HPG'ê du gerîlayên ku li Xelfetî şehîd bûn bi bîr anî

Nnavenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ên ku 18'ê Gulana 2019'an li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku 18'ê Gulanê li gundê Derto yê Xalfetî di şer de şehîd bûne ragihand û got, gerîlayên şehîd bûne Mesût Tutkal ê bi navê kod Laşer Çewlik û Mehmet Uluca ê bi navê kod Tohildan Dîrok e.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

"18'ê Gulana 2019'an li gundê Derto yê navçeya Xalfetî ya Rihayê artêşa TC'ê ya dagirker qedexeya derketina derve ragihand, dijûn li hemû gundiyan kirin û êşkenceya giran li gundiyan hate kirin. Eynî rojê, di navbeyna 2 hevalên me de, yên ku li qada ku gund lê heye li ser peywirê bûn û artêşa TC'ê ya dagirker de heta derengiya şevê şerekî giran derketiye. Di vî şerî de yek jê alîkarê komîsorê POH'ê, 2 tîmên taybet hatine kuştin, 2 jê jî birîndar bûne. Rojekê,li gel hemû êrîşên giran ên dagirkeran jî, bi derfetên kêm ên berdest ketine kozikan û derbên giran li dagirkeran dan. Hevrêyên me Laşer (Mesût Tutkal) û Tolhildan (Mehmet Uluca) tevlî nav karwanên şehîdên nemir bûn. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Laşer Çewlîk
Nav û Paşnav: Mesût Tûtkal
Doğum Yeri: Çewlîk
Navê Dayik - Bav: Şefîka – Siddik
Cih û Demê Şehadetê: Xelfetî /18’ê Gulana 2019’an

Laşer – Mesût Tûtkal

Nasnav: Tolhildan Dîrok
Nav û Paşnav: Mehmet Ûlûca
Doğum Yeri: Riha
Navê Dayik - Bav: Hazal – Salîh
Cih û Demê Şehadetê: Xelfetî /18’ê Gulana 2019’an

Tolhildan – Mehmet Ûlûca

Hevrêyê me Laşer 1991'ê li Çewlikê li derdoreke welatparêz jidayik bûye. Hevrêyê me Laşer ku hê di temenê ciwan de lîstîkên gemarî yên dewleta TC'ê ya dagirker a li ser xaka ku lê bûyî dîtî, li dijî konsepta înkar û îmhayê ya li ser gelê Kurd û tevgera wê 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrê Laşer ku ji roja tevlî nav gerîla bûyî ketî nav pratîteke zêde, di demeke kurt de bûye gerîlayekî mînak. Hevrê Laşer ku kirin û gotina wî yek bû, peywir û berpirsyariyên ku ketine ser wî bêkamasî bi cih anîne. Bi fedekarî, coşî û jidilbûna xwe kiriye ku hemû hevrêyên wî hijê bikin. Hevrêyê me Laşer ku îdeolojiya Rêbertî ji dil serifandî, herî dawî li Xalfetî ku li ser peywirê bû, bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

Hevrêyê me Tolhildan 1995'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Tolhildan ku li xakên berxwedan û lehengiyê li Pirsûsê hatî dinê, 2017'an ku dewleta TC'ê ya mêtinger êrîşa giştî anî ser gelê Kurd tevlî nav refên azadiyê bûye. Hevrêyê me Tolhildan, li hemû qadên ku lê kar kirî bi jidilî û fedekarî kar kiriye. Hevrê Tolhildan ku bi kedkariya xwe hatî nasîn, bi jidiliyeke temam nêzîktêdayin li peywirên serdemê kiriye û bi rengekî serkeftî bi cih aniye. Heval Tolhildan li dijî şerê qirkirinê ku dijmin dixwest li Kurdistanê bike, têkoşîneke çalak kiriye û heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me şer kiriye.

Hevrê Laşer û Tolhildan heta bi guleya xwe ya dawî şer kirine, teslîmbûn qebûl nekirine û bûne navê berxwedana fedayî. Her du hevalên me jî, bi hişmendiya roja şehîdbûnê ya hevrê Şehîd Hakî Karer 18'ê Gulanê, bi dirûşma, ''Teslîmbûn dibe îxanet, berxwedan dibe serfiraziyê'' li dijî dijmin berxwedaniyeke dîrokî nîşan dane û derbên giran li dijmin dane. Di çi şertî de dibin bila bibin hevrêyên me yên leheng bûne xwedî helwesteke şoreşger.

Berxwedana hevrêyên me ji me re dibine peyam, helwest û berxwedaneke şayanî Xelfetî û wê herêmê ye. Hem helwesta du hevrêyên me yên ku bi fedayî li ber xwe dane û hem jî ya gelê me yê ku li ber xwe dayî xwedî mane û nirxekî mezin e. Divê her kes zanibe ku em ê bîranînên şehîdên xwe bidin jiyîn, li dijî êşkenceyên li ser gelê xwe bersiva hewce zû dereng em ê bidin. Ti sûcê li dijî gelê Kurd û nirxên gelê Kurd bêbersiv namîne.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Laşker û Tolhildan ên şehîd, serî tevahiya gelê Kurd ê welatparêz sax be, em soz didin mîrata têkoşînê ku şehîdên me ji me re hiştine serfiraz bikin.