HPG: Şehîdên Serhedê pêşengên pêngava me ya serketinê ne!

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Serhedê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi sekna xwe bûne pêşengên pêngava me ya serketinê ya şoreşgerî."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên Serhedê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"4'ê Tebaxa 2021'ê li qada Sariksû ya navçeya Çaldiran a Wanê, di şerê giran ê dijî hêzên dagirker mêtinger de hevrêyên me Nûda, Mîraz û Xwînrêj heta nefesa xwe ya dawî bi ruhê fedayî yê Apoyî şer kirin û bi lehengî şehîd bûn."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Nûda Sason
Nav paşnav: Suheyla Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Sabriye-Enver
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2021 / Serhed

Nasnav: Mîraz Arî
Nav paşnav: Haldûn Altay
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Gulnaz-Niyazî
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2021 / Serhed

Nasnav: Xwînrêj Teyî
Nav paşnav: Nûrûllah Azma
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulsum-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2021 / Serhed

NÛDA SASON

Hevrêya me Nûda li Êlihê li nava malbateke welatparêz û ji çanda Kurdîtiyê ji dyaik bû. ji temenê zarokatiyê ve şahidî ji êrişên dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên wê yên kontra yên salên 1990'î yên li dijî gelê me kir. Her wiha bandora têkoşîna azadiyê ya gelê me ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê di dilê xwe de hîs kir. Hevrêya me Nûda hîn di zarokatiya xwe de rastiya dijmin hem jî heqîqeta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, şaşitî û rastiyên dîrokî ji hev cuda kir. Li ser vê bingehê hewl da çareyê ji pirsgirêkên gelê me re peyda bike. Destpêkê baweriya xwe bi wê anî ku bi xwendinê dikare bibe jineke azad. Ji bo vê jî heta zanîngehê bû xwendekareke serketî û daxwaza xwe pêk anî. Lê belê li Qersê ku zanîngeh lê dixwend, kiryarên faşîzan ên dewleta Tirk û polîtîkayên hin rêxistiniyên paşverû yên ku ji bo ciwanên Kurd ji hişmendiya neteweyî dûr bixînin nas kir û ji ber vê yekê jî bêhtir xwe li nasnameya Kurd girt. Lewma kete nava lêgerîna hevalên ku karibe xwe hîn bêhtir li nava wan îfade bike. Hevrêya me Nûda di encama van lêgerînan de ciwanên Kurd ê şoreşger nas kir û vê yekê jî jiyana hevrêya me Nûda diyar kir. Rastiya partiya me PKK'ê û Rêber Apo ku berê bi hestewarî pê ve dilsoz bû, di encama nîqaşên li nava hevrêyên xwe baştir fêhm kir û hewl da taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih bike. Ji bo pûçkirina polîtîkayên taybet ên dijmin ku li herêma Serhedê ji bo gelê me ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dûr bixîne dimeşand, li vê qadê bi xurtî kete nava karên rêxistinkirina gelê me yê welatparêz ê li vê qadê. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar di demeke kurt de bû şoreşgerek ku ji aliyê gelê me yê Serhedê ve dihate hezkirin. Di dema vî karê xwe de zext û zordariya sîstema kapîtalîst a li ser civakê bi taybetî jî li dijî jinê nirxand, biryar da ku jiyaneke bi vî rengî ti carî qebûl neke û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi bandora kûr a têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunalîteyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi gavên ji xwe bawer, bi gerîlabûnê hewl da bibe milîtaneke jin a pêşeng. Tevî ku di gerîlatiyê de nû bû, bi berpirsyariyên mezin li her qadê xwest alîkariyê bide hevrêyên xwe û ji bo vê jî timî xwe bi pêş xist. Bi vê armancê xwe li qadên îdeolojîk, leşkerî û tenduristiyê bi pêş ve bir, bû fermandareke pêşeng a jinê. Bi taybetî ji bo pêşketina hevrêyên jin çi ji dest hat kir û di heman demê de hewl da hîn bibe. Hevrêya me Nûda her tim xwest biçe qadên herî germ ê şer; bi daxwaz û kelecana lêdana derbê li dijmin, ji bo hesabpirsîna komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Şengalê û Kobanê li gelê me kir, derbasî van qadan bû. Li van qadan demeke dirêj şoreşgerî kir, gelek caran sîng bi sîng li dijî dijmin şer kir û birîndar bû. Tevî vê yekê jî ti carî xwe venegirt, bi hişmendî û baweriya ji xwe ya nasnameya jinê ya azad hîn bêhtir kar kir, wezîfe û berpirsyariyên giran da ser milê xwe. Bi kûrbûn û kesayetiya xwe ya zîrek li her qadê serketî bû.

Ji bo hevrêya me Nûda gerîlatiya li herêma Serhedê bi gotina wê li herêma ku 'lê hînî jiyanê bû', xeyala herî mezin bû. Ji bo vê xeyala xwe pêk bîne gelekî hewl da û ev xeyala xwe bi cih anî. Tevî ku weke gerîla demeke kurt li qada Serhedê ma, bi sekna xwe ya bi pîvan a di nasnameya jinê ya azad de, bi dilnizmî û kedkariya xwe bû pêşeng. Weke fermandareke mînak a YJA Starê li qada Serhedê li dijî artêşa Tirk a dagirker pêşengî ji gelek çalakiyan re kir, wezîfeyên xwe yên demê bi cih anî.

MÎRAZ ARÎ

Hevrêyê me Mîraz li navçeya Qereyazî ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz û Kurdayetiyê ji dayik bû. Ji ber ku ji derdora malbata wî berdêl li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate dayin, hevrêyê me Mîraz partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Bi taybetî ji ber şehadetên ji derdora malbata wî, bêhtir bala wî çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û ji dil ve pê ve hate girêdan. Ji ber vê eleqeya xwe ji serdema ciwantiyê û pê ve tevlî gelek karên siyasî bû û hewl da wezîfeyên welatparêziyê bi cih bîne. Lê belê pê hesiya ku karê dike têra azadkirina gelê me nake û bi baweriya ku divê hîn bêhtir têkoşîn bê meşandin tevlî nava refên gerîla bû.

Di demekê de ku li dijî gelê me hewldanên komkujiyê hebûn û ji bo qirkirina gelê me ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve plan dihate kirin, hevrêyê me Mîraz tevlî nava refên gerîla bû. Bi giraniya pêvajoyê û berpirsyariyên xwe tevlî karên şoreşê bû. Di demekê de ku têkoşîn gelekî dijwar bû, bi sekna xwe ya cidî û kesayetiya xwe ya bêtawîz bû milîtanekî mînak. Ev sekna xwe kir şêweyekî jiyanê. Piştî pratîka zehmet a Serhedê ya 3 salan derbasî qada Başûr bû, perwerdeya leşkerî û îdeolojîk wergirt û firsend dît ku partiya me PKK'ê û Rêber Apo hîn bêhtir nas bike. Di kesayetiya xwe de şoreş afirand û gavên girîng avêt. Di hunera leşkerî de xwe şareza kir, taybetmendiyên gerîlayên serdema nû di kesayetiya xwe de bi cih kir. Di operasyonên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li herêma Heftanînê li dijî êrişên dijmin li refên herî pêş bersiv da û bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Ji bo derbasî qada Serhedê bibe ku qada destpêkê ya gerîlatiya wî bû, kete nava kûrbûnekê û di vê çarçoveyê de hewl da. Hevrêyê me Mîraz di van hewldanên xwe de bi ser ket û firsend dît ku li qada Serhedê vegere ku xewn û xeyalên xwe pêk bîne.

XWÎNRÊJ TEYÎ

Hevrêyê me Xwînrêj li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz a ku berdêl daye ji dayik bû. Kesayetiya xwe li nava malbateke welatparêz a eşîra Teyî ava kir. Ji ber welatparêziya derdorê, ji ber şehadeta kekê wî, partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Bi taybetî bi hişmendiya ku divê bersiv ji rastiya şehadetê re bê dayin, tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin û azad bibe, biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe.

Hevrêyê me Xwînrêj li herêma Gabarê tevlî nava refên gerîla bû, piştî ku demekê li vir gerîlatî kir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir jî perwerdeya leşkerî wergirt û derbasî herêma Heftanînê bû. Demeke dirêj li herêma Heftanînê ma, li vir bi pratîka xwe ya serketî bû fermandar. Hevrêyê me Xwînrêj, fermandarên hêja yên Botanê hevrê Adil Bilikî û Cûma Bilikî ji xwe re kir mînak; ji bo bi rengekî pak û bêhesab tevlî bibe çi ji dest hat bi rengê herî baş kir. Di vê çarçoveyêde li ku derê çi kar dibû bila bibe bêteredût tevlî bû û hewl da bersivê bide fedayîtiya cewherî ya PKK'ê. Bi baldariya xwe ya li ser hunera leşkerî û bi saya hunera xwe ya li vê qadê li Heftanînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû, erka xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Piştî ku demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma, mîna ku xewn û xeyala her gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ye pêşniyar kir ku derbasî herêma Bakur bibe û ev daxwaza xwe jî pêk anî. Hevrêyê me Xwînrêj ku yekî ji Botanê bû li Serhedê tevlî karên gerîlatiyê bû, di demeke kurt de hînî herêma Serhedê bû, bi gelê Serhedê re bû yek. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî ku taybetmendiyên modernîteya kapîtalîst negihîştî wî, bi kedkarî, pak û jidilbûna xwe, ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bû fermandarekî leheng ê Serhedê.

2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

21'ê Tîrmeha 2021'ê komek ji hevrêyên me dema ku bi erka xwe radibûn bi artêşa Tirk a dagirker re şer kir. Hevrêyên me Xwînrêj û Azad bi sekna milîtaniya Apoyî bi ser dagirkeran ve çûn û di şer de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Xwînrêj Şiyar
Nav paşnav: Ridvan Ozer
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Necla-Abdulvahap
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Tîrmeha 2021 / Serhed

Nasnav: Azad Guler
Nav paşnav: Mumtaz Okyay
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Fazîle-Nevzat
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Tîrmeha 2021 / Serhed

XWÎNRÊJ ŞIYAR

Hevrêyê me Xwînrêj li Çelê ji dayik bû, ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û bi sedan fermandarên leheng ji nava xwe afirandiye. Li Çelê ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de yek ji qadên herî çalak e û çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker lê xurt e, ji dayik bû. Lewma di demeke kurt de partiya me PKK nas kir. Di heman demê de li qadeke welê mezin bû ku dewleta Tirk a qirker ji aliyê leşkerî ve giraniyeke mezin dide ser û her tim zextê li gelê me dike. Ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me Xwînrêj di demeke kurt de tevlî nava refên têkoşînê bibe. Her wiha ji bo bibe hêjayî şehadetên ji derdora malbata xwe û ala wan lehengan a şoreşê hildin tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Xwînrêj ji ber ku şert û mercên herêma wî dişibe şert û mercên jiyanê yên gerîla di hînbûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand, di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger ji sala 2015'an û pê ve êrişên xwe giran kir, li qada Ertûşê hevrêyê me Xwînrêj tevlî gelek çalakiyan bû yên ku derbên giran li dagirkeran xist. Di dema operasyona Ertûşê de ku dewleta Tirk derbên mezin xwar, bi fedakarî û wêrekiya xwe bawerî da hevrêyên xwe. Bû mînakekî şênber ku nîşan da milîtanekî pêşeng divê çawa be. Piştre ji bo xwe li qada leşkerî bi pêş ve bibe û ji aliyê îdeolojîk ve şareza bike, bike milîtanekî Apoyî, tevlî karê perwerdeyê bû. Di dema perwedeyê de ji bo di rê û rêbazên gerîlatiya dema nû de bibe pispor, kete nava gelek hewldanan û bû fermandarekî pispor ê gerîla. Ji bo bersivê bide perwerdeya wergirtî bi biryardarî xwest li herêma Bakur tevlî pratîkê bibe. Hevrêyê me Xwînrêj bi israr derbasî herêma Bakur bû û gihîşt wê rûmetê ku gerîlatiyê li vê herêmê dewam bike. Dema ku li ser erka xwe bû li herêma Patnosê kete kemîna gerîla, li dijî bangên teslîmiyetê yên dijmin bi rêbaza fedayî ya Apoyî bersiv da. Bi wêrekiyeke mezin êriş bir ser dijmin û piştî şerekî giran tevlî lehengên nemir ên Kurdistanê bû.

AZAD GULER

Hevrêyê me Serhed li Mûşê ku yek ji navenda girîng a berxwedanê ya Serhedê ye jidayik bûye. Malbata hevrêyê me Azad piştî ku salên 90'î Têkoşîna Azadiya kurdistanê li qada Serhedê geş dibe bûye welatparêz, li gel hemû zext û zordariyên dijmin jî ji ya xwe nehatiye xwarê. Hevrêyê me Azad ku li nav malbateke wiha mezin bûy3i ji ber sedemên cuda li metropolê nTirk maye û li vê derê rastiya dijmin xweştir nas kiriye. Her wiha dîtiye ku pergala kapîtalîst mirov çawa ji rastiya wan dûr dixe, hîsên mirov ko idike. Hevrêyê me dîtiye ku jiyaneke wiha çendî bêmane ye, ji bo ku bibe xwedî jiyaneke bimane û her gava jiyanê têr û tije bijî biryar li ser dide ku tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe ku nirxên hevpar ê mirovahiyê diparêze.

Hevrêyê me piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe tesîrên pergalê yên ku li ser çêbûyî ji ser xwe davêje, xasetên pak û sade derdixine holê, behtir nêzî rastiya xwe dibe û bi vî rengî ber bi jiyana azad ve gav davêje. Her ku li paradîgmaya Rêber Apo a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hûr dibe pê derdixe ku zêdetir azad dibe û dibe şervanekî dilêr ê vê paradigmayê. Ji bo ku hesê komkujiya dewleta Tirk a qirker a dema Berxwedana Xwerêberiyê bipirse, ku gelê me bi hêza xwe ev berxwedan dikir, kûr diponije. Bawerî pê aniye ji bo ku ji dijminê qirker hesab bipirse her cure çalakî divê were kirin û ji bo ku vê pêk bîne berê xwe dide qada Bakur. Dema ku li ser peywira xwe bû li gel hevrêyê me Xwînrêj ketiye kesmîna dijmin û hevrêyê me Azad li vir heta bi hilma xwe ya dawî şer kiriye û şehîd bûye.

Di pêvajoyeke wiha de ku li herêma Serhedê têkoşîna şoreşê geş bûbû, ji bo ku hêzê bidine têkoşîna şoreşê hevrêyên me Nûda, Mîrz, Xwînrêj Teyi, Xwînrêj Şiyar û Azad ku enerjiyeke mezin derxistin holê, bûne ayiqî vê misyona xwe. Bi vê helwesta xwe bûne pêşengên pêngava me ya serfiraziyê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên lejeng, bila serê tevahiya gelê me sax be, em son dixwin ku birîana hevrêyên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn."