HPG: Di danasîna gerîla de kedeke mezin dan

HPG'ê 3 gerîlayên NRÇ a HPG'ê bi bîr anî ku sala 2018'an şehîd bûn û got, "Ji bo têkoşîna azadiyê û hebûnê ya destanî û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi cîhanê bidin naskirin, bûn xwedî kedeke mezin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûne ev agahî da:

"Ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û têkoşîna azadî û hebûnê ya destanî bi cîhanê ve bêne danasîn, hevrêyên me Alî, Xemgîn û Helgûrt ên cihê xwe di nava karên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) a HPG'ê de cih digirtin, di 10'ê Tîrmeha 2018'an de di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me ku kedkarî, pêşengî û fermandariya karên NRÇ a HPG'ê dikirin, mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin. Di salvegera şehadeta wan de em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku têkoşîna şehîdên me yên NRÇ a HPG'ê radestî me kirine bi rengekî hêjayî wan be bi berpirsyarî em ê bi ser bixînin û têkoşîna fedaiyane û rastiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêviyê diafirîne, hîn bêhtir bigihînin gelên cîhanê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Alî Kanîroj
Nav paşnav: Mehmet Reşît Tûrgût
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nazmiye-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Xemgîn Amed
Nav paşnav: Yildiray Arslan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Koçerî-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Helgûrt Bagok
Nav paşnav: Celal Ozluk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Mencî-Abdûlkerîm
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ALÎ KANÎROJ

Hevrêyê me Alî Kanîroj li gundê Şîşemzîn ê navçeya Geverê li nava malbateke ji eşîra Mamxurî ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Alî bi fîşeka destpêkê ya sala 1984'an hate teqandin re tevgera me nas kir û welatparêz bû. Ewladên hêja yên malbatê ên dilxwazên doza azadiyê tevlî nava refên partiyê bûn, hinek ji wan di oxira azadiyê de di şer de şehîd bûn. Hevrêyê me Alî jî bi çanda ku ji malbat û derdora xwe wergirtî, bi çîrokên gerîla mezin bû û di encama vê yekê û komkujiyên ku dijmin dikir, xwest tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Lê belê ji ber temenê wî ciwan bû hevalan tevlîbûna wî timî taloq kirin û berê wî dan karên cuda. Hevalê me Alî dema ku li Zanîngeha Wanê li beşa elektrîkê dixwend, di heman demê de tevlî kar jî dibû. Piştî şehadeta hevrê Alî û Firat ku sala 2005'an li nêzî gundê wan şehîd bûn, êdî biryar da ku ti astengiyên li pêşiya tevlîbûna xwe qebûl neke. Hevrêyê me Alî di rojeke gelekî bi wate de di salvegera cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê de ku dewleta Tirk a mêtinger hewl dida gelê Kurd qir bike, weke bersivdayinê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Alî ku li Çarçellayê dest bi gerîlatiyê kir, piştî perwerdeya şervanên nû ji bo karên Fermandariya Biryargehê ya HPG'ê hate wezîfedarkirin. Hevrêyê me Alî bi kesayetiya xwe ya sade, durust, dilnizm û cewherî gelekî zû bû cihê baweriyê û cihê xwe di nava gelek karên krîtîk de girt. Hevalê me Alî ku bi karakterê xwe yê xurt û kesayetiya xwe ya fedakar mirovekî bedew bû, ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Bi rûyê xwe yê timî li ken, bi kesayetiya xwe ya bi moral, bi ruhê xwe yê bi coş, bi dilê xwe yê ku ji her kêliya jiyana gerîla coş werdigirt, mirovekî gelekî cuda bû. Bi saya jîrbûna xwe tiştên hîn dibû zû fêhm dikir û bi kesayetiya xwe ya hevgirtî zû kete pratîkê. Hevalê me Alî di navbera tiştên hîn dibû, jê bawer dikir û dijiya, têkiliyeke xurt danî, gotin û pratîka wî bû yek. Karên xwe yên li biryargehê bi rengekî serketî bi cih anî û piştî tecrûbe û çandeke xurt a rêxistinî wergirt di sala 2007'an de tevlî nava karên çapemeniyê yên HPG'ê bû. Hevrêyê me Alî li vê derê firsend dît ku bi hevrêyê me Halîl Dag re bixebite ku yek ji şehîdên sembol ên tevger û gelê me ye. Hevrêyê me Halîl Dag ku di vegotin û nîşandana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji gelên Kurdistanê û cîhanê re xwedî kedeke mezin bû, hevrêyên li gel xwe jî mîna xwe perwerde kir, ew jî bi heman armancê perwerde kir. Hevrêyê me Alî Kanîroj yek ji şagirtên dawî yê hevrêyê me Şehîd Halîl Dag bû. Ji xwe hevrêyê me Halîl pişte derbasî Bakurê Kurdistanê bû û sala 2008'an şehîd bû.

Şehadeta hevalê Halîl gelekî bandor li hevrêyê me Alî kir. Bi bîr û baweriya ku bersiva herî bi wate ya li şehadetê, mezinkirina mîrateya şehîdan e, bi xurtî tevlî karên çapemeniyê bû. Ji bo valahiya ku ji ber şehadeta hevalê Halîl çêbû dagire gelekî ked da, di her gava xwe de, di her gotina xwe de, di her montajê û her kêliya wêne de, bi vê hişmendiyê tevgeriya. Hevrêyê me Alî zanî bû ku karê çapemeniyê yê li çiyayên Kurdistanê çiqasî girîng e û wezîfeyeke çiqasî bilind e ku jiyana mirovên azad bigihîne civakê. Bi vê têgihiştinê tevdigeriya. Ji bo gelê Kurd bi jiyana ewladên xwe yên hêja zanibe, bibîne û bibihîze gelekî hewl da, xwest ku her detayên têkildarî jiyana gerîla li dîrokê bineqişîne. Hevrêyê me Alî di hunera leşkerî de jî gerîlayekî şareza bû. Li milekî wî çek, di stuyê wî de kamera û li pişta wî jî barê xwe yê giran, gav bi gav li çiyayên Kurdistanê geriya. Mîna gerîlayekî di kemînê de timî amade bû û hewl da her kêliya gerîla zevt bike û qeyd bike. Hevrêyê me Alî navê 'jiyana bêagahî' li arşîva xwe ya ji karên xwe kir û mîna hunermendekî jiyana li çiyê ku mirovên herî esîl ên cîhanê lê ne, lê haya cîhanê jê nîne, qeyd kir. Jiyana bêagahî nîşan da, da bihîstin. Hevrêyê me Alî kedkarê herî mezin ê gelek dîmen û dokûmanterên li ser gerîla ne, ku ji aliyê gelê Kurd ve bi baldarî hatiye temaşekirin. Ew bi rengê fedaî tevlî vî karî bû ku timî li pişt dixebitî, li mutbexa vî karî dixebitî û heqîqeta herî biçûk a gerîla jî parve dikir. Li qadeke kar, ku gelek mirov bi bandora modernîteya kapîtalîst bi nexweşiya populîzmê dikevin, xwe tê de winda dikin, li ber bayê lêgerînên jiyana madî dikevin, hevrêyê me Alî bi pîvanên fedaîtiyê yên PKK'ê tevlî bû û ev tevlîbûna xwe jî bi salan bi îstiqrar dewam kir.

Hevrêyê me Alî ku îdeolojiya Apoyî ji kûrahî ve pejirand û kesayetiya xwe jî bi hunera Apoyî dewlemend kir, baweriya xwe bi rastiya jin a azad anî, hewl da îdeolojiya rizgariya jinê fêhm bike û di çarçoveya paradîgmaya Rêbertî de timî xwe kûr dikir. Li ser vê bingehê bi hevrêyên xwe yên jin re bû xwedî têkiliyeke bi pîvan, bi ast û ji dil. Li nava hevrêyên xwe yên jin bû cihê hezkirin û hurmetê, bi hevrêtiya xwe ya ji dil timî hêz dida. Di heman demê de bi hevrê Kasim Engîn re demeke dirêj ma ku yek ji şehîdên pêşeng ê partiya me ye û pê re karên çapemeniyê yên HPG'ê kir. Bi hevrêtiya Apoyî nirxên gelekî bedew afirand û bi vî rengî tevlî nava tevgera me bû.

