HPG'ê daxuyaniyeke xwe sererast kir
HPG'ê li ser nasnameya gerîlayên 1'ê Sibatê li Amedê şehîd bûn agahiyên ku beriya niha dabû sererast kir û agahiyên nû da.
HPG'ê li ser nasnameya gerîlayên 1'ê Sibatê li Amedê şehîd bûn agahiyên ku beriya niha dabû sererast kir û agahiyên nû da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniya xwe ya li ser gerîla Veli Taşkıran ku beriya niha gotibû 1'ê Sibatê li Amedê şehîd bûye, sererast kir. HPG'ê diyar kir, Taşkıran şehîd nebûye û li ser mijarê daxuyaniyeke nû da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Di daxuyaniya 6'ê Sibatê de me ragihandibû, ku 1'ê Sibatê li cihekî navbera gundên Biryas û Kele yên herêma Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê, komek ji hevalên me yên bi erka xwe rabûn di şerê dijî artêşa TC a dagirker de şehîd bû. Li gorî agahiyên ku piştre zelal bûn, hevalê me Botan Farqîn (Veli Taşkıran) şehîd nebûye û li nava yekîneya xwe bi erk û wezîfeya xwe radibe. Di vî şerî de tevî heval Eylül, hevrêyên me Pirdoğan (Recep Kaya) û Rênas (İsrafil Dursun) şehîd bûn. Ji ber vê şaşitiya ku ji ber şert û mercên şer rû da, em ji malbata hêja ya Taşkıran û gelê xwe yê welatparêz lêborînê dixwazin."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên di wî şerî de şehîd bûn wiha ye:
Nasnav: Pirdoğan Mîrza |
Nasnav: Rênas Serhat |