HPG'ê 4 gerîlayên li Colemêrgê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li navçeya Çelê ya Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir û bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser 4 gerîlayên HPG/YJA Starê yên 8 û 12'ê Gulana 2017'an li Çelê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di dîroka gelê Kurdistanê de, di serhildana li dijî xiyanet, mêtingerî û dagirkeriyê de ev ruhê berxwedêr, hezkirina ji ax û azadiyê, cangoriya ji bo gelê xwe, her li pêş bû. Têkoşîna me ya azadiyê pêvajoyeke dîrokî afirandiye ku tevahiya gelê Kurdistanê li dor civiya ye, xwedî lê derdikeve û destketiyên mezin bi dest ve aniye.

Bi şiyara 'Rêberê azad û Kurdistana azad' em şehîdên xwe yên rê li ber vê pêvajoya dîrokî vekirine bi bîr tînin. Hevrêyên xwe Havîn (Sîrva Xanî), Brûsk (Ahmet Koçer), Koçer (Hadî Ateş) û Şerzan (Hasret Afşar) ku 8 û 12'ê Gulana 2017'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer û bomberdûmana artêşa TC a dagirker de şehîd bûn, bi bîr tînin. Şerê sala 2017'an serdemek bû ku dagirkeran bi rengekî bê perwa êrîş kirin. Berxwedan û lehengiya ku li dijî van êrîşan derketin holê, careke din nîşanî me dane ku ruhê serdemê divê çawa be. Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Havîn Rojhilat
Nav paşnav: Sîrva Xanî
Cihê jidayikbûnê: Dîvandere
Dayik-Bav: Befraw-Nebî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2017 / Colemêrg

Nasnav: Brûsk Zerdeşt
Nav paşnav: Ahmet Koçer
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Naîme-Sefer
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2017 / Colemêrg

Nasnav: Koçer Koçber
Nav paşnav: Hadî Ateş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hamiyet-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2017 / Colemêrg

Nasnav: Şerzan Zagros
Nav paşnav: Hasret Afşar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asya-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2017 / Colemêrg

Wan, ji bo hêvî û hesreta gel a ji bo azadiyê, ji bo jiyana bi rûmet a gel biparêzin li dijî dewleta TC a faşîst şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Di serî de malbatên her çar hevrêyên me yên şehîd, bila serê tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be. Di şexsê her çar hevrêyên xwe de em careke din soz didin şehîdên xwe ku heta serketinê em ê bi rengekî bê eman têbikoşin."