HPG: 5 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla de 5 dagirker hatin cezakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker jî 6 caran bi çekên qedexekirî û kîmyewî êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û li ser çalakiyên grîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe hîn bêhtir li ser desthilatdariyê bimîne artêşa Tirk derdixîne seferên dagirkeriyê û bi encamên ji vê derê werbigire hesabê misogerkirina paşeroja xwe dikin. Ev hesabên rejîma faşîst li dîwarê bexwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ket. Hûlûsî Akar û Tayyîp Erdogan ku di serî de Zap, Avaşîn û Metînayê di êrîşên li Kurdistanê de nekarîn encamê bi dest bixin, lewma jî serî li rê û rêbazên hovane û sûcên şer dan, ferman dan ku cenazeyên leşkerên xwe bişewitînin. Hesabên vê rejîma faşîst ku bi hêrsa desthilatdariyê dîn û har bûye û ji mirovbûnê derketiye, ji ber ku li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çû, senaryoyên xwe yên qirêj kir hincet û êrîş bir ser gelê Kurd ê sivîl û bêguneh. Di êrîşên artêşa Tirk ên ji 19'ê Mijdarê heta 20'ê Mijdarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, ti windahiyên me çênebûye.

Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 32 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

19'ê Mijdarê sate di 08:30 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperê şer ên li Şehîd Agir xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

19'ê Mijdarê saet di 08:30 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî û giran 2 caran li dagirkeran xistin.

19'ê Mijdarê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

19'ê Mijdarê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

19'ê Mijdarê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, helîkopterên Skorksy ên xwestin hêzên xwe li qadê daynin bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

19'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê çeperên şer ênl i Şehîd Botan û Şehîd Serxwebûn 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

19'ê Mijdarê saet di navbera 14:00 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19'ê Mijdarê li Garê qada Kanî Talkê, li Qendîlê qadên Girê Şêxnasir, Girê Roj, Girê Hîwa, Gundê Bêpalan, Dola Balayan, Girê Zergelê û Gundê Silê bi balafirên şer 32 caran hatin bombekirin.

19'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Saca, Girê Amediyê û Girê Cûdî 40 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

19'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girêw FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."