HPG: 3 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobesseyek hate rûxandin. Derb li helîkoptereke êrîşê û kepçeyekê hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li hemberî êrîşên mêtingeran berxwedana dîrokî mezin dikin û xwe ji kevneşopiya esîl a têkoşîna me ya azadiyê xwedî dikin, ji bo silavkirina Berxwedana 14'ê Tîrmehê çalakiyan dewam dikin. Di encama van çalakiyan de ku ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi afirîneriyeke mezin hatin kirin, 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobesseyek hatin îmhakirin, sîstemeke kamera ya mobesse û 2 cîhazên UPS desteser kirin, derb li helîkoptereke êrîşê û kepçeyekê xistin.

Artêşa Tirk a dagirker 20 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 7 caran bi balafirên şer, 18 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombe li Qadên Berxwedanê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

- 12'ê Tîrmehê saet di 14:10'an de li derdora Girê Şehîd Şahan ê Xakurkê, li dijî dagirkeran çalakiyên serdegirtinê hatin lidarxistin. Li girê ku dagirkeran vala kiribûn çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin, sîstemeke kamera ya mobesse û 2 cîhazên UPS hatin desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

12'ê Tîrmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, li dijî dagirkerên ku çeper çêdikirin, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de derb li kepçeyekê hate xistin û karê çêkirina çeperê hate rawestandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

12'ê Tîrmehê saet di navbera 07:00-09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên şer hatin barandin. Dagirkeran xwestin cara sêyemîn bombardûmanê bikin, lê vê carê hêzên me bi rêbaza sabotajê li wan dan û 2 dagirker ceza kirin.

12'ê Tîrmehê saet di navbera 11:00-13:10'an çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Piştre jî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê dest li dagirkeran werdan û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

12'ê Tîrmehê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me bi sûîqestê li dagirkeran xistin û dagirkerek ceza kirin.

12'ê Tîrmehê saet di 19:10'an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi sabotajê çalakî kirin.

12'ê Tîrmehê saet di 23:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hêzên me li helîkopterên êrîşê reşandin. Derb li helîkopterekê hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

12'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê Şikefta Birîndara çeperên şer 5 caran bi çekên kîmyewî, teqemeniyan û bombeyên fosforê hatin bombekirin.

12'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî çeperên şer 2 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

12'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

13'ê Tîrmehê, serê sibehê çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Karker 2 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Hate tespîtkirin ku hin ji van çekên kîmyewî yên ji aliyê dagirkeran ve hatin bikaranîn bi rengê sor, gewr, hinek ji wan bêreng bû; van madeyên kîmyewî qirika mirovan dişewitînin û sînga mirovan dixitimînin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer wiha ne;

12'ê Tîrmehê drone li ser qadên berxwedanê yên Girê Hakkarî û Kurojahro geriyan.

12'ê Tîrmehê li Garê derdora gundê Sêdarê, li Xakurkê Sinînê û li Zapê jî qadên Saca û Çemço 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê, Girê Hakkarî, Kurojahro û Werxelê 18 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

10 û 12'ê Tîrmehê Girê Hakkarî û Girê FM ên Metînayê, derdora gundên Hirorê û Kêste ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Di bombardûmanên dagirkeran de xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû."