ku bi kevneşopiya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî jiya, piştî ku beşdarî nava refên partiyê bû bi fedakarî tevgeriya û tevlî bû. Li her herêma kar, hewl da bibe milîtanekî baş ê partiya me. Êşên giran ên gelê Kurdistanê kişandî dît û bi vê têgihiştinê cihê xwe li nava refên azadiyê girt. Heval Azad heta kêliya adwiyê jî ji bo azadiyê têkoşiya.

Ji ber şehadeta wî em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hevalê xwe Azad û ji tevahiya gelê welatparêz re dixwazin. Em soza jiyana bi Rêberê azad a li welatê azad re, ku dane şehîdên xwe, careke din dubare dikin."