HPG: Di çalakiyên gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bi daxuyanieykê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, 2 dagirkerên din hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin, her wiha aspîratoreke dagirkeran hate îmhakirin ku ji bo ji bo dûyê bi jehr û gaza kîmyewî bişîne nava çeperên şer, bi kar dianîn. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 11 caran bi balafirên şer, 52 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kir."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Sibeha 25'ê Îlonê li qada Sîdayê bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin ku li dora çeperên şer ên li Şehîd Agir bûn.

25'ê Îlonê saet di 10:00 de li qada Çemçoyê li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên il Şehîd Serxwebûn bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.

25'ê Îlonê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê komek ji dagirker xistin bin kontrolê û piştre bi çekên giran lê dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

25'ê Îlonê li qada Sîdayê li hemberî dagirkerên ku hewl didan bi aspîratorê dûyê bi jehr û gazên kîmyewî bişînin nava çeperên şer ên li qada Şehîd Felat, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeka kîmyewî û aspîratora ji bo bombekirina çeperên şer hatibûn amadekirin, hatin îmhakirin.

25'ê Îlonê saet di 20:35'an de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger dest li helîkopterên Skorsky werdan ku dixwest hêzên xwe li qadê daynin. Bi vê destwerdanê re helîkopter bêyî ku hêzên xwe dayne neçar man ji qadê biçin.

25'ê Îlonê saet di 22:30'î de tîmên me yên bi tevger li helîkopterên êrîşê xistin ku dixwest bombeyan li Qada Berxwedanê ya Karker bibarînin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

25'ê Îlonê bi şev li qada Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger li helîkopterên Skorsky dan ku dixwest hêzên xwe li Qada Şehîd Adil dayne. Bi destwerdana hêzên me re helîkopter bêyî ku karibe hêzên xwe dayne neçar man ji herêmê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

25'ê Îlonê saet di 14:05'an tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

25'ê Îlonê saet di 16:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê;

25'ê Îlonê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên şer ên li Girê Şehîd Agir ê li qada Sîdayê 4 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê hatin bombekirin.

25'ê Îlonê saet ji 14:00 heta 15:00 li Qada Çemçoyê çeperên şer ên li Girê Şehîd Bahoz 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24'ê Îlonê zeviyên Gundê Gorkê yê li Garê û yên Çarçel û Gundê Şêlazê yên Metînayê, her wiha Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Kurojahro, Saca, Girê Hakkarî û Girê Amediyê 52 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

25'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi dehan caran bi obus û hawanan hate bombekirin.

25'ê Îlonê drone li ser Qada Berxwedanê ya Çemço geriyan."