BI DÎMEN

HPG: Bûn sembol û derbasî dîroka me ya bi rûmet bûn

HPG’ê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku çalakiya fedaî pêk anîne bi bîranî û got, “Ew bûne sembolên qehremanên ku rastiya jina azad û mêrê azad di kesayeta xwe de ava kirine û derbasî dîroka me ya bi rûmet bûne.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Me ragihandibû ku fedaiyên Apoyî yên Tabûra Nemiran hevrêyên me Asya Alî û Rojger Hêlîn di 23'yê Cotmeha 2024'an de li hemberî TUSAŞ a li Enqereyê ku navenda hilberandina çekên komkujî ya li dijî gelê me ye, çalakiyeke fedaî pêk anîn.

Hevrêyên me Asya û Rojger li hemberî rastiya sîstema dewleta Tirk a dagirker ku mafê wan ê jiyana azad nasnake, ziman, nasname û çanda wan tine dihesibîne û dema ku têkoşîna vê didin rastî her cure zilmê tên û mafê axaftinê jî ji wan re nehat dayîn, weke bersiv berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Li çiyayên Kurdistanê xwe bi îdeolojî û ruhê fedaî yê Apoyî perwerde kirin û bûne milîtanên ku têk naçin. Derbasî nava Hêzên Taybet bûn û di rastiya xwedawenda me ya azad Zîlan de kûr bûn. Bi biryardarî, bawerî û girêdaneke mezin a bi Rêbertî û şehîdên xwe re, xwe bi xeta fedaîbûnê re kirin yek û serketin û rûmeta tevlîbûna li nava Tabûra Nemiran bi dest xistin.

Weke tîma otonom a Tabûra Nemiran hevrêyên me Asya û Rojger ku ji bo parastina gelê me berê xwe dan hedefa dijmin, nîşan dan ku milîtanên fedaî yên Apoyî ku bi ruhê fedaî yê Apoyî hatine amadekirin, li ser xeta fedaiyane xwe bi biryardarî kirine, bi pisporî û bi temamî li hedefa xwe kilîtkirîne dikarin çalakiyên çawa mezin bikin. Nîşan dane ku milîtanên fedaî yên Apoyî dema ku biryarekê didin û li hedefa xwe kilîd dibin ji hêla ti hêzeke dijmin ve nikarin bên rawestandin. Di heman demê de hevrêyên me Asya û Rojger ku pîvana tevlîbûn û şêwaza şer a fedaî ya Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê derxistin qonaxeke nû, careke din îspat kirin ku gerîla bi vê çalakiya dîrokî, profesyonel û pêşketî ya ku kirine re dikare bigihêje her armancê û her çalakiyê pêk bîne. Bi çalakiya fedaî ya ku pêkanîn re bûne sembolên qehremanên ku rastiya jina azad û mêrê azad û rastiya xwedawenda me Zîlan di kesayeta xwe de ava kirine û derbasî dîroka me ya bi rûmet bûne.

Em qehremanên mezin ên Tabûra Nemiran hevrê Asya û Rojger bi rêzdarî, hezkirin û dilsoziyeke herî kûr bibîr tînin. Em soz didin ku em ê jiyan, sekn, têkoşîn û çalakiya destanî ya nemirên me, di jiyan û şerê xwe de bikin pusula, bîranîna wan bidin jiyîn û armanca wan bigihînin serketinê.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên nemir û ji gelê Kurd ê welatparêz re ku her tim xwedî li fedaiyên xwe derdikevin re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên nemir ên ku çalakiya fedaî pêk anîne wiha ne:

Nasnav: Asya Alî

Nav û paşnav: Mîne Sevjîn Alçîçek

Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

Navê dayik û bav: Behîce- Fazil

Dem û cihê şehadetê: 23 Cotmeh 2024/Enqere

 

Nasnav: Rojger Hêlîn

Nav û paşnav: Alî Orek

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik û bav: Leyla –Mehmet Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 23 Cotmeh 2024/Enqere

ASYA ALÎ

Meşa azadiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve bi fedaîtî ji bo azadiya gelê me destpê kir, bi tevlîkirina bi hezaran milîtanên fedayî re veguherî karwanê azadiyê. Ev meşa ku xwe gihand her mal, gund û bajar mezintir bû û veguherî artêşbûyînê, sînorên Kurdistanê derbas kir û bi gihandina tevahiya mirovahiya pêşverû re îro bi gerdûnî bû. Li dijî rejîma qirkirin, mêtingeriyê û her cure paşverûtiyê, bi deh hezaran milîtanên bi wêrek, bi sed hezaran sempatîzan û bi milyonan mirov hene ku dilê wan ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê lêdide. Bê guman fedayiyên ku di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr bûne, xwe bi temamî fedayê têkoşînê kirine û dema pêwîst kir derbeyên giran li mejiyê mêtingeriyê xistine, pêşengtiya vê meşa azadiyê kirin. Ev kevneşopiya fedaîbûnê ku bi şehîda me ya destpêkê ya çalakiya fedaî hevrê Zîlan-Zeynep Kınaci re dest pê kir, roj bi roj mezin bû û sazî bû û veguherî Tabûra Nemiran.

Hevrêya me Asya ku yek ji nûnerên dawî yên vê kevneşopiya fedayîtiyê ye û erka xwe yên şoreşgerî di her demê de li dijî êrîşên ser gelê me bi cih anî, li Îzmîrê weke ferdekî malbatekê yê bi eslê xwe ji Colemêrgî ku ji eşîra Ertûşî ya kevnare ye ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû, bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû. Her çend di destpêkê de ji ber êrîşên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin zehmetî kişandibe jî, her tim di ferqa vê yekê de bû hewl da li ser nirxên Kurdbûnê bijî. Hevrêya me Asya dema têkoşîna me ya azadiyê ku bi fedakarî û berdêlên mezin li derveyî sînorên Kurdistanê pêş ket û xwe gihand gelê me yên li metropolan partiya me PKK û Rêber Apo nas kir, di nava Tevgera me de îfadeya xurtbûna hest û ramanê dît. Hevrêya me ya ku lêgerîn û nakokiyên wê li hemberî jiyanê hebûn, ti carî ji bo xwe jiyaneke jirêzê qebûl nekir. Ji bo wê eger jiyanek dê hebaya diviya azad bûya. Bi taybetî mirin, êşkence û destavêtinên ku jin di nava civakê de pê re rû bi rû dimînin qebûl nedikir. Jiyaneke jin a bê hêvî, bê nasname û hebûn nepejirand. Her tim rêya rizgariyê digeriya. Piştî xwendina analîzên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê, hevrêya me Asya ku bersiva nakokiyan dît û pê bawer bû ku jiyana alternatîf dikare were avakirin, têgihişt ku ev yek bi têkoşîneke bêhempa pêkane. Hevrêya me fêhm kir ku di serdema sîstema kapîtalîst de jiyana bi wate bi çûk tê dîtin û hemû têkiliyên civakî li ser esasê berjewendiyên madî tên avakirin, têkoşîna vê dayîn berdêlên mezin dixwaze. Van rastiyan hemû girt ber çavan û li ser vê esasê dest bi têkoşînê kir.

Hevrêya me Asya ku ewil di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, di rojên xwe yên destpêkê yên têkoşînê de bi afirandina bingeha tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî re hewl da coş û kelecana xwe timî mezin bike. Bi wê zanebûnê tevdigeriya ku van kêliyên ku herî zêde xwe nêzî azadiyê hîs dikir, rêgezên sereke yên bidestxistina azadiya dawî bûn. Hevrêya me Asya di dema xebatên ciwanan de bû wesîle ku gelek ciwan ji pençên qirkirinê yên dijmin rizgar bik û veguherîne ser cewhera wan a rast. Hevrêya me bi vê sekna xwe karî şopên kûr li ser her hevrêyek ku naskiriye çêke. Hevrêya me Asya li dijî kuştina jinan a ku rojane pêk tê fikirî ku divê hîn bêhtir têbikoşe û li ser vî esasî derxisti zanabûnê ku divê pêşî di şexsê xwe de fikra azadiyê kûr bike.

