HPG'ê gerîla Helgûrt Merîwan bi bîr anî

HPG'ê gerîla Helgûrt ê di 7'ê Nîsana 2019'an de li herêma Bestayê şehîd bû bi bîr anî û destnîşan kir ku wê mîrateya wan a têkoşînê bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 7'ê Nîsana 2019'an de li qada Şehîd Diyana ya herêma Besta ya Şirnexê ji ber operasyonê şer derket û di encamê de hevrêyê me Helgûrt (Nakaroz Suphanî) şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Helgûrt ê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Helgûrt Merîwan

Nav paşnav: Nakaroz Suphanî

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Fatma-Salah

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Nîsana 2019'an / Besta

Hevrêyê me Helgûrt li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû û mîna her Kurdekî sûcên li dijî mirovahiyê yên hêzên dagirker ên li dijî gelê Kurd dike ji nêz ve dît. Li dijî polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên rejîmên faşîst ên li djî gelê Kurd hîn di temenê ciwantiyê de berê xwe da qadên têkoşîn û berxwedanê. Bi baweriya ku yekane qada têkoşînê ya ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê çiyayên Kurdistanê û îdeolojiya Rêber Apo ye, heta kêliya ku şehîd bibe bi ruhê fedayî di asta herî bilind de têkoşiya.

Hevrê Helgûrt li her qada ku lê wezîfe kir bi kedkarî û pêşengiya xwe dihate naskirin û bi moraleke mezin nêzî her wezîfe û çalakiyê bû. Ji Zagrosan heta Botanê li gelek qadên têkoşînê bi baweriyeke mezin wezîfeyên xwe pêk anî. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Helgûrt em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."