HPG’ê, çalakiya li dijî Qeymaqamê Hewêlê girt ser xwe
HPG’ê, çalakiya li dijî Qeymeqamê Hewêlê pêk hatî girt ser xwe.
HPG’ê, çalakiya li dijî Qeymeqamê Hewêlê pêk hatî girt ser xwe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku li dijî Qeymeqamê navçeya Hewêl a Sêrtê çalakiyek lidar xistine.
Di daxuyaniya HPG’ê de, têkildarî çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Agiriyê jî hatine lidarxistin agahî hatin dayîn.
Her wiha di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî ku li Amedê jî şehîd bibû hate eşkerekirin.
Daxuyaniya li ser malpera fermî ya HPG’ê wiha ye:
LI DIJÎ QEYMEQAM ÇALAKÎ
“7’ê Tîrmehê saet 08:00’an hêzên me li dijî qeymeqamê navçeya Hewêl a Sêrtê û hêzên mêtînger ên parastina wî dikirin li nêzî Qereqola Erbo çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîtekî ku parastina qeymeqam dikir bi temamî hate rûxandin, wesayîta qeymeqam jî hate derbkirin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên Tirk nehate zelalkirin.
LI AGIRIYÊ ÇALAKÎ
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk li devera Qêderçavûş a li herêma Gilîdag a girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê xistin di bin kontrola xwe de. Ev yekîneya ku demek dirêj xistin di bin kontrola xwe de 7’ê Tîrmehê saet 19:00’an hêzên me ew kirin hedef û lêxistin. Di vê çalakiya bi awayekî xurt çeper kirin hedef de, çeperekî dijmin hate rûxandin û 2 leşkerên li nav hatin kuştin. Leşkerên ku çeper hêlan û revîn jî bûn hedefa hêzên me û di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de li vir jî 2 leşker hatin kuştin.
LI AMEDÊ KEMÎN
Hêzên artêşa Tirk li derdorî gundên Tilîtîn, Kokanê û Zengilenê yên girêdayî navçeya Hênê û gundê Şaklat ên girêdayî navçeya Karaz a Amedê kemînan datînin.
GERÎLAYÊ KU LI AMEDÊ ŞEHÎD KETÎ
Me di 3’yê Tîrmehê de daxuyaniyek dabû û têde diyar kiribû ku 30’ê Hezîranê hêzên artêşa Tirk a dagirker li devara Gundê Bejiknê a girêdayî navçeya Lice ya Amedê dest bi operasyonekê kiriy. Hevrêyê me Amed bi awayekî fedayî bi ser hêzên dijmin de çûye û şer kiriye, ji bo ku bi saxî nekeve destê hêzên dijimin bombeya xwe li ser xwe diteqîne û şehîd dikeve.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:
Nasnav: Amed Zîlan
Nav û Paşnav: Sadik Altûn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Lîveze-Hadî
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/1’ê Tîrmeha 2017