Hevrêya me ya ku fikirî divê ew êdî lêhûrbûnên ku di ronahiya analîzên Rêber Apo de kiriye, ji bo azadiya hemû jinan bixe pratîkê, li ser vê bingehê tevlî xebatên azadiya jinê bû. Hevrêya me dema di nava vî karî de bû, hewl da pirsgirêkên ku jin dijîn çareser bike û hişmendiya azadiya jinan pêş bixe. Li ser vê bingehê bi şêwaza xwe ya encamgir serketinên girîng bi dest xist. Ji aliyekî ve hevrêya me Asya bi xebateke bi vî rengî ya civakî û demokratîk pêşengî ji gelê me re dikir û li aliyê din jî di nava sîstemê de perwerdeya xwe dewam kir. Hevrêya me ku li Zanîngeha Colemêrgê Bernameya Komputerê xwend, piştî ku ji vê beşê mezûn bû, ji bo li ser piyan bisekine û azadiya xwe ya aboriyê bi dest bixe, di gelek karan de xebitî.

Hevrêya me Asya armanc kir ku gelê Kurd ê hatî bindestkirin bi xebatên civakî û siyasetê bigihîne azadiya wê. Ji bo vê jî dayîna her cure berdêl girt ber çavan û xebatên di qada siyaseta demokratîk de meşand. Di salên 2014 û 2015'an de li hawireke ku bombe lê hatin teqandin û bi sedan mirovên me ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ve di mîtîngên gelê Kurd ên welatparêz de hatin qetilkirin jî, bi biryardariyeke mezin di siyaseta demokratîk de israr kir. Hemû hewldanên hevrêya me Asya ji aliyê rejîma faşîst ve hatin astengkirin, rastî zexteke giran hat, di salên 2012, 2014 û 2015'an de hat binçavkirin. Bi îdîaya "xerakirina yekitî û yekbûna welat" doz hatin vekirin û cezayê bi dehan sal hatin dayîn. Ji ber vê pêşî li têkoşîn û xebatên siyaseta civakî hatin girtin. Dema ku rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê êrîşeke topyekûn li dijî gelê Kurd da destpêkirin, hevrêya me Asya berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Asya derfeta wê hebû ku li Îzmîrê bi rehetî ku yek ji bajarên bijare yên Tirkiyê ye bijî û bêyî ku zehmetî bijî di aliyê aborî de jî jiyana xwe bi rêve bibe, lê ew ji bo azadiya gelê me, van derfetan hemû daye aliyek. Hevrêya me Asya ya ku xwedî hişmendî, rewşenbîrî û gelek ji jiyanê hez dikir, tevlî nav refên PKK ku Rêber Apo bi giyanekî mezin, evîna azadî û bîrdoziyê xemilandî bû.

Hevrêya me Asya ku diyar kir ku tevlîbûna nava refên gerîla bû gava destpêkê ya bidestxistina azadiyê, piştî perwerdeya destpêkê ya wergirtî, li Zapê tevlî kar bû. Hevrêya me ku bi saya zanabûn û tecrûbeya xwe ya berê ya îdeolojîk û rêxistinî ya di jiyana partiyê de di adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand û xwest di taktîkên şerê gerîla de bi lez xwe bi pêş bixe. Hevrêya me bi taybetî di pêvajoya ku êrîşên qirkirinê li dijî gelê me û Tevgera me giran bibû de, fikirî divê teqez bersiva van êrîşan were dayîn û li ser vê bingehê ked û hewldaneke mezin nîşan daye. Hevrêyêa me ku bi israr pêşniyar dikir ku biçe qadên ku şer lê giran bûye, di sala 2016'an derbasî herêma Cîlo bû. Di vê pêvajoyê de ku weke sala fedaiyan û berxwedanên destanwarî hate pênasekirin, bû xwedî têkoşîneke bêeman a li dijî dijmin. Hevrêya me Asya ku şahidiya şehadeta gelek hevrêyên xwe kir, van şehadetan ji bo xwe kir wesîleya têkoşîneke xurtir. Di nirxandineke xwe de diyar dike ku di lêhûrbûna xwe ya li herêma Cîloyê xwe hîn zêdetir nêzî fedaîbûnê hîs kiriye. Piştî pratîka xwe ya serketî ya li Cîlo, hevrêya me ku dixwest di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe kûr bike, piştre li akademiyên leşkerî perwerde dît. Hevrêya me ku ev perwerde weke gavên xwegihandina fedaîbûnê nirxand, ji bo xwe avakirinê roj bi roj têkoşiya. Hevrêya me Asya ku di rojên destpêkê yên têkoşînê de jî ji bo xwe hedef û rêyek diyar kir, di nava refên gerîla de lêgerîna xwe hê bêhtir bi kûrahî dewam kir. Piştî ku perwerdeyên ku distand bi serketî bi dawî kir, vê carê bi xwe hevrêyên xwe perwerde kir û ji bo bibin gerîlayên pispor rola xwe lîst.

Lê belê hevrêya me fikirî ku divê têkoşîna xwe li dijî polîtîkayên tecrîda giran a li ser Rêbertiya me tên meşandin, êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me û êrîşên li ser qadên gerîla tê meşandin xurtir bike û li ser vê esasê gihişt wê qenatê ku ev yek ancax bi şêwazekî fedaî dikare pêkan be. Li ser vê bingehê hevrêya me ya ku derbasî nava xebatên Hêzên Taybet bû, bi perwerdeya destpêkê ya li vir wergirtî re derfet dît ku xwe baştir nas bike. Hevrêya me her ku xwe nas kir kesayeta xwe li gorî pîvanên azadiyê teşe kir, êşên guhertinê yên jiya weke gavên destpêkê yên xwegihandina azadiyê bi nav kir. Di wê zanabûnê de bû ku ev êşên guhertinê tenê dema bigihije azadiyê wê bi dawî bibe. Her wiha vê pêvajoyê, weke dema herî bi coş û kelecan a jiyana xwe bi nav kir. Hevrêya me Asya ku perwerdeya bingehîn bi awayekî serketî û azweriyek mezin qedand, piştre di gelek xebatên girîng û stratejîk de cihê xwe girt. Hevrêya me ya ku fikirî divê di nava her xebatê de bersivê bide pêvajoya şerê dijwar, bi şev û roj ked da û di avakirina nirxên girîng de rol lîst. Hevrêya me Asya ku mîna her milîtanekî fedaî li ser çalakiya fedaî lêhûrbûna xwe dewam dikir, fikirî ku divê di encama van lêhûrbûnan de derbe li dilê dijmin bixe. Ji bo vê jî lêhûrbûnên xwe bi awayekî zelal li gel hevrêyên xwe parve kir û pêşniyara çalakiya fedaî kir. Hevrêya me Asya di rapora ku vê pêşniyara xwe dike de wisa dibêje, “Divê mirov bizane ku beyî avakirina îrade û baweriya gel, Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser nakeve. Eger em gel tevlî şoreşê nekin, em nikarib Rêbertî hembêz bikin. Ev yek tenê bi serê xwe, sedema min a jiyan û şerkirinê ye. Li ser vê bingehê ji bo ku ez bigihêjim asta ku hevrêyên fedaî xwe gihandine û misyona xwe bi layîqî bi cih bînim, dixwazim di nava Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan de cih bigirim."

Bi sekna xwe ya di pivanên azadiya jinê de, di pêvajoyê de weke milîtaneke fedaî ya Apoyî di ferqa wezîfeyên xwe de bû û bi kelecan û coşa ku ji vê zanebûnê hatî avakirin, lêhêrbûnên xwe yên ji bo çalakiya fedaî hîn kûrtir kir. Hevrêya me Asya ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku çalakiya ku ew ê pêk bîne divê li dijî êrîşên dijmin bersivek be û sekneke ku azadiya gelê me misoger bike biafirîne. Li ser vê bingehê lêhûrbûnên xwe xurtir kir.

Hevrêya me Asya ku li hemberî tesîsên TUSAŞ’ê li gel hevrêyê me Rojger Hêlîn çalakiyeke fedaî pêk anî ku TUSAŞ yek ji baregeheke sereke ya qirkirina li dijî gelê me ya di 23’yê Cotmeha 2024’an e. Hevrêya me Asya bû yek ji nûnera dawî ya Apoyî ya bi cewher û gotina xwe fedaîbûyî. Di salvegera şehadeta fermandara me ya nemir Bêrîtan-Gulnaz Karataş de bi awayê herî profesyonel, hosteyî û cesareteke mezin li ber xwe da û kete baregeha dijmin û çalakiya xweya fedaiyane pêk anî û bi vê çalakiyê navê nû yê lûtkeya milîtaniya fedaî ya Tevgera Jinên Azad û YJA Starê bû Asya Alî.

ROJGER HÊLÎN

Kevneşopiya fedaîtiyê ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê me pêşketî, di salên dawî de li gel hevrêyên me Şehîd Sara û Şehîd Rûken dest pê kir, li gel hevrêyên me Şehîd Rojhat û Şehîd Erdal berdewam kir û li gel hevrêyên me Şehîd Asya û Şehîd Rojger xwe gihand lûtkeyên herî bilind, wê bibe temînata meşa gelê me ya azadiyê. Em weke hevrêyên wê soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta azadiyê ya ku hevrêya me Asyayê diyarkirî têbikoşin.

Welatparêziya gelê Botanê û Kurdayetiya wan a zêde wê navê wê di nava dîroka me ya têkoşînê de tim zindî bimîne. Gelê me yê Botanê yê ku bi rêhê têkoşeriyê girêdayî nirxên xwe erka xwe ya welatparêziyê bi cih anîn û tevî hemû zext û zilma dewleta Tirk a qirker ji sekna xwe ya resen bi tu awayî tawîz neda. Di vê pêvajoyê ku êrîşên dijmin ên giran ên li dijî gelê me yê ku bi hezaran ewladên xwe dane Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û li hemberî her cure nêzîkatiyên dijmin ji sekna xwe tawîz nedayî de Tevgera me bû şansekî jiyanê yê alternatîf. Bi hezaran ciwanên Botanê ji bo ku li hemberî polîtîkayên dijmin ên înkar û tunekirinê bibin bersiv berê xwe dane mekanên gerîlayan ên pîroz û di dilê dijmin de bûne tirseke mezin. Hevrêyê me Rojger girêdayî eşîra Alikî li navçeya Hezex a bajarê qedîm Şirxexê ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku ji welatparêziya xwe tawîzê nade û li derdoreke girêdayî nirxên xwe yên azadiyê mezin dibe, di zarokatiya xwe de têkoşîna me ya azadiyê nas dike. Hevrêyê me yê ku guhdariya çîrokên lehengiya gerîlayên ku li hemberî hovitiya dewleta Tirk a dagirker têdikoşin, dike, di temenê xwe yê zarokatiyê de nokokiyan dijî. Hevrêyê me heya lîseyê xwendina xwe berdewam dike. Di van heyaman de ku salên ewil ên ciwantiyê ne difikire ku li hemberî kiryarên dijmin bêdeng nemîne û tiştekî bike. Hevrêyê me yê ku dikeve di nava nankokî û lêpirsînên kûr, dev ji dibistanên pergalê yên asîmîlasyonê berdide û dixwaze ji aliyê aborî ve alikariya malbata xwe bike. Di vê heyamê de bi polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker yên bêkarhiştin û muhtackirina xwe dihese. Hevrêyê me berê xwe dide metropolên Tirkiyeyê û di gelek karan de dixebite. Li her cihê ku kar dikir, kiryarên dewletê yên li dijî gelê me yên bêbandorkirin û muhtackirina xwe baştir fêm dike. Hevrêyê me Rojger ê ku karektereke kedkar bi dest dixe û ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin, eleqeyeke mezin nîşanî gerîlayên ku li Kurdistanê di şerî de destanên lehengiyê dinivîsînin, dide. Hevrêyê me yê ku li cihên kar ji ber Kurdbûna xwe bi miameleyên xirab û heqaretan re rû bi rû dimîne, tu caran ji sekna xwe ya birûmet tawîzê nade. Berovajî nêzîkatiyên faşîst lêgerînên xwe zêdetir dike. Hevrêyê me ji kiryarên dewleta Tirk ên weke mehkûmkirina aborî û bêbandorkirina ciwanên Kurd baş dibîne û li hemberî vê yekê li cem hêrseke mezin peyda dibe. Hevrêyê me pê dihese ku xizanî ne çarenûsa gelê Kurdistanê ye û sedema van yekan polîtîkayên dewleta Tirk in. Hevrêyê me yê ku li her cihê diçê bi zextên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimîne, piştre berê xwe dide Kurdistanê. Hevrêyê me yê ku ji şerê li Kurdistanê yê ku bi pêşengtiya gerîlayan berdewan dike, bi awayekî zêde bandor dibe, weke hemû ciwanên Kurd ên birûmet dikeve nava lêpirsînên wijdanî.

Hevrêyê me Rojger yê ku dixwaze ji lêgerîn û nankokiyên xwe re bersivê peyda bike, destpêkê biryarê dide ku di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cihê xwe bigire. Hevrêyê me yê ku bi dil û can li nêzî xebatan dibe û xwedan egerên mezin ên têkoşînê ye, di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de Tevgera me baştir nas dike. Hevrêyê me pê dihese ku dewleta Tirk a dagirker her roj ciwanên Kurd qetil dike û berê wan dide tiryak û fuhûşê û dixwaze wan dejenere bike, hêrsa xwe ya li hemberî pergalê zêdetir dike. Carna di nava xebatên birêxistinbûnê de û carna jî di nava çalakiyên civakî de erkên xwe bi cih tîne. Hevrêyê me bi cidîyeteke mezin û bi feraseta layiqbûna ji şehîdan re li nêzî hemû erkan dibe. Hevrêyê me Rojger ê ku xwedan pratîkeke serkeftî, li her derê bi ked û zanabûna xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me Rojger ê ku di pêvajoya ku nava xebatên ciwantiyê cih digire de di warên îdeolojîk û rêxistinî de tecrûbeyên mezin bi dest dixe, evîna xwe ya ji jiyana azad re û lêgerînên xwe xurttir dike û dide berdewamkirin. Hevrêyê me Rojger li hemberî êrîşên hovane ya çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê û êrîşên dewleta Tirk, dikeve nava kûrbûnên mezin, biryarê dide ku li hemberî van êrîşan têbikoşe.

