HPG: Dewleta Tirk bi zanebûn êrîşî sivîlan kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, dewleta Tirk bi balafirên şer bi zanebûn êrîş biriye ser sivîlên li Başûrê Kurdistanê û di encama êrîşê de çar sivîl şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa TC a dagirker, 23'ê Çileyê (doh) li hin herêmên Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî kir.

Saet navbera 11:30 û 13:00, balafirên şer bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê û mintiqeya Reşava ya Deralokê barandin. Saet 19:20'î jî qada Qesrokê ya herêma Heftanînê bomberdûman kirin.

Êrîşê ti zerar negihand hêzên me yên gerîla, lê belê li mintiqeya Reşavayê 4 welatiyên me yên sivîl ên bi navê Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlqadir ên li Çemê Zê basî digirtin, ji ber bomberdûmanê şehîd bûn. Mirovên me yên sivîl bi koordîneya 4 balafirên keşfê bi zanebûn kirin hedef. Cenazeyên 2 ji wan hatin dîtin, cenazeyên 2 jî hîn nehatine dîtin.
Beriya her tiştî bila rehma Xwedê li van mirovên me be, yên di êrîşa hovane de şehîd bûn û serê xizmên wan û şêniyên Deralokê sax be.

Artêşa TC a dagirker dema dawî êrîşên hewayî yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde kiriye û ne tenê qadên gerîla, herêmên sivîlan jî dike hedef. Mînaka vê ya herî dawî, êrîşên li Deraok û Erêdnayê ne. Ev her du bûyer vê rastiyê bi rengekî vekirî radixin pêş çavan. Beriya niha mizgefta Gundê Bêbadê yê herêma Çemankê û malên gundiyan, herêma Çemço ku herêmeke tûrîstîk e, mirovên li qiraxa Çemê Markê pîknîk dikirin hatin bombekirin. Ev bûyer nîşan didin, armanca mêtingeriya faşîst ew e ku li Kurdistanê tiştekî bi navê Kurdayetiyê nehêle, hemû nirx û destketiyan ji holê rake. AKP ku ji aliyekî ve bi dehan baregehên xwe yên leşkerî di pratîkê de gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, li aliyê din bi çekên ji teknolojiya pêşketî komkujiyan li mirovên me yên sivîl dike. Ev rastî nîşan dide ku dijminatiya xwe ji PKK'ê jî wêdetir e. Eşkere ye ku bi rêya van êrîşan dixwaze çavê gelê Başûrê Kurdistanê yê cefakar bitirsîne û encama polîtîkayeke plankirî û zanebûn tên kirin.

Di êrîşên 3 salên dawî de tenê li herêma Amediyeyê nêzî 20 mirovên me bi zanebûn şehîd hatin xistin. Ev yek ji aliyê ti welatparêzekî Kurd ve nikare bê qebûlkirin. Bi navê Hêzên Parastina Gel em radigihînin ku pirsîna hesabê van mirovên me yên hêja, yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e.

Li ser vê bingehê, em ji malbatên Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlaqir ên di vê êrîşa giran de şehîd bûn û ji gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."