HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di serî de malbatên wan ên hêja bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li gel êrîşên giran ên dewleta Tirk a mêtinger qirker, têkoşîna me ya azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derfeta herî biçûk jî ji bo azadiya gelê me bi kar tînin û her kêliya ku firsendê dibîne, derbên hreî giran li dijmin dixin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe ji ti fedakariyê nadin alî û têdikoşin, ji Dersimê heta Botanê li tevahiya Bakurê Kurdistanê agirê berxwedanê bilind dikin. Ji ber şert û mercên şer, agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne demeke dirêj dewam dike. Li ser vê bingehê eşkere bû ku ji fermandarên me yên leheng Rêzan Berfro di Tebaxa 2018'an de li Dersimê, hevrêya me Raperîn Devrîm di 4'ê Tîrmeha 2022'an de li qada Kato Jîrka ya Botanê û hevrêyê me Hîvdar Egîd di sala 2022'an de li Dersimê şehîd bûne.

Hevrêyên me Rêzan, Raperîn û Hîvdar ku bi dilê xwe yê dilxwazê azadiyê meşa şoreşê di asta herî bilind de dimeşand û şehîd bûn, em şehadeta wan bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin. Di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Rêzan Berfro
Nav paşnav: Omer Dûran
Cihê jidayikbûnê. Mêrdîn
Dayik-Bav: Emîne-Osman
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2018 / Dersim

Nasnav: Raperîn Devrîm
Nav paşnav: Kûmrû Çetînkaya
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Kato Jîrka

Nasnav: Hîvdar Egîd
Nav paşnav: Mehmet Karahan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûzan-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Dersim

RÊZAN BERFRO

Hevrêyê me Rêzan li gundekî navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li nava malbateke welatparêz a dilsozê çanda Kurd ji dayik bû. Tevî ku derdora lê mezin bû bi pirsgirêkên gelê me tênegihiştî jî bû, bi pêşketina partiya me re gihîşt astekê ya têgihiştinê. Malbata hevrêyê me Rêzan jî hîn bêhtir têgihişt û xwedî li nirxên Kurdîtiyê derket. Partiya me PKK ku li gelek qadên Kurdistanê her roj hîn bêhtir gel û girseyî bû, bêguman bandor li ser malbata hevrêyê me Rêzan û derdora wî jî kir. Êdî mîna piraniya gelê Kurd malbata hevrêyê me Rêzan jî rastiya dijmin hîn baştir fêhm kir. Girseyîbûna partiya me PKK dewleta Tirk a qirker hîn bêhtir xiste nava tirs û fikaran û li gorî xwe hewl da tedbîran werbigire. Di vê çarçoveyê de li Kurdistanê dest bi avakirina sîstema cerdevaniyê kir, bi vî rengî xwest hem gelê me bi hev bide qirkirin hem jî gerîla bi tenê bihêle. Dagirkeran xwestin vê pergalê bi zext û zordariyê bixe meriyetê û li gelek qadan gelê me li ber vê yekê rabû. Malbata hevrêyê me Rêzan û xizmên wî jî sîstema cerdevaniyê qebûl nekirin, sekneke bi rûmet nîşan dan. Ji ber vê yekê bûn hedefa êrîşên giran ên dijmin, lê tawîz ji nirxên xwe nedan. Malbata me ya hêja ku di oxira nirxên xwe de xwe ji dayina berdêlan neda alî, ji ber zextên dijmin di sala 1988'an de neçar ma ku koçî navenda Kerboranê bike. Li wê derê jî dijmin zext lê kir û sala 1989'an de neçar ma ku koçî Konyayê bike. Hevrêyê me Rêzan di nava malbateke bi vî rengî ya hêja û di pêvajoyeke ji zextên giran ên dijmin de mezin bû, lewma dilsozê çand, ziman û nirxên azadiyê bû. Hevrêyê me Rêzan piştî ku koçî Konyayê kir, rastiya dijmin hîn bêhtir ji nêz ve dît, li her qada kuk gelê me ji neçarî koç kir, bû hedefa cihêkariyê. Ji ber vê yekê xwe hîn bêhtir li nirxên xwe girt. Li aliyekî koçberiya bi zorê ya ji gundê xwe û êrîşên dijmin ên bênavber, li aliyê din jî cihêkariya ji ber Kurdbûna xwe lê rast dihat, bûn sedem ku hevrêyê me Rêzan hîn di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê bike. Destpêkê tevlî nava karên ciwanan ên demokratîk welatparêz bû. Demekê ev kar kir û piştî ku Rêberê me bi Komploya Navneteweyî dîl ahte girtin, kete nava lêgerîna wê yekê ku têkoşîna xwe hîn mezin bike. Li ser vê bingehê derbasî nava karên çapemeniyê bû, di weşandin û belavkirina kovara Ozgur Halkê de xebitî ku vê kovarê di zanekirina gelê me û tevlîkirina li nava têkoşînê de bi roleke dîrokî rabû. Di dema vî karî de du caran ji aliyê dijmin ve hate girtin, her carê jî hîn bi biryardarî tevlî têkoşînê bû, têkoşîna xwe mezin kir. Di sala 2000'î de ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê me û protestokirina zextên li ser Rêberê me du hevrêyan bedena xwe dan ber agir û li dora Rêberê me bûn xeleka ji agir. Vê yekê bandoreke xurt li hevrêyê me Rêzan kir. Hevrêyê me Rêzan ji ber dilsoziya bi hevrêyên xwe re xwest bi heman rengî çalakiyekê bike, lê belê ji ber sedemên ku ne di destê wî de bûn, nekarî vê çalakiyê bibe encamê. Hevrêyê me Rêzan her tim giraniya vê rewşê hîs kir, refên gerîla weke qadeke bi bandor a têkoşînê dît û di sala 2002'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rêzan piştî ku tevlî nava refên gerîla bû û li Qendîlê perwedeya destpêkê wergirt, bi meyla tasfiyekariyê ya li nava partiya me hesiya. Ji ber vê yekê li hemberî vê meylê bû xwedî hêrseke mezin. Li dijî vê nêzîkatiay çetetiyê ku ji bo hesabên xwe yên biçûk dixwest nirxên ku şehîdên me û Rêberê me bi ked û berdêleke gelekî mezin afirandin, tune bike, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê di felsefeya Apoyî de hîn bêhtir israr bike û teqez li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer bike. Bi vê armancê di sala 2003'an de ku hîn salek wî li gerîla qediya bû, berê xwe da Bakurê Kurdistanê, Dersimê.

Hevrêyê me Rêzan weke şervanekî nû tevlî gerîla bû derbasî qada Dersimê bû, nêzî 8 salan têkoşiya. Her roj xwe perwerde kir, bi pêş ve bir û bû milîtanekî Apoyî yê pêşeng. Li qada Dersimê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, xwe ji aliyê leşkerî ve şareza kir û bû fermandarek. Her wiha ji têkoşîna îdeolojîk, şerê xetê ti carî tawîz neda, weke kadroyekî PKK'ê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derket. Li her qada ku lê bû kir ku hevrêyên wî kûrbûna xwe li ser rastiya dijmin bikin û ji rojeva rastî ya gelê me û tevgera me dûr neket. Hevrêyê me Rêzan bawer kir ku Rêberê me tenê bi têkoşîneke bi rengê fedaî û daîmî dikare bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî û li hemberî hemû astengiyên li pêşiya vê yekê têkoşiya.

Piştî pratîka 8 salan a serketî ya li Dersimê hevrêyê me Rêzan careke din derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û ji bo karibe di paradîgmaya 'Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê' de ya Rêberê me û xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên demê, li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de pratîka Dersimê bi berfirehî nirxand û derfet dît ku dersên pêwîst jê werbigire. Bi nîqaşên li gel hevrêyên xwe, kir ku hevrêyên wî sûdê ji tecrûbeyên wî werbigirin. Hevrêyê me Rêzan bi vî rengî wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih anî, di pêvajoya perwerdeyê de li ser stratejiya şer ê dema nû, paradîgmaya nû ya Rêberê me kete nava kûrbûnên girîng. Hevrêyê me Rêzan piştî perwerdeyê tevlî gelek karan bû ku pêwîstiya xwe bi baweriyeke mezin û dilsoziyê hebû, di dema vî karî de li nava hevrêyên xwe û rêxistina me bû cihê baweriyê. Çar salan ev kar kir û ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir, sûd ji tecrûbeyên hevrêyên xwe wergirt. Ji hevrêyên xwe derfet dît ku bi taybetî tempo û rêbaza kar a Rêberê me hîn bibe û bi vî rengî meşa xwe ya şoreşê hîn bi xurtî, bi gavên ji xwe bawer û encamgir meşand. Hevrêyê me Rêzan berê xwe timî dida Bakurê Kurdistanê, kûrbûnên xwe yên di vê çarçoveyê de bi hevrêyên xwe û rêxistina me re parve kir û xwest ku li Bakurê Kurdistanê têkoşînê bimeşîne. Bi taybetî destnîşan kir ku Şerê Gel ê Şoreşgerî divê li her qada Bakurê Kurdistanê bê belavkirin û di vê der barê de pêşniyara wî hate qebûlkirin. Lê belê ji ber pêwîstiyan di sala 2014'an de derbasî herêma Heftanînê bû û li wê derê fermandarî kir. Di vê demê de derfet dît ku hunera xwe ya fermandariyê bi pêş ve bibe û kûrbûnên xwe yên li ser Bakurê Kurdistanê hîn berfireh kir.

Di sala 2015'an de derfet dît ku careke din vegere herêma Dersimê ku 8 salan gerîlatî lê kiribû, lewma bi kelecan û coşeke mezin bi rê ket. Ji ber ku gelek hevrêyên wî yên bi hev re têkoşiyan şehîd bûn, tevî ku bandor li hevrêyê me Rêzan kiribû jî, bi motîvasyona hilanîna tola wan, îrade û biryardariyeke xurt xwe gihand Dersimê. Xwest ku wezîfeyên xwe yên şoreşê yên li vê derê nîvco hiştî bi serketî temam bike, kûrbûna xwe hemû jî di vê çarçoveyê de kir. Hevrêyê me Rêzan xwest ku gelê me bi rêxistin bike, bi rengekî çalak tevlî nava karên şoreşê bike, lewma jî bi fedakarî û kedeke mezin têkoşiya. Gelê me yê Dersimê ev hewldanên wî dît û qebûl kir, xwedî lê derket.

Di sala 2018'an de gava bi erka xwe radibû, di şerê dijî dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Rêzan wê bi helbestên xwe yên kûr û bi wate yên ji bo hevrêyên xwe, wê bi nirxên ku tevlî têkoşîna me kiriye her tim bê bîranîn.

RAPERÎN AMED

Hevrêya me Raperîn di malbateke welatparêz de li bajarê Êlihê ji dayik bû. Di nav malbateke Koçer de ku bi awayekî demsalî di nava xweza û çiyayên bilind de mezin bû. Karaktera civaka Kurd a ku ji avabûna xwe ve bi xwezayê ve girêdayî ye, hê jî di koçerên Kurd de didome. Koçer di bingehê xwe de li dervî sîstema heyî mane, xwe pêve girênedane û orjînalbûn û paqijiya xwe diparêzin. Hevrêya me Raperîn bi çanda Kurdayetiya qedîm di nav malbateke koçer a welatparêz de bêyî ku zêde tevlî qirêjiya modernîteya kapîtalîst bibe û taybetmendiyên takekesiyê hilde mezin bû. Hevrê Raperîn li zozanên ku ew lê derketî, gerîla dît û nas kir, bi heybeta hêja ya gerîla, bi gerandina ruhê gerîla yê azad li nava çiyayan û bi dengvedana destanên gerîla li tevahiya Kurdistanê gelekî bi bandor bû. Hevrêya me Raperîn weke miroveke xwedî exlaq û wijdan ji ezmûnên welatê xwe û gelê xwe xerîb nebûye, nebû temaşevan û dilê wê yê ji bo azadiyê lê dide êşa gelê Kurd ji kûrahî ve hîs kir. Hevrêya me Raperîn ku bedewiyeke mirovî ya tijî heste, bû şahidê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û têkoşîna li dijî wê û gelek bandor bûye. 11 salan li dibistanên fermî yên Tirkiyê xwend, lê tu carî polîtîkayên tirkkirinê yên ku mufredata tirk a faşîst dixwest li ser zarokên kurd ferz bike qebûl nekir. Hevrêya me Raperîn li dijî rejîma mêtinger a Komara Tirkiyeyê ku ji bilî êşê tiştek neda gelên me, modernîteya kapîtalîst a ku koledarî di civakê de kûr kir û civaka kevneşop a paşverû ku hebûna jinê bi temamî ji holê rakir derket û di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Botanê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Li Bakurê Kurdistanê tevî ku derfet kêm in, şert û merc dijwar in, êrîşên dijmin bênavber dewam dikin 24 saetan pêwîstî bi gerîlatiyê heye, ti carî ne hêsan e gerîlabûn. Ji ber ku her gerîlayekî Bakur bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi hişmendiya îdeolojîk, îradeya mezin, berxwedan, vîn, sebir û hezkirinê têdikoşe, kêmanî yan jî pirbûna derfetan, êrîşên dijmin an jî dijwariya şert û mercan qet diyarker nebûye. Gerîlayên Bakur ên ku bi hişmendî û ruhê azadiyê xwe ava kirin, li ser vê bingehê dikare hemû zehmetiyan derbas bike û ji her pirsgirêkê re çareseriyan bibîn û berdêlên giran bide û têkoşîna xwe bidomîne. Hevrêya me Raperîn di nav refên gerîla de ku li ser vê bingehê têdikoşin tevlî bû û bi tevlîbûna rasterast di nava pratîka şerê germ de ezmûn bi dest xist. Ji ber ku jina Kurd a ji çiya bû, di hînbûna jiyana gerîlatiyê de tu zehmetî nekişand. Girêdana hevrêtiya gerîlayên Bakur û manewiyeta bilind, hişt ku hevrêya me Raperîn zû tevî jiyana partiya me bike û perwerde bibe. Hevrê Raperîn gerîlabûnê ne bi perwerdeyên ji rêzê, bi jiyanîkirin, ezmûn û zehmetiyên jiyanê hînbû. Di vê wateyê de di gerîlatiyê de bingehek pir xurt bi dest xist û di salên 2018, 2019, 2020, 2021 û 2022’yan de ku dijmin êrîşên pir dijwar li dijî Botanê pêş xist, têkoşînek bê hempa da meşandin.

