HPG'ê bîlançoya şer a sala 2017'an eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku hêzên gerîla par 772 çalakî li dar xistin û di encamê de 2.616 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di şer û çalakiyan de 594 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a sala 2017'an eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk a ku li pêşberî pêşketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya li herêmê kete nava panîkê, bi gotinên 'qedandina tevgera Kurd' dest bi sala 2017'an kir.

Navendê diyar kir ku dewleta Tirk li ser vê bingehê bi rengekî bêexlaq êrîşî gel û nirxên gelê Kurd kir û wiha dewam kir: "Dewleta TC ku li çar parçeyên Kurdistanê êrîşî destketiyên gelê Kurd kir, bi hemû derfetên xwe li Kurdistanê şerê dagirkerî û qirkirinê kir. Di nava vî şerî de ku rûmeta mirovan tine hate hesibandin û bi her awayî komkujî li gelê Kurd rewa hate dîtin, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rengekî bê eman li dijî dewleta TC a faşîst berxwedaneke dîrokî nîşan da."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêveberiya dewleta Tirk a bi serkêşiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi îdîaya qedandina gerîlayên azadiyê yên Kurd dest bi sala 2017'an kir, têk çû û got, "Tevî hemû derfet û teknîka wê jî, hêzên me yên gerîla derbên giran li artêşa Tirk xist û serweriya xwe ya di şer de, di nava salê de nîşan da. Artêşa TC ku nikare ji erdê ve li dijî gerîla şer bike, ji hewa ve şer kir û medya AKP'ê jî hewl da van êrîşan weke serketineke gelekî mezin pêşkêşî civakê bike. Tevî ku hewl dan rûyê rast ê şerê li Kurdistanê ji civakê veşêrin jî, rastî eşkere bû û cîhanê tev dît bê leşkerên Tirk li pêşberî gerîla çawa bêçare ne. Dîmenê bi dehan çalakiyên gerîla, belgeya şênber a şer bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê destnîşan kir ku sala 2017'an ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû saleke ji lehengî û berxwedanên mezin û wiha dewam kir: "Di serî de hevrê Delal Amed, hevrêyên me yên leheng Berçem, Gulnaz, Azê, Soro, Salih, Aşût, Taylan, Dîrok, Xalid û Savaş pêşengî ji berxwedana me ya milîtaniya pêşeng a bi ruhê fedayî yê Apoyî re kirin. Berxwedana me ya bi pêşengiya şehîdên me yên leheng hate kirin, pêşî li êrîşên dewleta TC a faşîst girtin, çeperên xwe parast û di şer de bi nûbûnê re zemînê têkoşînê derxist asta herî bilind. Ji ber vê yekê, 2017 bû saleke ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêş ket û li dijî êrîşan bi xurtî li ber xwe da. Ji bo mêtingeriya Tirk jî bû saleke ku negihîşt armancên xwe û li bin ket."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji niha ve tê dîtin ku wê sala 2018'an bibe saleke ji avantaj û destketiyên girîng ên hêzên şoreşger û hat gotin, "Eşkere ye ku şerê li Rojhilata Navîn wê di sala bê de bi şêweyên cuda bidome. Û di vî şerî de wê nîjadperest, neteweperest û dîktator bi ser nekevin. Di vî şerî de wê hêzên xwedî zîhniyeta demokratîk a xwe dispêre civakê û gelan, aliyê ku ji bo çareseriyê pêşniyaran datîne holê be. Di têkoşîna azadiyê de ku em bi danheviya salên bihurî dimeşînin, em ê sala 2018'an bikin sala serketin û azadiyê û têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê."

BÎLANÇOYA ŞERÊ SALEKÊ

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku weke HPG ew ji bo xwe wezîfeya şoreşgerî dibînin ku encamên şerê 2017'an bi raya giştî re par ve bikin û ev agahî li ser bîlançoya şerê 2017'an da:

"Operasyonên bejahî û hewayî yên artêşa TC a dagirker:

Operasyonên bejahî: 253
Êrîşên bi balafiran: 329
Êrîşên bi helîkopterên Kobra: 98
Êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 278

Çalakiyên gerîla yên li dijî êrîşên artêşa TC a dagirker û encamên wan:

Çalakiyên gerîla: 772
Hejmara kuştiyên dijmin (polîs, leşker û hwd.): 2.616
Payebilindên hatin kuştin (polîs, leşker û hwd.): 40
Birîndarên dijmin (polîs, leşker û hwd.): 772
Wesayitên leşkerî yên hatin rûxandin (zirxî): 83
Wesayitên sivîl ên ji bo leşkeriyê hatin bikaranîn û hatin rûxandin: 34
Helîkopterên bi tîpa Skorsky yên hatin xistin: 2
Helîkoptera bi tîpa Kobra ya hate xistin: 1
Wesayitên leşkerî yên derb lê hate xistin (zirxî): 33
Helîkopterên Kobra yên derb li wan hate xistin: 6
Helîkopterên bi tîpa Skorsky yên derb li wan hate xistin: 6
Şerê qewimî: 99
Çalakiyên endamên wan eşkere nebûn: 323
Gerîlayên şehîd bûn: 594
Gerîlayên dîl hatin girtin: 30