HPG: Derbên xurt li hêzên dagirker hate dayîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li Herêma Zapê ya li ser sînorê Çelê derbên xurt li artêşa Tirk hatiye xistin.

HPG’ê di daxuyaniya li ser malpera xwe ya fermî parvekirî de ev agahî da:

HERÊMA ZAPÊ

“Operasyona artêşa Tirk a ku 16’ê Hezîranê li dijî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin didome û çalakiyên xurt ên gerîlayan ên li dijî wê jî dewam dikin.

7’ê Tîrmehê saet 14:30’an hêzên me li dijî leşekên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Mûnzûr bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi awayekî xurt hate lêxistin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Hêzên me di heman demê de hemwext li çeperên dijmin ên li Qela Bêdewê jî xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk bi çekên giran qada çalakiyê û derdorî wê ketober gulebaran kiriye.

7’ê Tîrmehê saet 15:30’an hêzên em li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Xeyrî bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de biqasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar ye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hewanan qada çalakiyê bomberdûman kiriye.

Hêzên me 8’ê Tîrmehê (îro) saet 06:10’an li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Qela Bêdewê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de ji 2 baskan ve çeperên dijmin hatin hedefkirin û di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Dîsa heman rojê saet 08:00’an, hêzên me leşkerên artêşa Tirk li Girê Şehîd Xeyîr kirin hedef. Hêzên me yên ku demeke dirêj li gir xistin li vir li gel çeperekî çeka A4  bi giştî 4 çeperên dijmin rûxandin, di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 5 leşker hatin kuştin.

Heman rojê dîsa saet 09:00’an, hêzên me leşekerên artêşa Tirk ên li Girê Şehd Mûnzûr di nava tevgerê de bûn kirin hedef. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk  a mêtînger bi obûs, hewan û topan qada çalakiyê bomberdûman kirin.”