HPG'ê encama çalakiya li Lêlîkanê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya 10'ê Gulanê ya li Lêlîkanê daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya 10'ê Gulanê de li Lêlîkanê 19 leşkerên Tirk hatine kuştin, 8 leşker jî birîndar bûne. HPG'ê ragihand, li Çelê jî 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, 10'ê Gulanê saet 09:50'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyeke berfireh kirin. Ji 10 aliyan ve derbên giran li kozik, stargeh û konên dijmin ên li ser gir hate xistin û di encamê de 9 çeperên dijmin hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, 19 leşkerên dijmin hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û balafirên şer bombe li herêmê barand. Artêşa TC a dagirker ji danê êvarê heta ber destê sibehê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky termên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.

9'ê Gulanê saet 17:20'î, hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li dijmin hatin xistin, 2 çeper hatin rûxandin û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."