HPG: Bi çalakiyên xurt bersiva dagirkeran didin -NÛ BÛ

Hêzên gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Paraastinê yên Medyayê, di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de, bersivên xurt didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî êrîşên dagirker û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke niviskî da û ev agahî par vekir:

''Hêzên me yên HPG'ê û YJA Starê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta TC'ê ya mêtinger ku 23'yê Nîsana 2021'an dane dstpêkirin, bi çarçoweya pêngava ''Dem Dema Azadiyê ye'' çalakiyên karîger dikin.

Agahiyên berfireh ên derheqê çalakiyên ku hêzên me kirine wiha ne;

Bi çarçoweya ''Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê'' hêzên me 29'ê Nîsanê saet 11:30'an li herêma Avaşînê, li ser girê Mamreşo piştî ku yekîneya veşartî ya artêşa TC'ê ya dagirker kontrol kirine, bi çekên termal derbên karîger li wan xistine. Di çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin.

Artêşa TC'ê ku bi helîkoptêran windayên xwe ji qadê dûr xistiye qad daye ber bombeyan.

30'ê Nîsanê saet di navbeyna 11:30 û 19:00'an de artêşa dagirker a TC'ê bi êrîşên giran ên li ser kozikên şer ên li girên Şehîd Arnos û şehîd Munzur a li qada Mamreşo ya li herêma Avaşînê xwestiye ku bikeve hundir. Dagirkerên ku rastî li berxwedana hêzên me hatin bêyî ku encamekê bi dest ve bînin vekişiyane.

30'ê Nîsanê saet 06:30'an hêzên me bi çekên giran çalakî birine ser qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemergê. Di çalakiyê de bi rengekî serkeftî derb li hedefên li qereqolê hatine xistin, kozikeke dagirkeran li gel leşkerên li kozikê hatine îmhakirin.

BOMBEBARAN DIDOMIN, TI ZIYAN NEGIHAŞTIYE SER GERÎLA

Êrîşên artêşa dagirker a TC'ê ya li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomin. Bi berfirehî agahiyên li ser êrîşên hewayî wiha ne;

29'ê Nîsanê saet 21:00'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker qada Kolîtê ya herêma Xakurkê bombe kiriye.

30'ê Nîsanê di navbeyna saet 13:30 û 14:00'an de artêşa TC'ê ya dagirker erdên gundê Kêsta ya li qada Metîna û Girê Zendûra bi obûs û hawanan daye ber bombeyan. Di encama bombebaranê de li nav erdan şewat derketiye.

30'ê Nîsanê saet 01:40'î balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker qada Karker a herêma Zapê bombe kiriye.

Di êrîşên artêşa TC'ê ya dagirker de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''