Hevrêyê me Alî piştî 4.5 salên li nava karên çapemeniya HPG'ê li Akademiya Hakî Karer perwerde wergirt û xwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Di sala 2012'an de ku yek ji demên herî girîng ên bilindbûna şerê me yê gel ê şoreşgerî bû, derbasî Botanê bû û cihê xwe di nava pêngavên şoreşgerî de girt. Hevrêyê me Alî hem bi çeka xwe hem jî bi kameraya xwe derba herî giran a psîkolojîk û leşkerî li dijmin xist. Hevrêyê me Alî hewl da karê nîvcomayî yê hevrêyê me Halîl Dag bi îdîa û biryardariyeke mezin temam bike, ji bo vê jî kedeke mezin da. Ji sala 2012'an heta sala 2016'an li ser gerîlatiya Botanê nivîsî, bi kamerayê qeyd kir, wêne kişand û li hişê mirovan neqişand. Hevrêyê me Alî bîranîna gelek hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî qeyd kir û hewl da berpirsyariya xwe ya ji bo şehîdan bi cih bîne. Hevrêyê me Alî tenê di nava karê çapemeniyê de nema, her karên gerîlatiyê bi rengekî serketî bi cih anî. Li Botanê di astên cuda yên fermandariyê de gelek berpirsyarî bi cih anî û bi ser xist.

Hevrêyê me Alî ku nexweşî li lingê wî peyda bû, ti carî guh neda nexweşiyê û tevî ku ji aliyê fîzîkî ve zehmetî dikişan jî bi salan bi hewldan û îradeyeke mezin gerîlatî kir. Bi israra hevlan di sala 2016'an de ji bo tedawiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û emeliyat bû. Piştî tedawiyê jî li Akademiya Mahsûm Korkmaz weke fermandarekî bi erk rabû; hem xwe perwerde kir hem jî alîkarî da perwerdeya hevrêyên xwe. Ji bo pêkanîna gerîlatiya serdema nû gelekî kûr bû û encamên xurt jê wergirt. Piştî perwerdeyê li karên çapemeniyê yên HPG'ê vegeriya û vê carê mîna hostayekî bi berpirsyariya dîrokî rabû. Di demekê de ku hêviyeke mezin ji karên çapemeniyê yên HPG'ê hebû, di êrîşa dijmin de tevî hevrêyên me Xemgîn û Helgûrt şehîd bû. Hevrêyê me Alî zanî bû ku çima, çawa û bi kîjan wateyê dijî 13 salan şoreşgerî kir. Di nava vê dema şoreşgeriya xwe de mîrateyeke gelekî mezin, arşîveke xurt a gerîla, hest û şopên xurt li pey xwe hişt û tevlî karwanê şehîdan bû.

XEMGÎN AMED

Hevrêyê me Xemgîn li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Xemgîn ku dayik û bavê wî mamoste ne, li nava malbateke rewşenbîr mezin bû ku haya xwe ji rewşa gelê Kurd hebû. Di dema ciwantiya xwe de ji bo tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe dest ji dibistana dewleta Tirk berda ku 11 salan xwendibû û tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Ji karên ciwanan heta karên Tevgera Welatiyên Azad, ji karên partiya siyasî heta karên Kovara Gel a Azad salên dûr û dirêj gelek kar kir. Dema ku karên şoreşgerî dikir, du caran ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin û çar salan li zindanê hate hiştin. Hevrêyê me Xemgîn qada zindanê weke cihê perwerde, kûrbûn, xurtkirina hişmendiya şoreşgerî û têkoşîna bi bandor a lid ijî dijmin dît û bi vî rengî nirxand. Piştî ku derfet nema li nava civakê kar bike dis ala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû û biryar da ku meşa şoreşê li çiyayên Kurdistanê dewam bike.

