HPG: 36 dagirker hatin cezakirin, cenazeyê dagirkerekî di destê me de ye

HPG: Hêzên me bi ruhê 14’ê Tîrmehê gelek çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 36 leşkerên Tirk hatin cezakirin, dronek hate îmhakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin. Cenazeyê dagirkerekî di destê hêzên me de ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker ev daxuyanî da:

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê alaya têkoşînê ya Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê diyar kiriye û ruhê wê afirandiye, li çiyayên Kurdistanê li ba dike. Hêzên me bi ruhê 14’ê Tîrmehê gelek çalakî kirine. Di van çalakiyan de 36 dagirker hatine cezakirin, 7 dagirker birîndar bûne, dronek hate îmhakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin, demançeyek, du çekên HK-416 ên ku Elmanya ew çêkiriye, 2 cîhaza niqtekirinê ya lazerê, 2 aparata çeka ku ronahiyê belav dike û laserkeke Aselsanê hatine desteserkirin. Artêşa Tirk a dagirker her carê hejmara mirî û birîndarên xwe yên li qadên şer ji gelên Tirkiyeyê û raya giştî vedişêre. Ji bo ku bibe îspat hêzên me dest danîne ser cenazeyê leşkerekî dagirker. Artêşa Tirk a dagirker li qadên şer nekariye encamekê bistîne û 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan tunelên şer bombe kiriye. Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de Qadên Berxwedanê bi dehan caran bi obusan, 22 caran bi balefiran û 33 caran jî bi helîkopterê bombe kiriye.

Çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 6’ê Tîrmehê e saet di 01.00’an de dema ku dagirkeran xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Têkoşer werin, bi taktîka sabotajê li wan hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 14.00’an de li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên me bi çekên giran li helîkoptera Skorsky dan. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter ji qadê çûn.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de dema ku dagirkeran xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê werin, tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi taktîka sabotajê li dagirkeran dan. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 17.40’an de li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan. Saet di 18.00’an de careke bin çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirker neçar man ku qedemeyekê vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 5’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de li dora çeperên şer ên Şehîd Umîd bi sûîkastê dagirkeran hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 15.00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê li dronekê hate xistin û dron hate îmhakirin.

Di 6’ê Tîrmehê saet di 08.30’an de dema ku dagirkeran xwestin tunelên şer ên Şehîd Rêber a Qada Berxwedanê ya Karkerê bombe bikin, hêzên me taktîka sabotajê li dagirkeran dan. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man qedemeyekê vekişin.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê hate xistin. Dagirkeran derb xwarin û qedemeyekê vekişiyan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 6’ê Tîrmehê saet 11:40’an de dagirkerên li Girê Sêdarê ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê hatin hedef girtin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 6’ê Tîrmehê saet 12:25’an de dagirkerên li Girê Sêdarê ya Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran hatin derbkirin.

Di 6’ê Tîrmehê saet 12:25’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 6’ê Tîrmehê saet 13:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin. Dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin dîsa hatin derb kirin û dagirkerek birîndar bû. Cenazeyê dagirkerê ku hatî ceza kirin di bin kontrola hêzên me de ye.

Di 6’ê Tîrmehê saet 22:40’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 6’ê Tîrmehê saet 21:30’an de helîkopterên êrîşê ku Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bomberdûman dikirin, ji aliyê hêzên me ve bi awayekî bi bandor hatin derbkirin û helîkopterekî jî derbe xwar. Helîkoptera derbkirî neçar ma ji herêmê dûr bikeve.

Di 6’ê Tîrmehê saet 22:00’an de dagirkeran bi kûçikan ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve ketibûn tevgerê. Ev koma dagirker ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin kontrolkirin û bi çalakiyên koordînekirî yên gerîla wan xistin kemînê. Saet 23.20’an derbên bi bandor ji du aliyan ve li dagirkeran hatiye xistin û 13 dagirker hatine cezakirin, 2 jî birîndar bûne. Helîkoptera Skorsky a ku hewl dida dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne bigire, ji aliyê hêzên me ve hate hedefgirtin û xistin. Helîkoptera ku derbên giran lê hat xistin û dûman pê ket û beriya ku dagirkeran li erdê bigire neçar ma ji herêmê derkeve.

Di 7’ê Tîrmehê saet 00:00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirker ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka vedizînê hatin gulebarankirin û 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 6’ê Tîrmehê ji saet 22:00’an heta 7’ê Tîrmehê saet 02:15’an, li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi pêşengiya tîmên me yên YJA Starê bi taktîkên sûîqestê 6 car çalaki pêk anîn û 6 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên hatin cezakirin bi saetan di bin kontrola hêzên me de man.

Di 7’ê Tîrmehê ji saet 01.00’an heta saet 02.00’an dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîkên sûîqestê 4 car çalakî pêk anîn û 4 dagirker hatin cezakirin.

Di 7’ê Tîrmehê saet 08:15’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan ên li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, derbên giran li wan xistin û herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me bi ser cenazeyên 2 dagirkeran ve çûn demançeyeke Glock, 2 tivingên piyade yên HK-416 ên Elmanî, 2 nîşankerên lazer, 2 alavên çeka tîrêjavêj û laserkeke Aselsan desteser kirin. Cenazeyê dagirkerekî di destê hêzên me de ye.

Êrîşên ku artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kirine;

6’ê Tîrmehê tunêlên şer ên Şehîd Yunus ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî du caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hat dîtin ku ji gazên bi jehrî yek jê zer, ya din jî gewr e.

6’ê Tîrmehê, tunêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê, 5 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

6’ê Tîrmehê, tunêlên şer ên Şehîd Rêber ên li Qada Berxwedanê ya Karker du caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

6 û 7’ê Tîrmehê tunêlên şer ên Şehîd Têkoşer bi çekên giran hatin bombekirin.

6 û 7’ê Tîrmehê, çeperên şer ên Kokerê, 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine;

6’ê Tîrmehê, firîna dronan li ser Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Çemço, Girê Hekarî, Girê FM û Girê Cûdî dewam kir û dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM darên li nav erd dibirin.

6’ê Tîrmehê, Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Çemçoyê ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

6’ê Tîrmehê, Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Şehîd Şahîn, Karker, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hekarî û Werxelê 33 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 6 û 7’ê Tîrmehê de, qadên Sîda, Girê Bihar û Qada Sergelê, Geliyê Şêranê, Gundê Çemrobotkî, Kanîsarkê, Deriyê Hirçê yên li ser Qada Gareyê û qada Sinînê ya li ser herêma Xakurkê 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”