HPG: Dagirkerên ku derbên giran dixwin, çekên kimyewî bi kar tînin

HPG'ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li bara derbên giran ên gerîla nikare bi pêş ve biçe gazên jehrî û çekên kimyewî bi kar tîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''15'ê Tîrmehê saet di navbeyna 04:30 û 04:25'an de artêşa TC'ê ya dagirker bi balafirên şer derdora gundê Yekmalê yê herêma Bergarê ya navçeya Amediyê bombe kiriye.

15'ê Tîrmehê saet di navbeyna 23:00-00:00'an de Girê Koordîne yê Metîna û qada Kela Qurmiyê û eraziya gundê Deşîşê yê Kanî Masî ya Amediyê bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

Artêşa TC'ê ya dagirker ku li bara berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Serfiraziyê ya Kurdistanê,  ji bêgavî li dijî qadên berxwedanê gazên kimewî bi kar tîne. Li gel van rêbazên şerê gemarî ku dagirker bi rewşa giyanî ya têkçûyî ku li bara berxwedana gerîla bi kar tînin, hêzên me bi biryardariyeke mezin li ber xwe didin.

Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Avaşînê wiha ye;

Di navbeyna 14-16'ê Tîrmehê de artêşa dewleta Tirk a dagirker bi obûsan qada Werxêlê bombe kiriye.

15'ê Tîrmehê di navbeyna 11:00-14:30'î de artêşa dewleat Tirk a dagirker bi gazên jehrî û kimyewî êrîş biriye ser tûnelên şer ên li qada Girê Sor.

15'ê Tîrmehê saet di navbeyna 19:00-03:00'an de, artêşa dewleta Tirk a dagirker tûnelên şer ên li qada Werxêlê bi teqemenî û çekên kimyewî êrîş êrîş biriye ser.