HPG: Artêşa TC a dagirker li Çelê tarûmar bû

HPG'ê ragihand, artêşa Tirk ku roja 16'ê Hezîranê li Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, tarûmar bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, di şerê 24 saetên dawî de 31 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker şeva 16'ê Hezîranê saet di 21:30 de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin û şerê ji ber vê operasyonê rû da, di roja sêyemîn de bi dijwarî dewam dikin."

Li ser şer û çalakiyên gerîla yên 24 saetên dawî yên li vê herêmê, ev agahî di daxuyaniyê de hatin dayin:

"18'ê Hezîranê saet di 10:00 de, hêzên me li hêzên dijmin ên li quntarê Şehîd Mûnzûr dan û di encama derbên xurt de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkere jî birîndar bû. Demeke kurt piştî vê çalakiyê, hêzên me cara duyemîn li leşkerên li heman herêmê xistin û di vê derbê de jî 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Saet di 13:30 de, hêzên me li leşkerên artêşa TC a dagirker ên hewl didan li herêm Qela Bêdewê bi cih bibin xistin. Li vir leşkerekî dijmin hate kuştin. Piştî vê çalakiyê, saet di 17:00, 17:15, 17:30 û 18:30 de, hêzên me li leşkerên li vê herêmê dan. Di encama van 4 êrîşên li dijî hêzên dijmin de, bi qasî ku hate tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Hêzên me heman rojê ji danê nîvro heta êvarê, 6 çalakiyên sabotajê li hemberî hêzên dijmin ên hewl dan li herêma Qela Bêdewê bi cih bibin, pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di van çalakiyan de 8 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Dijmin bi balafirên şer, helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hawanan bê navber bombe li herêmê barand. Çalakiyên hêzên me yên li vê herêmê heta danê vê sibehê dewam kirin.

Roja 19'ê Hezîranê saet di 07:30 de, hêzên me li leşkerên dijmin ên hewl didan li geliyê Sipê bi cih bibin û çeperan amade bikin, dan. Derb ji cihekî nêz lê hate dayin û di encamê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Di heman demê de hêzên me li hêzên dijmin ên hewl didan li quntara herêma Şehîd Mûnzûr bi cih bibin, xistin. Di van derban de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Li hemberî çalakiyên bi bandor ên hêzên me, artêşa TC a dagirker careke din hewl da bi hêza teknîkê encamê bi dest bixe û saet di 08:00 de bi balafirên şer bombe li herêmê barand.

Di şer û çalakiyên hêzên me de, bi qasî ku hate tespîtkirin 31 leşkerên dijmin di nava 24 saetên dawî de hatine kuştin, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne."