HPG'ê li Avaşînê bi xurtî li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt hatine kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyên xurt kirine. Di daxuyaniyê de li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk jî agahî hatin dayin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

29'ê Îlonê saet di 18:30'î de li qada berxwedanê ya Werxelê hêzên me li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên giran hate kirin, hêzên me bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin, xistin.

3'ê Cotmehê saet di 13:00 de li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Mamreşo, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin.

3'ê Cotmehê serê sibehê saet di 07:00 de li Werxelê, êvarê saet di 18:00 de li Mervanosê hêzên me 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di van herdu çalakiyan de jî bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

Ev çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatin kirin, ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin ku di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê Apoyî yê xurt şer dikin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

3'ê Cotmehê danê êvarê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre xwest bi pêş ve biçe. Berxwedêrên me yên Werxelê dest li dagirkeran werdan û şerekî giran qewimî. Di encama berxwedana şervanên me yên Werxelê de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin. Dagirkerên ku nekarîn berxwedana hêzên me bişikînin sibeha 4'ê Cotmehê bi çekên giran bombardûman li Qada Berxwedanê kirin.

3'ê Cotmehê saet di 13:15'an de li herêma Metînayê bi balafirên şer bombe li qada Serê Metînayê hate barandin. Heman rojê saet di navbera 15:00-23:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Kêste, Hirorê û qada Kela Qûmriyê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

3'ê Cotmehê saet di 13:30'î de li herêma Zapê qada Şehîd Şervan bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber êrişê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

3'ê Cotmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos û Tabûra Ereban helîkopter geriyan. Heman saetê qada Werxelê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin û serê sibehê jî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hate bombekirin."