HPG'ê dîmenê çalakiya li Kato Xelîla weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Kato Xelîla weşand, ku di encamê de 13 leşker û kontra hatibû kuştin û 2 leşker jî birîndar bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Artêşa TC a dagirker bi biharê re li ser girê Çelê Buka yê li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi çêkirina qereqoleke nû kir. Hêzên dagirker bi yekîneyên ji kontra û leşkeran hewl didin ku rêyên ber bi qereqolê ve ewle bikin. Hêzên me ev yekîneyên dijmin demeke dirêj şopand, kontrol kir û piştre di 8'ê Hezîranê de saet 18:00 di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî wesayiteke bi tîpa transît a dagirker dibir herêmê çalakiya sabotajê kirin. Çalakî li dijî vê wesayitê hate kirin ku kontra û leşker tê de bûn. Di encamê de wesayît bi temamî îmha bû, 13 leşker-kontra hatin kuştin û 2 leşkerên dijmin jî birîndar bûn."