HPG: Bi çarçoweya Pêngavên Şoreşgerî 15 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê bi çarçoweyên Pêngavên Şoreşgerî li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakî kirin. HPG'ê ragihand ku di çalakiyan de 15 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG'ê got bi çarçoweyên Pêngava Şoreşgerî 15 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;


LI GIRÊ KONFERANSA MEZIN LEŞKEREK HATE KUŞTIN

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn ku li herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, roja 23’ê îlonê saet 17:00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li derdora Girê Konferansa Mezin ya herêma Geliyê Pisaxa bicihbûbûn çalakiya sûîkastê li dar xistin. Di vê çalakaiyê de leşkerek artêşa Tirk hate kuştin.

LI GIRÊ ŞEHÎD DERWÊŞ SERPÊL Û BERBAZEK JÎ NAV DE 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me roja 23’ê Îlonê saet 10:30’an li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi Girê Şehîd Derwêş yê Girê Lêlîkan yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ve diçû çalakiya sabotajê lidarxist. Wesayîteke tîpa Reo di konvoyê de bû hedef, bi temamî hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin serpêl û berbazek jî nav de bi giştî 11 leşkerên Tirk hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bêseruber herêm bi obus û hawanan topbaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregeha xwe.

DI ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA-STARÊ DE LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me yên YJA Starê di navbera Midyada Mêrdînê û Hezexa Şirnexê de li dijî leşkerên ku ewlehîya rê pêk dianîn, çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI QADA ŞEHÎD BOTAN A BAGOKÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Bi çarçoveya pêngavê  li dijî leşkerên li qada Şehîd Botan a Bagokê jî di 12’ê Îlonê de çalakiyeke sabotajê hatiye lidarixistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Di 22’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Herekolê ya Sêrtê operasyonek daye destpêkirin. Dagirkeran saet di 10.00 û 11.00’an de qada operasyonê bomberdûman kirine û bi helîkopterên Skorksky leşker anîne qadê. Ev operasyona heta 23’ê Îlonê saet 16.00’an domiyaye. Di vê operasyonê de rêhevala me Goksûn (Nûrhan Dûndar) şehîd bûye.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav: Goksûn Tekoşîn
Nav û Paşnav: Nûrhan Dundar
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik - Bav: Hedra – Tahîr
Cih û Demê Şehadetê: Herekol / 22’ê Îlona 2019’an

Goksûn – Nûrhan Dundar

Hevrêya me Goksun Têkoşîn 1986'an li Sêrtê jidayik bûye. Li dijî zext, mêtingerî û komkujiyên dewleta TC'ê ya faşîst 2012'an di pêvajoya Pêngava şerê Şoreşgerî yê Gel de tevlî nav refan bûye. Hevrê Goksun di nav refên gerîla de xwedî tevlêbûna pak, fedaî bû, di demeke kurt de bûye gerîlayeke zîrek. Hevrê Goksun li ser felsefeya jina azad a Rêbertî kûr bûbû, bi helwesta xwe ya li ser jiyanê bû fermandarekî gerîla a pêşeng. Bi berpirsyarî û azweriyeke mezin xwe daye peywirên ku ketine ser wê. Hevrê Goksun heta gava ku şehîd bûyî bûye xwedî helwesteke miltanî û bi helwesta xwe ya têkoşer di nav Tevgera Azadiyê de bûye xwedî kedeke mezin.

Di serî de malbata hêja ya hevala me Goksun, em sersaxiyê didine hemû gelê xwe yê welatparêz û sond dixwin heta ku em îdeala şehîdên xwe, gelê xwe azad bikin, têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.

10'ê Îlonê li Ebaqê ya Wanê li qada gundê Axûla di navbeyna hêzên me û artêşa TC'ê ya dagirker de şer derketiye. Têkilî vî şerî agahiyên berfireh piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

23'yê Îlonê saet di navbeyna 13.30 û 14.00'an de balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker ji Qadên Parastinê yên Meydayê herêma Zapê qada Kunîşkan bombe kirine û saet 16.00'an jî geliyê Balayan a herêma Qendîlê bombe kirine."