HPG: Derb li 2 helîkopterên êrişê hate xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêmên Avaşîn û Zapê derb li 2 helîkopterên êrişê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ev agahî parve kirin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

10'ê Cotmehê saet di navbera 23:10 û 23:45'an de helîkopterên êrişê yên ku hewl didan bombeyan li qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê bibarînin bûn hedefa hêzên me. Di encama çalakiyê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Helîkopterên êrişê piştî vê çalakiyê neçar man ji herêmê biçin.

10'ê Cotmehê saet di 23:30'î de li dijî helîkopterên êrişê yên ku xwestin Girê Werxelê yê herêma Zapê bombe bikin, ji sê baskan ve çalakiya gerîla hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

10'ê Cotmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê, hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan ku dixwest bombeyan li qada Şehîd Şahan û Girê Şehîd Sîmko bibarîne. Di encama vê destwerdanê de helîkopterên êrişê neçar man ku ji herêmê biçin.

9 û 10'ê Cotmehê bi şev, li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Silêman, Mervanos, Mamreşo, Tabûra Ereban, Wexelê û Banistayê geriyan. Di heman demê de Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Întîkam, gundê Dirê, Geliyê Basya û qadên Kartal û Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

9'ê Cotmehê saet di navbera 21:00-23:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê derdora gundên Hirorê, Dêşîşê, Serarû, Kêste û qada Koordîneyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

10'ê Cotmehê saet di 08:00 û 22:30'î de li herêma Zapê qada Çiyayê Reş û gundê Horê yê li qada Şehîd Rustem bi balafirên şer hatin bombekirin."