Dewleta Tirk a dagirker girêdayî Plana Rûxandinê di sala 2015’an de bi awayekî hovane êrîşî li bajarên Kurdan kir. Bi awayekî hovane qirkirin pêk anî û di serî de zarok û dayîk gelê me qetil kir. Di jêrxaneyan de benzîn rijand ser însanên me û ew bi saxî şewitandin. Yek ji navçeya ku rejîma faşîst bi awayekî hovane êrîş birî ser û wêran kir, Hezex bû. Dema ku li hemberî Hezexê êrîşên dewleta Tirk pêş dikevin, ciwanên Hezexê yên welatparêz li hemberî van êrîşan dest bi têkoşînê kirin. Hevrêyê me Rojger jî di encama hedefgirtina Hezexê ya bi tank, top û çekên giran de tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser ya Hezexê dibe. Di pêvajoya amadekariyên berxwedana Hezexê de gelek ked nîşan da û girêdayî vê yekê li ser hevrêyên xwe bandoreke mezin ava kir. Bi dil û can hewl da parastina xaka ku lê ji dayîk dibe, bike û bi cesareteke mezin têkoşiya. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk hewl da ku Berxwedana Rêveberiya Xweser a Hezexê mezintir bike. Li Hezex a ku ji aliyê 20 hezar leşker û polîsên dewleta Tirk ve bi hemû amûrên şer ên giran hatî dorpêçkirin, di tevahiya qedexeyên derketina kolanan de ku di 16’ê Sibata 2016’an de dest pê kir û 44 rojan berdewam kir, dewleta Tirk  asta hovitiya xwe her roj zêdetir kir û hewl da ku êş û mirinên herî dijwar bi gelê Kurd bide jiyîn. Dewleta Tirk tevî hemû derfetên xwe jî encama ku hêvî dikir bi dest nexist û berxwedana ku di nava refên YPS’ê de pêş ket, di hundirê dewleta Tirk de bû tirseke mezin. Hevrêyê me Rojger ê ku dibîne dewleta Tirk bi awayekî hovane li nêzî gelê me dibe û nikare serî li ciwanên Kurd ên leheng û fedaî bide tewandin, wê demê sonda mezin dixwe ku tolê ji dewletê bistîne. Hevrêyê me yê ku di nava têkoşîna destanî ya Hezexê de cih digire, ji bo layiqbûna ji şehîdan re soz dide ku têkoşînê mezintir bike. Hevrêyê me yê ku piştî rewitiyeke dirêj û dijwar xwe digihîne çiyayên azad, li herêma Cûdî tevlî nava refên gerîlayan dibe. Hevrêyê me li Cûdiyê her roj hevrêyên xwe yên şehîd bi bî tîne û bi armanca zindîhiştina bîranînên wan dijî.

Hevrêyê me Rojger yê ku piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe, ji bo ku bibe şervanekî bihêztir beşdarî perwerdeyan dibe. Hevrêyê me di tevahiya pêvajoya perwerdeyan de tecrûbeyên xwe yên berê li gel hevrêyên xwe parve dike û sekneke milîtanekî Apoyî yê mînak nîşan dide, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve tê ecibandin. Ji bo ku ji hevrêyê me Rojger Ûmut- Okan Emektar ê ku navê xwe jê digire re laqiq bibe, dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk kêmasiyên xwe dibîne û xwe pêş dixe, bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike. Tecrûbeyên xwe yên di Berxwedana Rêveberiya Xweser jî digire ber çavan û di nava xebatên YPS’ê de cihê xwe digire. Bi beşdarbûna xwe ya bikelecan dibe xwediyê pratîkeke serkeftî. Piştre jî di nava xebatên cuda ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih digire. Bi cidîyeteke mezin li nêzî hemû erkên ku Partiya me dide, dibe. Ji bo xizmetkirina gel û hevrêyên xwe bi dil û can kar dike. Di gelek karên cuda de bi kedeke mezin dixebite. Li gel hemû hevrêyên xwe bandoreke mezin dihêle. Di encama dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan û kûrbûnên xwe yên têkildarî derbelêxistina dijminî de bi hesasiyeta pêvajoya ku Partiya me di nav de ye, dihese û pêşniyar dike û di nava xebatên Hêzên Taybet de cih bigire. Li hemberî operasyonên leşkerî û siyasî yên ku dewleta Tirk bi armanca tunekirina Tevgera me û bêbandorkirina gelê me dide destpêkirin, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî bala da wê yekê ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne.

