HPG’ê derbên giran li artêşa Tirk xist

HPG’ê li Barzan, Çelê û Rîsorê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist û diyar kir ku bi kêmanî 24 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên du rojên dawîn daxuyanî da.

Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê wisa ye:

LI HERÊMA BARZAN 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 10 û 11’ê Gulanê de li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakiyên berfireh li dar xistiye û gelek leşker kuştine.

Hêzên me di 11’ê Gulanê saet di 06.30’an de li Qada Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 2 aliyan ve li çeperên dijmin dane û 3 çeper îmha kirine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTİN

Hêzên me di heman rojê de di destê sibehê de li dijî dagirkerên li Girê Xeregolê yê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI XEREGOLÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di heman rojê de saet di 16.00’an de cara duduyan li Girê Xeregolê dane. Hêzên me ji 4 aliyan ve li gir dane û stargeheke dijmin îmha kiriye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

LI ÇELÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 10’ê Gulanê de saet di 15.00’an de hêzên me li Qada Deştanê ya Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 4 aliyan ve li dijmin dane û 2 çeper îmha kirine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

LI ŞIRNEXÊ YEK JÊ SERBAZ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 10’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Deriyê Beroj ê herêma Rîsorê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de li dijî yekîneyên dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê yekîneyê de yek jê serbaz 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.”