HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin. HPG'ê ragihand ku di êrîşên dema dawî yên artêşa Tirk de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Tirk a dagirker qadên hêzên me ji hewayî û bejahî ve bênavber bombe dike. Hêzên me yên gerîla bi rê û rêbazên serdema nû van êrîşên artêşa dagirker têk dibin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker ku nikare ti encamê bi dest bixe û medya wê ya şer ê taybet îdîa dikin ku di van êrîşan de hêzên me gelek windahî dane û bi rengekî eşkere derewan dikin. Di êrîşên dema dawî yên artêşa Tirk de tiştek bi hêzên me nehatiye. Dewleta Tirk bi van derewên şerê taybet rewşa xwe ya neçare û tengavbûyî nîşan dide."

Di daxuyaniya HPG'ê de agahiyên berfireh li ser mijarê hatin dayin. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

15'ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û bi vê destwerdanê re liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

15'ê Mijdarê saet di 10:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Mijdarê saet di 04:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Mijdarê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

15'ê Mijdarê saet di 14:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Mijdarê saet di 11:30, 12:00, 17:00, 17:15 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

17'ê Mijdarê saet di 12:30 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

18'ê Mijdarê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

16'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

16'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 19 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

15 û 16'ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 17 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

15 û 16'ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi droneyeke bombebarkirî û 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15 û 16'ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, Qada Serê Metîna ya li herêma Metînayê carekê û Qada Şehîd Şerîf a li herêma Xakurkê 2 caran, bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Mijdarê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopteran hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."