HPG'ê Çiyazan Gever bi bîr anî

HPG'ê ragihand ku hevrêyê wan Çiyazan Gever di 16'ê Tîrmeha 2020'î de li Xakurkê di encama êrişa hewayî şehîd bûye û destnîşan kir ku wê armancên şehîdên xwe di nava têkoşîna xwe de pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

"16'ê Tîrmeha 2020'î de artêşa Tirk a dagirker êrişa hewayî bir ser qadên Goşîne û Rostê yên herêma Xakurkê. Di encamê de hevrêyê me Çiyazan Gever şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Çiyazan Gever
Nav paşnav: Omur Îsa Canan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Meryem-Orhan
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Tîrmeha 2020'î / Xakurkê

Hevrêyê me Çiyazan li malbateke kedkar û welatparêz ji dayik bû. Li navçeya Geverê mezin bû ku ev herêm sembola serhildan, welatparêzî û berxwedanê ye. Bi çanda berxwedan û welatparêziyê, hîn di temenê ciwantiya xwe de rastiya dewleta Tirk a faşîst dît û bi hêrsa li dijî dagirkeriyê û berpirsyariya rabûna li ber êrişên li dijî gelê Kurd, tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî bû bi dînamîzm û moralê ciwantiyê îdeolojiya Apoyî fêhm kir, pîvanên jiyana PKK'ê wergirt û bi perwerdeya xwe hewl da bibe gerîlayekî profesyonel ê demê. Hevrêyê me Çiyazan ku bi îdeolojiya Apoyî û şerê gel ê şoreşgerî xwe xemiland, di berxwedana Xakurkê de kedeke mezin da, hewldaneke bêhempa nîşan da, bi roleke girîng rabû û her tim hewl da ku derbên mirinê li dijminê dagirker bixe. Bi berpirsyariya milîtaniya fedayî ya Apoyî û hişmendiya dîrokî ya kûr, li Xakurkê bû yek ji wan lehengan ku destan nivîsand. Hevrêyê me Çiyazan mîrateya hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng dewr wergirt, li ser heman xetê meşiya, xwedî li berpirsyarî û wezîfeya milîtaniya fedayî ya Apoyî derket û bi rengekî serketî bi cih anî. Ji me hevrêyên xwe û gelê xwe re mîrateyeke lehengiyê ya destanî hişt ku her tim pê serbilind bin. Sekna milîtaniya fedayî ya Apoyî û berxwedana hevrêyê me Çiyazan di serî de ciwanên Geverê wê ji tevahiya ciwanên Kurdistanê yên welatparêz re rê nîşan bide û ji bawerî û daxwaza mezin a serketinê wê rêya me ya têkoşînê ronî bike.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Çiyazan em sersaxiyê ji gelê Geverê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, soz didin ku em ê armancên hevrêyên xwe yên leheng di têkoşînê de pêk bînin."