HPG: 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîl daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de;

25'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li çiyayê Kato Xelîla yê Eyaleta Botanê, li dijî dagirkerên li ber rêya leşkerî ya dagirkeriyê ya ji qada Geliyê Şax ber bi Çelê Bûka ve, çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha li konekî hate xistin ku dagirker tê de bûn, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

30'ê Hezîranê saet di 07:10'an de li herêma Zapê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Xeregolê hate xistin. Di vê çalakiyê de derb li gelek kozikên dijmin hate xistin û herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

30'ê Hezîranê saet di 08:30'î de li qada Girê Silêman hêzên me dagirkerên li qadê xistin bin kontrola xwe û bi sûîqestê li dagirkeran dan ku hewl didan kozikê çêbikin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate cezakirin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê ketin nava panîkê dest ji kozikên xwe berdan û reviyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser vê liv û tevgera dijmin wiha ne:

30'ê Hezîranê saet di navbera 22:30-23:30'î de li herêma Metînayê, derdora gundê Hirorê û quntara Girê Şehîd Çiya bi helîkopteran hate bombekirin.

30'ê Hezîranê saet di navbera 22:30-23:30'î de li herêma Avaşînê quntara Girê Şehîd Întîkam bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

30'ê Hezîranê saet di navbera 22:30-01:00 de li herêma Avaşînê tunelên şer ên li qada Werxelê bi helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin bombekirin.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye."