HPG: Di nava 24 saetan de 24 leşker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li Geverê karwanê konvoya wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk kirin hedef û di encama lêxistinên xurt de 20 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Gever, Şirnex û Wanê agahî parvekirin. HPG’ê got di nava 24 saetan de 24 leşeker hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

LI GEVERÊ 20 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke berfireh lidar xistin.

22’yê Tebaxê saet 23:50’an, hêzên me konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a ji Geverê ber bi navenda Colemêrgê ve diçû li nêzî gundê Şemaşê kirin hedef û lêxistin. Di vê çalakiya ji gelek baskan ve li konvoya leşkerî hate xistin gelek wesayît derb xwarin. Her wiha hêzên em yên ku 2 wesayîtên bi tîpa Kîrpî kiribûn hedef, her du wesayît bi temamî rûxandin.

Di vê çalakiytê de 20 leşker hatin kuştin, ji 10 zêdetir leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk a ku kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky û ambûlansan ji qadê rakirin, rêya Gever-Colemêrgê heta saetên danê nîvro li çûn û hatinê girtin û qad bi çekên giran ketober gule reşandin.

LI KONTRAYAN HATE XISTIN

Hêzên me yên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, li Şirnex û Wanê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakî lidar xistin.

22’yê Tebaxê saet 18:30’an, hêzên me li dijî kontrayên li nêzî gundê Avgamasya ya Şirnexê bi cih bibûn çalakiye lidar xistin. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin ji 2 baskan ve hate lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin kontrayek hatiye kuştin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê û şûnde qad bi obus û hewanan bomberdûman kir.

LI QEREQOLA GUZELDERE HATE XISTIN

22’yê Tebaxê saet 18:30’an hêzên me, li dijî leşkerên Qereqola Guzeldere ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê çalakiyek lidar xistin. Leşkerên li nava qereqolê kom bibûn ji du baskan ve hatin hedefkirin û lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan dever bi ketober bomberdûman kiriye.

ARTÊŞA TIRK ÊN JI OPERASYONAN ENCAM NEGIRTIN, ZEXTÊ LI WELATIYAN DIKE

20’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li derdorî gundê Axula ya devera Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê dest bi operasyonekê kiribû. Artêşa Tirk di tevahiya operasyonê de zext û êşkence li welatiyên li herêmê bi karê lawirvaniyê ve mijûl dibûn kiriye, xwestiye gelê me ji herêmê bidin derxistin operasyona 23’yê Tebaxê di saetên şevê de bê ku ti necamekê bi dest bixwe vekişiyaye.

23’yê Tebaxê artêşa Tirk li devara Germav û Besta Meyremê û Çiyayê Fila ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribûn. Artêşa Tirk a ku qada operasyonê bombe kir, di heman rojê saetên şevê de bê ku necamekê bigire vekişiyaye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

23’yê Tebaxê saet 19:30’an balafirên şer ên artêşa Tirk, devera Lêlikan a girêdayî Herêma Xakurkê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ye bomberdûman kiriye.