HPG'ê 4 şehîdên li Çewligê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 4 gerîlayên roja 2'ê Kanûna 2017'an li Çewligê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîla Dijwar Çewlig, Rohat Rêber Andok, Sîpan Bandoz û Şoreş Çiya, 2'ê Kanûna 2017'an li Çewligê di şer de şehîd bûne.

HPG'ê ragihand, gerîlayê bi navê Orhan Aslan jî dîl hatiye girtin.

Daxuyanî wiha ye:

"2'ê Kanûna 2017'an li gundê Çatak ê navçeya Kanîreşê ya navçeya Çewligê, di navbera hêzên TC ên dagirker û komek ji gerîlayên me de şer qewimî. Di vî şerî de ku gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 hevalên me heta kêliya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevalê me Rêdûr Çiyager (orhan Aslan) jî bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Dijwar Çewlig
Nav paşnav: Ramazan Tûnç
Cihê jidayikbûnê: Çewlig
Dayik-Bav: Remziye-Tevfîk
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Kanûna 2017 / Çewlig

Nasnav: Rohat Rêber Andok
Nav paşnav: Hamdûsena Atola
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Suphiye-Alaattîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Kanûna 2017 / Çewlig

Nasnav: Sîpan Bandoz
Nav paşnav: Halît Daşdemîr
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Kezban-Mehmetşah
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Kanûna 2017 / Çewlig

Nasnav: Şoreş Çiya
Nav paşnav: Şahabettîn Nasa
Cihê jidaykibûnê: Amed
Dayik-Bav: Songul-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Kanûna 2017 / Çewlig

ROHAT RÊBER

Hevalê me Rohat Rêber li Amedê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Dema li zanîngehê dixwest cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de girt û ji roja tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi dilxwaziyeke mezin têkoşiya. Armancên mezin danî pêşiya xwe û timî hewl da bi vîr engî xwe bi pêş bixîne. Li her qada lê ma, bi berpirsyariyeke mezin erk û wezîfeyên xwe bi cih anî. Bi rengekî çalak tevlî şerê li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst bû û weke şopdarekî berxwedêriya Kurd a serî natewîne, heta kêliya dawî şer kir.

ŞOREŞ ÇIYA

Hevalê me Şoreş Çiya li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û di emrekî ciwan de têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Di demekê de ku êrîşên dewleta TC a qirker ên li dijî gelê me zêde bûn, li her qadê bi fedakariyeke mezin wezîfeyên xwe bi cih anî. Di demeke kin de ji aliyê gerîlatî ve xwe xurtir û bû şervanekî şareza.

SÎPAN BANDOZ

Hevalê me Sîpan Bandoz li navçeya Kop a Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Zû bi rastiya dijmin hesiya û li dijî kiryarên faşîzan ên dewleta TC ên li dijî gelê me tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me bi kîn û hêrsa mezin a li dijî dijmin, di demeke kin de bû gerîlayekî şareza. Heta kêliya dawî şer kir û bi lehengî şehîd bû.

DIJWAR ÇEWLIG

Hevalê me Dijwar Çewlig li Çewligê ji dayik bû û li dijî her şêwe zextên dijmin bi nirxên xwe re girêdayî ma. Di emrekî ciwan de rastiya dijmin nas kir û ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava refên têkoşînê bû. Di demeke kin a gerîlatiya xwe de bi enerjiya ciwantiyê tevlî bû û bû yek ji wan ehvalan ku li ser rêya azadiyê bi lehengî meşiya.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevalên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din sozê didin ku heta azadiya gelê xwe em ê têbikoşin."