HPG: 6 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku di encama 'çalakiyên xurt' de 6 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de ku Roja Fedaîtiyê lidar xistin, 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, kepçeyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî Qadên berxwedanê kir, 23 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û helîkopterên êrîşê bombardûman kir."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

29'ê Hezîranê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê li dagirkeran xistin.

30'ê Hezîranê saet di navbera 07:10-07:30'î de li dijî dagirkerên ku dixwestin xwe nêzî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, sê caran bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Piştî vê destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

29'ê Hezîranê saet di 09:18'an de û 30'ê Hezîranê saet di 07:50'î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Karker bi cih bibin bi çekên giran çalakî hate lidarxistin.

29'ê Hezîranê saet di 16:00 de hêzên me li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi qada Çemço ve biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

28'ê Hezîranê saet di 10.40'î de li qada Girê Sor a ser bi Çelê, li dijî dagirkerên ku bi armanca dagirkeriyê rêya leşkerî çêdikirin, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di encama derbên xurt ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û kepçeyeke dagirkeran hate îmhakirin.

29'ê Hezîranê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, sîstemeke kamera ya mobesse ku dagirkeran dixwestin li qadê bi cih bikin, ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin. Heman saetê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkerên li qadê xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

29'ê Hezîranê saet di 12:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên tevdigeriyan çalakiya sûîqestê hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

28'ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Karker û Şikefta Birîndara 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

29'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê Karker û Girê FM bi dehan caran bi obus û hawanan hatin bombekirin, li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî drone geriyan.

29'ê Hezîranê qadên Şikefta Birîndara, Kurojahro, Kokerê, Mamreş, Şehîd Harûn û Şehîd Tolhildan 11 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

29'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Çemço, Sîda û Karker 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."