HPG'ê 3 gerîlayên li Çelê û Zapê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û herêma Zapê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir, ku têkoşîna şehîdan ji bo wan wezîfeya herî girîng û bingehînî ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 30'ê Hezîrana 2019'an de me ragihandibûn ku di 28'ê Hezîranê de li qada Dawûşa ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî kontrayan çalakiyek hatiye kirin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker li herêmê dest bi operasyonê kir û di şer de ku ji ber operasyonê rû da hevalê me Êrîş (Şaban Karataşli) şehîd bû.

Di 26'ê Mijdarê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişek hewayî kirin. Ji ber êrişê hevalên me Star (Ferîde Ahmet) û Zîlan (Makbûle Guler) şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Êrîş Andok
Nav paşnav: Şaban Karataşli
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Rûkiye-Kûllîhan
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2019'an / Çelê

Nasnav: Star Cûdî
Nav paşnav: Ferîde Ahmet
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Xanim-Hanîfî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Mijdara 2019'an / Zap

Nasnav: Zîlan Zana
Nav paşnav: Makbûle Guler
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Salîha-Mûzaffer
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Mijdara 2019'an / Zap

Her sê hevrêyên me ku di temenê ciwantiyê de bi polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hesiyan, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn û ji roja destpêkê ve bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi coş ji bo bibin gerîlayên profesyonel xwe timî perwerde kirin. Ji bo ku di têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê de li refên herî pêş cih bigirin hevrêyên me Êrîş, Star û Zîlan bi hemû hêza xwe wezîfeyên têkoşînê pêk anîn. Ala têkoşînê ku wan radestî me kirin wê ji bo me hevrêyên wan wezîfeya bingehîn û ya herî girîng be.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdên me Êrîş, Star û Zîlan em serxaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê li Kurdistana azad xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin."