HPG: Dagirker bi çekên kîmyewî û qedexe êrîşan dikin

Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Mijdarê de çeperên şer 6 caran bi bombeyên qedexe û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got

“Berxwedana dîrokî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê planên dewleta Tirk a dagirker pûç kir. Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk konsepta êrîşê ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî ji bo bidestxistina encaman pêş xistiye. Tevî ku hêzên me gelek caran bi belgeyan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî û bombeyên qedexe bi kar tîne jî, bêdengiya rêxistinên navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker û ev tişt nîşan dide ku ew piştgiriyê didin sûcên şer. Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Mijdarê de 6 caran bi bombeyên qedexe û 11 caran jî bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebaran kir. Her wiha du caran bi balafirên şer, 34 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî van êrîşan berxwedan û çalakiyên xwe didomîne. Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê li herêma Zapê;

20’ê Mijdarê saet 06:30 û 09:30’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên gerok du caran bi çekên navîn ên otomatîk li dagirkeran dane. Hate zelalkirin ku di derbeyên bi bandor ên hêzên me de 3 dagirker hatine cezakirin.

20’ê Mijdarê saet 11.00’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

20’ê Mijdarê saet 16:50’î li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dane û dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

20’ê Mijdarê saet 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

20’ê Mijdarê saet 20:15’an de helîkopterên Skorsky dema ku xwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên gerok li helîkopterê dan. Piştî lêdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî pêk aniye;

Di 20’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Çekdar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran, çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço jî 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 20’ê Mijdarê saet 16:20’an de çeperên şer ên Şehîd Çekdar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carek bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hat tesbîtkirin ku rengê çeka kîmyewî ya ku hatiye bikaranîn zer e.

20’ê Mijdarê saet di navbera 09:00 û 18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye;

Di 20’ê Mijdarê de herêma Goşînê ya Xakurkê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 20’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Çemço, Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 34 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 20’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Sîda, Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediye bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 20’ê Mijdarê de artêşa TC’ê ya dagirker hewl da ku çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi kepçe û alavên şikandinê hilweşîne.”