Hevrêya me Raperîn ku li hember Rêbertî û şehîdan xwedî hesteke kûr e, ji bo ku xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd zindî bihêle her tim têkoşiyaye. Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo xwend, lêhûrbûnên xwe kûr kir û bi hişmendiya şoreşgerî ya xurt ku bi dest xist, pîvanên kevneşopî yên jiyana pergalê bi awayekî radîkal red kir, li dû başî, rast, xweş û azad geriya. Hevrê Raperîn di her detayên jiyana gerîlatiyê de bedewî didît, wateya her kêliya ku dijiya hîs dikir, weke gerîlayekî asayî nêzik nedibû û li ser bingehê jiyana bi hişmendiyeke exlaqî û ruhê estetîk nêzîk dibû. Hevrê Raperîn bi perwerdekirina xwe, tevgera jina azad nas kir, dît ku zayenda jin dikare çi bike, hêza xwe nas kir û xwe ji nû ve afirand û rastiya jina azad gav bi gav di kesayeta xwe de ava kir. Di vê wateyê de ji bo bibe milîtaneke partiya me ya jêhatî û bibe şervaneke leheng a YJA Starê kedek mezin daye.

Hevrêya me Raperîn bi qasî ruhê xwe yê sosyalîst demokratîk ku êşa mirovahiyê di dilê xwe de hîs dikir, xwedî asteke hişmendiyê bû ku kûrahiya rastiya gelê xwe fêhm dikir. Ji ber vê yekê li hemberî mêtingeran bi hêrs bû ku welê kiribûn ku Kurd ji nasnameya Kurdîtiya xwe şerm bikin û xwest ku nasnameya Kurdîtiya azad bi serbilindî hilgire. Hevrêya me Raperîn ji bo mirovahiyê di dilê xwe de hîs bike, sekna jinê ya azad di kesayetiya xwe de nîşan bide, li ser şopa şehîdan bimeşe, bibe hevrêya hevrêyên xwe û milîtana rasteqîn a Rêber Apo gelekî hewl da.  

Hevrêya me Raperîn ji Kato heta bi Besta, ji Besta heta bi Kela Memê zivistanê havînê bêrawestan gelek li qadan kar kir. Her kar bi ser xist, xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir, bi rengekî fedakar tevlî bû û bi moralê xwe yê bilind ji hevrêyên xwe re bû hêz. Hevrêya me Raperîn her gava xwe bi eşqeke mezin be bi azadiyê ve avêt û bi meşa xwe bû cihê baweriyê. Di heman demê de tevlî çalakiyan bû, bi bêtirs û wêrekiya xwe ya mezin a li dijî dijmin li pêş bû. Hevrêya me li Bakur tevlî nava refên gerîla bû, di nava çend salan de bû xwedî tecrûbe, di nava pratîkê de bi pêş ket, xwe timî perwerde kir û bû şoreşgereke têgihiştî.  