Hevrêyê me di raporeke xwe ya pêşniyarê de îdîaya xwe ya fedaîtiyê û armanca xwe ya serkeftinê bi van hevokan tîne ziman: ‘’Beriya ku ez Partiyê nas bikim. Min digot ku qey ez bi rojane û têr û tije dijîm. Tu nabêjî ne wisa bûye. Azadiya şaş mafê jiyaneke sînordar dide mirovan. Min jî digot ku qey ew azadî ye. Tu nabêjî jiyana ku pergal pêşkêş dike, ne li gorî kesayeta wan bi xwe û çanda exlaqî ye. Ez dikarim bibêjim ku di jiyaneke bi vî rengî de weke ku çavên însanan mohrkirî ne. Vekirina vê mohêrê girêdayî naskirin û zanîna hin tiştan e. Kesekî yan jî keseke ku xwe b exlaqê Partiyê pêş xistiye, dikare bandorê li hemû kesên li cem xwe bike. Lêgerînek e ku bi rêya bibandorbûnê derdikeve holê. Piştî demekê dema min ji pirsên weke Partî çi ye û ji bo çi li ber xwe dide, bersiv peyda kir, min fêm kir ku jiyana pergalê berê mirovan dide koletiyê. Partiya me PKK jî ji bo azadiyê deriyek e, min ev yek di nava Partiyê de û li gel Rêbertî dît. Girêdayî hesreta min a ji bo Rêbertî û sozên ku min dayîne şehîdan, hêrsa di dilê min de a her ku diçe mezintir dibe û ji bo fikirîna profesyoneltir û sîstematîktir, ez dixwazim derbasî nava Hêzên Taybet bibim. Her derbeyeke ku li hevrêtiya me ya kêm bikeve, wê ew çend azadiya Rêbertî û gelê me misoger bike. Wê dijminî têk bibe.’’

Hevrêyê me yê ku rastiya dijmin û bendewriyên pêvajoyê dizane û li gorî wan tev digere, bi îdîa û biyardariyeke mezin derbasî nava Hêzên Taybet dibe. Ji bo ku erkên xwe yên serdemî bi cih bîne, hewleke mezin da. Hevrêyê me Rojger yê ku şert û mercên tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û şehîdkirina hevrêyên me ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker a li Herêmên Parastinê yên Medyayê weke milîtanekî fedaî bi tu awayî qebûl nake û li ser armanca xwe hûr dibe, ji bo ku çalakiya fedaîyane pêk bîne, bi israr pêşniyarên xwe anîn ziman. Ji bo ku sînorên dewleta Tirk a dagirker berteref bike, berê xwe da Enqereya paytextê dewleta Tirk. Haya hevrêyê me ji erka standî ser milên xwe hebû û girêdayî vê yekê tu caran dudilî nekir û xwe gihan navendeke leşkerî ya ku dewleta Tirk gelekî jê ewle û têkneçûna ruhê fedaî yê Apoyî bi hemû cîhanê da zanîn. Hevrêyên me Asya û Rojger, bi pratîka xwe nîşan dan ku ruhê fedaî yê Apoyî nayê sekinandin û di dîroka me ya têkoşînê de navên xwe bi tîpên zêrîn dan nivîsandin. Hevrêyê me Rojger yê fedaî û xwe bexşandî felsefeya Rêbertiya me, ji têkoşîna salên dawîn re ku aliyê gelê me û Tevgera me ve di navbera hebûn û tunebûnê de tê nirxandin, nîşan da ku divê bi kijan astê tevlîbûn pêk were û veguherî xetekê. Hevrêyê me Rojger wê bi sadebûn, hevrêtiya xwe ya jidil, wêrektî û fedaîtiya xwe tim rênîşanderiya me bike. Em dubare diyar dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe yê ku bi israr û hewldana xwe bû sedema bidestxistina serkeftineke girîng, bigihînin serkeftinê û biryardariya xwe mezintir bikin.

Hevrêyê me Rojger yê ku bi dilsoziya kûr a ji Rêbertî û şehîdan re, fedaî bûyî, weke sembola îradeya Apoyî ya fedaî ya qewîn û weke yek ji fedaiyeke Apoyî ê ku di dilê dewleta Tirk de bûye tirseke mezin, navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de da nivîsandin. Em weke hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê xeyaka hevrêyê xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin. Dubare radigihînin ku em ê hemû kêliyan bîranîna şehîdên xwe zindî bigirin.’’