HPG’ê çapemeniya şerê taybet a Tirk li derewê qeliband

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku medyaya şerê taybet a Tirk gotiye, 4 hevalên wan şehîd bûne lê ev ne rast e û hevalên wan bi sax û silamet gihaştine cihên xwe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û bersivên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

1’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Dizê ya Colemêrgê bi desteka balafirên bê mirov ÎHA’yan operasyonek daye destpêkirin. Saet 10.30’an balafirên şer ên hêzên dagirkeran gelek bombe bi ser qadê de berdan, piştî bi demeke kurt helîkoptêrên êrîşê yên kobrayan qad bombe kirine. Hêzên dijmin ku teknîk zêde bi kar anîn, piştî bombekirinê bi 13 helîkoptêrên bi tîpa skorskyê leşker danîne qadê. Leşkerên dijmin ku ketin qadê bûne hedefa hêzêne me û şer dest pê kiriye. Di şer de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne nayê zanîn. Medyaya şerê taybet bi nûçeyên derew gotiye 4 hevalên me şehîd bûne. Hêzên me ku di operasyonê de derbên giran li dijmin xistine bi sax û silamet hatine cihên xwe.

4’ê Îlonê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bi mebesta ku li qada Gundê Filehan a bi ser herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê de şewatê derxîne di navbera saet 12.00- 13.30’an de gelek bombe avêtine qadê.

3’yê Îlonê saet 15.30’an û 4’ê Îlonê saet 09.40’an artêşa TC’ê ya dagirger girê Sîro yê Şemzînanê ya Colemêrgê daye ber obûs û hawanan. Di encama êrîşa dijmin de şewat derketiye.