HPG: Artêşa Tirk li Amedê têk çû

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî operasyona ku li Amedê berdewam dike daxuyanî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku artêşa Tirk a li ku li Amedê bi tevlêbûna 15 hezar leşkerî operasyon dayî destpêkirin têk çûye û têkildarî rewşa dawî bi berfirehî agahî dan.

Di malpera Navenda Ragihandinê ya HPG’ê de wiha hate gotin:

28’ê Gulanê li Amedê operasyona bi tevlêbûna zêdetirî 15 hezar leşker, kontra û qorîciyan a artêşa TC’ê ya dagirker hatî destpêkirin, ku sivîlan dike hedef, gundan dide valakirin û ji hêla leşkerî ve têk çûyî, bi berfirehkirina qada operasyonê hêvî dike ku encamê bigire.

Di nav vê çarçoweyê de artêşa TC’ê ya dagirker 4’ê Hezîranê saet 21.00’an bi desteka helîkoptêrên bi tîpa Kobrayê qada Şehîd Remzî ya Amedê bombe kiriye û bi berfirehî tevgera dagirkirinê daye destpêkirin. Operasyona artêşa dagirker a TC’ê ku bi tevlêbûna bi hezaran leşker, qorîcî, kontra û tîmên taybet dayî destpêkirin, li mintiqeyên Geliyê Kovi, Geliyê Wehşa, Karat, Usli, Şeytan tepesî, Keltepe, Mezra Mıho, Norşin, Wengasor, Riz, Kosan, Kaçuwara, ARGK, Bloka û Hesen yên qada Şehîd Remzî berdewam dike.

Weke ku berê jî hatibû gotin di encama vê operasyona berfireh de ku 28’ê Gulanê dest pê kiribû, heta niha tenê 2 gerîlayên me şehîd bûne. Ji ber şertên şer agahiyên sicîlê yên van hevalên me zelal nebûbûn. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên ku di vê operasyonê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûne wiha ne;

Navê Kod: Azad Ronî
Nav Paşnav: Barış Kaya
Cihê Bûyinê: Sêrt
Navê Dê û Bav: Hediye - Ahmet
Dema Şehîdbûnê û Cih: 31 Gulan 2017 / Amed

***

Navê Kod: Zerdeşt Tolhildan
Nav Paşnav: Vahît Kerîmî

Cihê Bûyinê: Banê
Navê Dê û Bav: Hismet - Mahmut
Dema Şehîdbûnê û Cih: 31 Gulan 2017 / Amed

LI BEDLÎSÊ BOMBEKIRIN

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de têkildarî bombekirina li Bedlîsê jî wiha got: ‘’5’ê Hezîranê artêşa dagirker a TC’ê bi balafirên şer, obûs û hawanan qada Şêx Cuma a Bedlîsê bombe kiriye.’’