Hevrêya me Raperîn li qada Deriyê Beqê yê herêma Kato Jîrka ya Botanê dema ku bi erka xwe radibû di 4'ê Tîrmeha 2022'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Raperîn ku çar salan bênavber li Botanê bi kelecaneke mezin gerîlatî kir, mîrateyeke xurt a têkoşînê û ala azadiyê li pey xwe hişt û tevlî nava karwanê şehîdên nemir bû. Ev meşa hevrêya me Raperîn ji bo her ciwanên ku dixwazin bibin şoreşger nîşan dide ku ji bo tevlîbûna li nava têkoşînê ti astengî nîne, dikarin şoreşgeriyeke destanî bikin. Ev rastiay hevrêya me Raperîn ji bo ciwanên welatparêz hemûyan mînak e, em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wê derkevin û armancên wê ku bi rengekî fedaî di oxira wan de têkoşiya, teqez bi ser bixînin.

HÎVDAR EGÎD

Hevrêyê me Hîvdar li gundê Erîmlî yê navçeya Sûr a Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlîbûnên nava refên Partiyê hene û li cihekî mîna Amedê ku navenda têkoşîna me ye mezin bû, têkoşîna me ya azadiyê nas kiriye. Hevrêyê me Hîvdar demekê li dibistanên dijmin xwend û ji bo bikare di aliyê madî de alîkariyê bide malbata xwe, xebitî ye. Hevrêyê me pir zû wateya kedê fêm dike û bi fedakariya xwe ji aliyê derdor ve  hate hezkirin. Pêşketinên ku di têkoşîna me ya azadiyê de pêk hatin, hevrêyê me Hîvdar bi kelecan kir û teşvîk kir ku tevlî kar bibe. Bi taybetî piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava hîn bi çalaktir tevlî kar bû. Lê ti carî xwe sînordar nekir, her tim ket nava lêgerînan ku hîn zêdetir têbikoşe. Piştî fêm kir ku encex bi tevlbûna nava refên dikare têkoşînek layiqî rastiya Rêber Apo û şehîdan bimeşîne, ji qada Amedê ku lê ji dayik bû û mezin bûye, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê ya di gerîlatiyê de, li qada Amedê dît. Derfet dît ku hunera şerê gerîla rasterast di şert û mercên şer de fêr bibe. Ji ber ku ji fêrbûnê re vekirî bû û ji ber israra di armanca xwe de, di demeke kurt de bû xwedî tecrubeyên ku mirov bi salên dirêj werbigire. Lê ti carî xwe bes nedît û her tim hîn zêdetir pêşketin esas wergirt. Hevrêyê me piştî perwerdeya 10 rojan derbasî qada Dersimê bû û li vir jî piştî demekê perwerde dît, derbasî qada Alîbogazi bû ku berxwedanên destanî lê hatine raberkirin. Hevrêyê me Hîvdar li vir tevlî xebatên pratîk bû û li vir lêgerînên xwe didomîne. Li aliyekî xebatên pratîkê dimeşîne, li aliyê din jî hewl da ku hîn zêdetir rastiya Partî û Rêbertiyê fêm bike. Her kêlî hewl da xwe ji nû ve ava bike.

Hevrêyê me Hîvdar ji ber ku di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a di serî de li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê û gelek cihên din pêş ketî de bersiva pêwîst neda komkujiyên ku dijmin li hemberî gelê me pêk anî, her tim xwe kêm didît. Bi vê zanebûnê tevgeriya ye ku divê teqez deynê azadiyê yê li hemberî gelê me bide. Lewma hîn zêdetir lêhêrbûn kir ku derbeyên giran li dijmin bixe. Dîsa di serî de fermandarê me yê hêja hevrê Baran Dersim, şehadetên ku li qada Dersimê çêbûn hevrêyê me Hîvdar pir bandor kir. Zaniye ku bîranînên van hevrêyên xwe encex bi geşkirina têkoşînê dikare bide jiyîn û tevlîbûna xwe li ser vî esasî mezin kir. Hevrêyê me Hîvdar her tim ders ji pratîkên xwe derxist û piştî demeke kurt were gerîlayekî Dersimê yê xwedî tecrube hîn zêdetir berpirsyarî wergirt. Li qada Dersimê tevlî çalakiyên ku li hemberî dijmin bû û xwest ku hem deynê li hemberî gelê me bide û hem jî tola hevrêyên xwe bistîne.

Hevrêyê me Hîvdar bi dilnizm, sade û bêteredutiya xwe ya girêdayî armanca xwe karî bibe mîlîtanek Apoyî ku hevrêyên wî hemû wî mînak bigirin. Mîna di têkoşîna wî de, wê bi şehadeta xwe jî her tim pêşengiyê ji me re bike. Weke hevrêyên wî di şexsê hevrê Hîvdar de em soz didin ku em ê bibin şervanê xeyalên hemû şehîdan."