HPG'ê bîlançoya şer eşkere kir: 147 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bîlançoya şerê 10 rojan eşkere kir. Li gorî vê yekê gerîlayan 116 çalakî kirin, 147 dagirker ceza kirin, derb li 6 helîkopter û 2 droneyan xistin, bi dehan kozik îmha kirin. Di çalakiyan de 6 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer ê navbera 23'ê Nîsanê û 3'ê Gulanê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye

"Dewleta Tirk a qirker mêtinger û serkêşê wê; navenda faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê dest ji armanca xwe ya dagirkirina Kurdistan û Rojhilata Navîn bernade, li pey avakirina hegemonya xwe ye. Dixwaze gav bi gav Kurdistanê dagir bike, bi vî rengî Kurdên Azad ji holê rake, PKK'ê tasfiye bike û bi vî rengî gelê Kurd bi temamî teslîm bigire û Qirkirina Kurd temam bike.

Di plana qirkirina gelê me de zêdegaviyeke din kir û ji bo xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike şeva 23'ê Nîsanê li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir. Lê belê ev êrişên dagirkeriyê li bin guhê çeperên berxwedanê yên lehengiya gerîlayên HPG û YJA Starê ket, hîn ji roja destpêkê ve hatin pûçirin û bi ç alakiyên xurt derbên herî giran li dagirkeran hatin xistin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne tenê di pozîsyona parastinê de man, bi rengekî çalak dest bi êrişê kirin û ji bo serxistina pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi navê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê pêngavên şoreşger dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de ji 23'ê Nîsanê heta 3'ê Gulanê di nava 10 rojan de hêzên me bi performansa şer, bi wêrekiya mezin, bi biryardariya berxwedanê, bi ruhê bilind ê êrişê çalakî kirin, bi taktîkên dewlemend û hostatiya şer a ku êrişên dijmin hemû pûç kirin, ji bo nîşandana asta Gerîlayên Modernîteya Demokratîk mînakeke balkêş û dîrokî raxistin pêş çavan.

Dewleta Tirk a dagirker di vê hewldana dagirkeriyê de ji leşkerên dagirker ên xwedî perwerdeya taybet heta kûçikan, ji bombardûmana herî giran heta bikaranîn gazên bi jehr û kîmyewî ya bi namerdane, bi her awayî êriş kir lê ti encam bi dest nexist. Li pêş çavên tevahiya cîhanê artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar anî, sûcên şer kir. Yên ku li pêşberî vê bêdeng dimînin û nerazîbûnê nîşan nadin wê li pêşberî dîrokê weke hevparê vî sûcî bên bîranîn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava van 10 rojên şer de li ser bingeha taktîk, perspektîf û xeta gerîla ya serdema nû; ji rêbaza şerê tîm ê bi tevger heta tunelên şer, ji çalakiyên Hêzên Parastina hewayî heta çalakiyên xweberdana nava dijmin, sabotajê, sûîqest û lêdana bi çekên giran, ji çeka termalê heta çalakiyê gerîla yên bi hevdemî û koordîneyî bi tempoyek bilind û lêdaneke tund pratîkek xurt hate nîşandan. Artêşa Tirk ku bi artêşa xwe û derfetên xwe yên şer pesnê xwe dide ku dikare bi dewletan, li Metîna, Avaşîn û Zapê çikiya ye, nekariye bi pêş ve biçe. Artêşa Tirk tevî ku hejmara kuştiyên xwe ji raya giştî vedişêre her şev bi dehan helîkopteran mirî û birîndarên xwe radike. Di heman demê de leşkerên dagirker ên nema dikarin şer bikin cihê wan diguherîne, hêzên nû dixin şûna wan. Rasteqînî û encamgiriya xeta gerîla ya serdema nû ku li Cenga Heftanînê û Serketina Garê gihîşt asteke girîng, bi Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê careke din piştrast bûye.

Di şerê 10 rojan de hevrêyên me Ekîn, Asya, Çiyager, Dilşêr, Delal û Viyan bi rojan li dijî dijmin şer kirin, destanên lehengiyê nivîsandin û pêşengî ji çalakiyan re kirin ku derbên giran li dijminê dagirker xistin. Ev çalakî û pêvajoya şer ku bi taybetî hêzên me yên YJA Starê di asta pêşengiyê de tevlî bûn, îradeya qewîn a jinên Kurd ên azad, dilsoziya bi azadiyê re û biryardariya misogerkirina serketinê radixe pêş çavan. Ev berxwedana ku hêzên me bi ked û fedakariyeke mezin, bi ruhê fedayî yê Apoyî nîşan didin ne tenê wê pêşî li dagirkirina Başûrê Kurdistanê bigire, di heman demê de wê li her derê berxwedanê bilindtir bike, di meşa Rêberê Azad û Kurdistana Azad de encameke mezin bi dest bixe.

Li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî de divê jin û ciwanên Kurdistanê li her derê xwedî li vê berxwedana lehengî ya gerîla derkevin, ruhê fedayî yê Apoyî yê gerîlayan ku li çiyayên Kurdistanê derbên kuştinê li dagirkeran dixe li her gund, kolan, tax û bajarên Kurdistanê belav bikin û pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi ser bixînin.

Ji ber ku hêzên me bi rengê nîv otonom şer dikin agahiyên li ser çalakî û şer carna dereng dikevin. Lê belê di pêvajoya şer de her şehadet, çalakiyên gerîla û pêvajoya şer bi temamî li gorî derfetan tên belgekirin û bi gelê me û raya giştî re heta niha hatine parvekirin, ji niha û pê ve jî wê bi heman hesasiyetê bênparvekirin.

BÎLANÇOYA ŞERÊ 10 ROJAN

Bîlançoya şer a navbera 23'ê Nîsanê û 3'ê Gulanê wiha ye:

Çalakiyên hêzên me

-8 çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal
-Çalakiyeke bi çeka termal
-2 çalakiyên gerîlayan ên bi koordîne û hemwext
-2  çalakiyên ku hêzên me xwe bera nav dijmin dane
- 9 çalakiyên lêdanê
-11 çalakiyên bi çekên giran (Çalakiyên bi Doçka,Hawan û Katyûşayan)
-12 çalakiyên sûîkastê
-33 çalakiyên sabotajê
-37 çalakiyên êrîşê
-Bi giştî gerîlayên me 116 çalakî kirine û 6 hevrêyên me şehîd bûne

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

-Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan caran bi obus, helîkopter û balefiran her roj hatine bomberdûmankirin
-Dijmin xwestiye 34 caran têkeve tunelên şer, hêzên me her carê li wan dane û dijmin tu encam nestendiye.
- 9 caran gazên kîmyewî û jehrî bi kar anîne.
Di encama çalakiyên hêzên me de
-Derb li 2 droneyan hatiye xistin
-Derb li 6 helîkopteran hatiye xistin
-Yek jê fermandarê gir ê raydar, yek jê serbazê pispor ê veterîner ku notirvanê kûçikan e, bi giştî 147 dagirker hatine cezakirin.
-15 dagirker birîndar bûne

Hêzên me ev alavên leşkerî îmha kirine;

-Radarek
-3 kamerayên mobese
-Çekeke A-4
-Bi dehan kozik  û çeper hatine îmhakirin.

Hêzên me ev çek û alavên leşkerî ji ser dijmin rakirine;

-Çekeke MPT
-Çekeke bombeavêj
-Çekeke BKC
-Çekeke B7 (Bîsîvîng)
-Dûrbîneke termal
-Cîhazeke bêtêl (laserk)
-2 dûrbînên çekan”