Li qada Metînayê dest bi pratîka gerîla kir, li vir piştî ku tecrûbe wergirt di sala 2014'an de li Akademiya Çapemeniyê ya Gûrbetellî Ersoz perwerde wergirt û beşdarî nava karên çapxaneyê bû. Hevrêyê me Xemgîn ku partiya me PKK nas dikir û kesayetiya xwe jî li ser vê bingehê da rûniştandin, tecrûbeyên ku ji têkoşîna şoreşgerî ya li nava civakê wergirtî hewl da ku li çiyê bigihîne hevrêyên xwe. Bi taybetmendiyên xwe yên durust, dilnizm û kedkariyê bêyî cihêkariyê bixe nava ti karî, beşdarî her karî bû. Di sala 2016'an de derbasî gel fermandarê kedkar ê partiya me û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dr. Savaş Amed bû û li wir beşdarî kar bû. Piştî ku hevrêyê me Savaş derbasî Bakurê Kurdistanê bû hevrêyê me Xemgîn jî destpêkê tevlî karên komîteya şehîdan bûi piştre jî derbasî nava karên çapemeniya leşkerî û arşîvê bû. Birîndar bû û platîn li lingê wî hate bicihkirin. Hevrêyê me Xemgîn li gel vê yekê jî di gerîlatiyê de israr kir, li pey armanca xwe li çiyayên Kurdistanê meşa şoreşê dewam kir. Sala 2017'an li akademiya leşkerî perwerde wergirt, xwe kûr kir û berê xwe de bicihanîna gerîlatiya serdema nû. Piştî perwerdeyê ji bo karên çapemeniya HPG'ê hate wezîfedarkirin û li vir tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Xemgîn ku kedkarekî ji dil ê PKK'ê bû bi kar û sekna xwe gelek nirx tevlî karên çapemeniyê yên HPG'ê kir. Di êrişeke dijmin de tevî hevrêyên xwe Alî û Helgûrt şehîd bû. Kesayetiya wî ya kedkar, fedakar û durust wê ji bo hevrêyên wî yên li karên çapemeniyê û hemû hevrêyan timî weke mînak bê dîtin.

 HELGÛRT BAGOK

Hevrêyê me Helgûrt li yek ji navendên herî girîng ên serhildan û welatparêziyê li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Welatparêziya malbata wî ku ji eşîra Omerî ye û tevlîbûna hin ji ferdên malbata wî li nava partiyê, bû wesîle ku hevrêyê me Helgûrt Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike. Tevlîbûna Apê wî û dotmama wî li nava partiya me PKK'ê, bandor li hevrêyê me Helgûrt kir. Hevrêyê me Helgûrt di sala 2014'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, li qada Qendîlê dest bi gerîlatiyê kir û gava destpêkê ya li jiyana azad li vê derê avêt. Jiyana bêarmanc û vala ya li nava civakê ji bo hevrêyê me Helgûrt gelekî neçê hat, lê belê jiyana gerîla ya ji bo armancên bilind gelekî bala wî kişand. Tevî ku di çav û pişta wî de pirsgirêk hebûn jî bi eşqeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû û di demeke kurt de xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me Helgûrt ku bi hunera xwe ya şanoyê dihate naskirin, di nava jiyana xwe de jî çavdêrekî baş bû, her detay bi baldarî dişopand û hewl da bedewiya PKK'ê di kesayetiya xwe de şênber bike. Piştî ku tevlî karên cuda bû derbasî nava karên NRÇ a HPG'ê bû. Bi kesayetiya xwe ya hîperaktîf û dînamîk, bi taybetmendiyên xwe yên baldariyê, zû hînî karên çapemeniyê bû. Ji bo jiyana bedew a gerîla bigihîne ciwan û civaka Kurdistanê, ji bo rastiyê nîşan bide gelekî ked da. Bi kesayetiya xwe ya bi moral, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Hevrêyê me Helgûrt ku tevkariyeke mezin li karên NRÇ a HPG'ê kir û ji bo paşerojê hêviyeke mezin dida, tevî hevrêyên me Alî û Xemgîn şehîd bû. Em ê armancên bedew û esîl ên hevrêyê xwe Helgûrt ji xwe re bikin esas û li Kurdistana Azad bidin jiyîn.

Hevrêyên me Alî, Xemgîn û Helgûrt bi fedakarî û keda xwe nirxên mezin afirand û gihand siberojê. Di serî de malbatên hêja yên ehvrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku armancên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin."