HPG: Şehîdên me biryardarî û israra azadiyê ne

HPG'ê 4 gerîlayên par şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Bişeng, Azad, Rûbar û Baz bûn nîşaneya biryardariya azadî û têkoşînê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 18'ê Gulana 2021'ê de me ragihandibû ku 11'ê Gulana 2021'ê hêzên me dema ji cihekî diçû cihekî din li qada Selmasê hêzên Îranê êrişî wan kir û 4 hevrêyên me li vê derê şehîd bûn. Eşkere bû ku di vê êrişê de hevrêyên me Bişeng, Azad, Rûbar û Baz şehîd bûne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bişeng Fîraz Zagros
Nav paşnav: Şehrîban Angi
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Têlî-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2021 / Serhed

Nasnav: Azad Rojhat Tendurek
Nav paşnav: Fetûllah Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Emîne-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2021 / Serhed

Nasnav: Rûbar Şawurî
Nav paşnav: Hasan Tûgrûl
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Sacîde-Lefîk
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2021 / Serhed

Nasnav: Baz Pîrdogan
Nav paşnav: Mûrat Edîs
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Adûlê-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2021 / Serhed

BIŞENG FÎRAZ ZAGROS

Hevrêya me Bişeng li Bazîdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Welatparêziya xurt a malbatê bandoreke kûr li hevrêya me Bişeng kir. Hevrêya me Bişeng bi bandora sekna jiyanê ya gerîlayên azadiyê û têkiliyên hevrêtiyê, di sala 2015'an de li herêma Serhedê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku demeke kurt li herêma Serhedê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê tevî perwerdeya bingehîn perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk jî wergirt. Di perwerdeyê de rastiya Rêber Apo û PKK'ê baştir fêhm kir. Hewl da rêbaza jiyanê, felsefe û şêweyê jiyanê yê Rêbertî bi kûrahî fêhm bike, xwest bibe xwedî jiyaneke bi vî rengî. Taybetmendiya berxwedêr a partiya me, diyarkeriya kedê bandor lê kir û xwest van taybetmendiyan di kesayetiya xwe de bi cih bike.

Hevrêya me Bişeng li gel danheviya xwe ya îdeolojîk her wiha ji bo bibe gerîlayeke profesyonel gelekî hewl da û di vê hewldana xwe de jî bi ser ket. Tevî vê yekê danheviya xwe ya îdeolojîk û leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir û di profesyonelbûna bi dehan hevrêyên xwe de bû xwedî kedeke mezin. Hevrêya me Bişeng ku haya xwe ji pêvajoya şoreşê ya heyî hebû, di ehman demê de zanî bû ku li pêşiya wê wezîfeyên divê bi cih bêne anîn hene. Lewma jî her tim berê xwe da Bakurê Kurdistanê, bi têgihiştina têkbirina dijmin a li Bakurê Kurdistanê tevgeriya. Ji bo vê jî timî pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê û di vê pêşniyarê de jî bi israr bû. Piştî ku pêşniyara wê qebûl bû, bi kelecaneke mezin berê xwe da Bakur. Zanî bû ku armanc û hêviyên bi hezaran hevrêyên şehîd li pêşiya wê ye. Bi berpiryariya bicihanîna armancên şehîdan û bi tecrûbeya gerîlatiya bi dehan salan a partiya me dest bi pratîkê kir. Hevrêya me Bişeng ti carî tevlîbûneke ji rêzê ji bo xwe qebûl nekir û weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng hewl da wezîfeyên xwe bi cih bîne û di vir de bi ser ket.

AZAD ROJHAT TENDUREK

Hevrêyê me Azad li navçeya Ebex a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çanda Kurdîtiyê ya malbata xwe mezin bû. Ji ber karakterê kedkar ê malbatê, hevrêyê me Azad zû bi kedê hesiya. Hîn di zarokatiyê de tevlî çalakiyên Newrozê bû, bi vî rengî bû xwedî hişmendiya Kurdîtiyê û bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me re derfet bi dest xist ku partiya me PKK'ê bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Azad ku baweriya xwe pê anî ku PKK wê armanca azadiyê ya gelê me pêk bîne, ji bo wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne tevlî nava karên ciwanan bû. Di nava karên ciwanan de bû xwedî pratîkeke serketî. Di dema vî karî de du caran dîl kete destê dijmin, demeke dirêj li zindanên dijmin ma. Di dema dîlgirtinê de sekneke milîtanî nîşan da, bi vî rengî xwedî li mîrateya berxwedanê ya zindanan a partiya me derket. Hevrêyê me Azad piştî ku ji zindanê derket ji bo xwe bigihîne partiya me gelekî hewl da û sala 2014'an li herêma Serhedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Azad demeke dirêj li herêma Serhedê kar kir, li vê derê perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê wergirt û ji ber ku firsend bi dest xist ji bo perwerdeya wergirtî derbasî pratîkê bike, di demeke kurt de tiştên hîn bû, di kesayetiya xwe de bi cih kir. Li herêma Serhedê tevlî gelek çalakiyan bû û di lêdana derbên mezin de bû xwedî kedeke mezin.

Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li qada Avaşînê pratîkeke serketî kir. Hevrêyê me Azad ku ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbe bû, ji bo berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên demê bi rengekî rast bi cih bîne, gihîşt wê baweriyê ku divê xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî şareza bike, bi vê armancê pêşniyar kir ku tevlî perwerdeya îdeolojîk bibe. Bi perwerdeya îdeolojîk re ji bo bicihanîna wezîfe û berpirsyariyên xwe re ji aliyê partîbûnê ve gelekî bi pêş ve çû. Hevrêyê me Azad di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir û nêrînên xwe yên li ser leşkerî û siyasetê dewlemendtir kir û hewl da li gorî ruhê serdema nû tevbigere. Piştî ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe gihand astekê, ji bo karibe li dijî faşîzma dewleta Tirk şer bike, ku li hemberî wê xwedî hêrseke mezin bû, pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Ji bo hesabê komkujiyên dijmin bipirse yên ji Cizîrê heta Efrînê, berê xwe da Bakur û bi daxwaz û biryardariya têkoşînê wê her tim rê nîşanî hevrêyên xwe bide.

RÛBAR ŞAWURÎ

Hevrêyê me Rûbar ji malbateke Dihê ya Sêrtê li bajarê Mersînê ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Rûbar di salên 1990'î de ji ber şewitandina gundan ji aliyê dijmin ve, neçar ma koçî Mersînê bike. Hevrêyê me Rûbar ku ji malbata wî ya welatparêz gelek kes tevlî refên gerîla bûn û şehîd bûn, ji ber ku li nava malbateke bi vî rengî mezin bû, hîn ji zarokatî ve bû xwedî têgihiştina Kurdîtiyê. Li Mersînê jî zext û zordarî li malbata wî hate kirin, vê yekê hêrsa hevrêyê me Rûbar a li hemberî dijmin zêdetir kir û ji bo vê hêrsê veguherîne têkoşînê kete nava lêgerînê ku tolê ji dijmin hilîne. Hevrêyê me Rûbar di serî de karên ciwanan cihê xwe di nava gelek karî de girt, lê gihîşt wê baweriyê ku bi rê û rêbazên heyî gelê me nikare azad bibe. Li hemberî hewldanên dijmin ku bi hemû derfetên xwe hin komên çete bi ser gelê me yê li Rojava ve şand û hewl da destketiyên li Rojava tune bike, tevlî nava Hêzên Azadiyê yên Rojava bû û demekê li qada Rojava cihê xwe di nava karên şoreşê de girt. Li nava refên Hêzên Azadiyê yên Rojava tevlî şerê li dijî çeteyan bû, bi wêrekî û sekna xwe ya fedakar, bû milîtanekî bi mînak. Bicihbûna felsefeya Rêber Apo li qada Rojava, bandor li hevrêyê me

Rûbar kir, roj bi roj îdeolojiya Rêbertî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Her wiha li qada Rojava gelek hevrêyên hêja nas kir, şehadeta van hevrêyan bandoreke giran lê kir. Piştî demekê ji bo bicihanîna armancên van hevrêyan berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi perwerdeyên li vê derê wergirtî derfet dît ku felsefeya Rêbertî û jiyana PKK'ê baştir fêhm bike. Her ku di jiyana PKK'ê û têkiliyên hevrêtiyê de kûr bû, hîn bêhtir bi jiyanê ve hate girêdan û ji bo parastina vê jiyanê jî kete nava têkoşîneke mezin. Hevrêyê me Rûbar ku haya xwe ji girîngiya pêvajoyê hebû, zanî bû ku bi têkoşîneke bêeman serketin dikare bê bidestxistin. Ji ber vê jî timî dixwest li Bakurê Kurdistanê têbikoşe, lewma xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve amade kir. Hevrêyê me Rûbar ku bi enerjiya xwe ya bê dawî bû şoreşgerekî bi lez, li her cihê ku lê ma bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Rûbar ku xwedî sekneke bibe mînak ji hevrêyên xwe re bû, ji bo me hinceta mezinkirina têkoşînê ye.

BAZ PÎRDOGAN

Hevrêyê me Baz li Bazîdê ku yek ji navendên qada berxwedanê ya Serhedê ye li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Tevî ku li YÎBO xwend, ku yek ji navendên bicihanîna polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin e, Kurdîtiya xwe parast. Mîna cewhereke ji hesin ku sîstema dewleta Tirk nekarî di çerxê xwe yê qirkirinê de bihêre, li dijî asîmîlasyon û rejîma qirkirinê bû xwedî helwest. Lewma hîn ji zarokatiyê ve rastiya dijmin nas kir, di heman demê de rê û rêbazên têkoşîna li dijî vî dijminî afirand. Hevrêyê me Baz ku ji malbateke kedkar bû, hîn di demên ciwantiyê de li metropolên Tirkiyeyê kar kir, jiyana xwe bi keda xwe dewam kir. Li cihên ku lê xebitî cihêkariya faşîzan a ji ber dewleta qirker dît û hîn bêhtir xwe li çanda xwe girt, xwedî li çanda xwe derket. Her wiha gihîşt wê baweriyê ku tenê bi têkoşînê dikare dawî li zextên faşîzan ên dijmin ên li ser gelê me bîne. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de li hemberî polîtîkaya koçberkirina gelê me û komkujiyên ku ji aliyê dijmin ve hate kirin, gelekî bi hêrs bû. Dema ku dijmin êrişî Efrînê kir, li hemberî vê dagirkeriyê gelekî bi hêrs bû û biryar da bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê sala 2018'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo taktîkên gerîla yên serdema nû bi cih bîne, perwerdeya gerîlatiya profesyonel wergirt û xwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Xwest bi têkoşîneke xurt a li Bakurê Kurdistanê hesabê komkujiyên ku dijmin li gelê me kiriye bipirse, baweriya xwe bi wê anî, azadiya ku gelê me bi sedan sal in di vê oxirê de têdikoşin, tenê bi vî rengî dikare bi dest bixe. Hevrêyê me Baz ku bi kesayetiya xwe ya xwezayî û kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û urmetê, bi sekna xwe timî ji hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyên me Bişeng, Azad, Rûbar û Baz ku di rêya misogerkirina azadiya gelê me de ji bilî îradeya wan a xurt a Apoyî tiştekî wan tune bû, bûn nûnerên biryardariya azadî û têkoşînê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."