HPG: 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî parve kir:

"Di çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 3 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

10'ê Mijdarê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

10'ê Mijdarê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

10'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

10'ê Mijdarê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, di çalakiya sûîqestê ya tîmên me yên bi tevger de dagirkerek hate cezakirin.

10'ê Mijdarê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sacayê tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê dagirkerek ceza kirin.

10'ê Mijdarê saet di 21:20 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

10'ê Mijdarê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

9'ê Mijdarê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek ku li ser çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs difiriya ji aliyê tîmên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin.

10'ê Mijdarê saet di 08:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, di çalakiya sûîqestê ya tîmên me yên bi tevger de dagirkerek hate cezakirin.

10'ê Mijdarê saet di 12:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

10'ê Mijdarê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Çekdar xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

10'ê Mijdarê saet di 10:30 û 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat bi bombeyên qedexekirî yên giran 2 caran hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

10'ê Mijdarê zeviyên Serê Metîna û qada Girê Biharê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Şehîd Fedakar, Girê Amediyê û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."