HPG: 23 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorskyekê hate xistin, 6 çeper hatin îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 6 çeper û 2 mayîn hatin îmhakirin. Derb li helîkoptereke Skorsky û wesatîyeke leşkerî hate xistin. 3 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê îdeolojiya Apoyî û bi pêşengiya şehîdên me yên pîroz têkoşîna xwe ya li dijî artêşa Tirk a qirker û dagirker bênavber didomîne. Hêzên me yên ku ji destpêka êrîşên dagirkeriyê yên 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve berxwedaneke destanî nîşan didin, di heman demê de derbên giran li dagirkeran xistin û nehiştin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bigihêje armancên xwe. Bi ruhê fedaî, cesareta bilind û afirîneriya taktîkî, di şert û mercên herî dijwar de bi pêngava ku diçe ser dijmin û ji bo dagirkeran ji ser axa Kurdistanê derxînê, hêzên me têkoşîna xwe bênavber didomîne. Partiya me bi vê ruh, hişmendî û îradeya xwe ji bo silavkirina salvegera damezrandina PKK'ê û ji bo silavkirina meşa wê ya nîvsedsalî û berxwedana hevrêyên me yên ku îro di tunelên şer de bi fedakarî li ber xwe didin, gelek çalakî li dar xistin.

Di encama çalakiyên hêzên me de; 23 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 6 çeper û 2 mayîn hatin rûxandin. Derb li helîkoptereke Skorsky û wesayîteke zirxî jî hate xistin

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê, carekê bi bombeyên qedexe û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di heman demê de 6 caran bi balafirên şer, 44 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombebaran kiriye.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de;

16’ê Mijdarê saet 20:45’an, tîmên me yên gerîla ji 4 milan ve li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiyeke koordîneyî li dar xistin. Milê yekem; bi bombeyên destan li çeperekê xist û 4 dagirker ceza kir, çeperek jî îmha kir. Milê duyemîn, bi bombeyên destan û çekên ferdî li çeperên dagirkeran xistin û 2 dagirker ceza kirin. Milê sêyemîn, bi çekên giran û taktîkên sûîqestê li dagirkeran da û 6 dagirker ceza kir. Milê çaremîn, bi çekên navîn ên otomatîk û taktîkên sûîqestê li çeperên dagirkeran xistin, 2 dagirker ceza kirin û 3 çeper jî îmha kirin. Dema ku hêzên me bi ruhekî fedaî diçûn ser leşkerên Tirk ji aliyê ku hêzên PDK’ê hebû, gule li hêzên me hatine reşandin.

Di vê çalakiyê de bi qasî ku hêzên me karîbûn zelal bikin, herî kêm 14 dagirker hatin cezakirin, 6 çeper jî bi temamî hatin rûxandin. Rêhevalên me Milîtan, Serxwebûn û Nejwan ên ku bi ruhê fedaî û lehengiya xwe ya bilind bê tirs meşiyan ser çeperên dagirkeran û tirseke mezin di nava dagirkeran de bi cih kirin, li ser xeta fedaî şer kirin û derbên giran li dagirkeran dan. Her sê hevalên me di vê çalakiyê de bi giranî birîndar bûn, heta nefesa xwe ya dawîn şer kirin, piştre bombeyên xwe di xwe de teqandin û şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re, ji gelê Amed û Qoserê û bi taybetî ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Milîtan, Nejwan û Serxwebûn re dixwazin ku bi çalakiyên xwe îspat kirin ku ew bi şêwazeke fedaî dimeşin ser dijmin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Milîtan Heqî

Nav û paşnav: Ahmet Yavûz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Makbûle – Davût

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Mijdara 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Nejwan Mêrdîn

Nav û paşnav: Neşvan Kanbûr

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav: Terfa - Îzzettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Mijdara 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Serxwebûn Baz

Nav û paşnav: Hamza Aykût

Cihê jidayikbûnê:  Mêrdîn

Navê dê û bav: Ayhan - Arap

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Mijdara 2022’an / Metîna

MILÎTAN HEQÎ

Hevrêyê me Milîtan li navçeya Bismilê ya Amedê di malbateke welatparêz û xwedî çanda civakî de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya derdora malbatê bû sedem ku hevrêyê me Milîtan di temenê xwe yê biçûk de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas bike. Hevrêyê me Mîlîtan bi zanebûna rastiya gelê Kurdistanê û êrîşên qirkirinê yên ku pê re rû bi rû maye, weke her ciwanên Kurd ên bi rûmet rêya têkoşînê hilbijartiye. Ji bo tevlîbûna gerîla 27'ê Mijdara 2014'an, rojeke gelekî watedar û dîrokî hilbijart. Hevrêyê me Mîlîtan bi destpêkirineke pir watedar tevlî nava gerîla bûye û berê xwe ya meşa şoreşê diyar kiriye. Hevrêyê me Milîtan li Metîna perwerdeya xwe ya yekem a gerîla dît û li wir dest bi pratîkê kir. Bi taybet li ser xeta sînor sê salan xebatên pratîkê meşand. Pratîka wî ya dijwar a li vir bi saya jêhatîbûn, zîrekbûna wî, afirînerî û dîsîplîna wî ya leşkerî serketî bû. Hevrêyê me Milîtan ê li gel ked û tevlîbûna xwe ya di nava jiyana gerîla de bi cesareta xwe ya bilind dihat naskirin, bi taktîkên cuda beşdarî gelek çalakiyên serkeftî bû. Di çalakiyan de li eniya herî pêş cih girtiye, carinan sivik birîndar bûye, lê bi şêwazên herî xurt derbên giran li dijmin xistiye. Bikaranîna gelek çekan di pratîkê de hîn bûye û di şêwaz û taktîkên gerîlatiyê de pisporî esas girtiye.

Ji bo meşa xwe yê fedaî bi awayeke serkeftî di nava şoreşê de bidomîne û her dem li ser esasê fedaîbûnê têbikoşe tevlî Hêzên Taybet dibe. Hevrêyê me Milîtan ku li ser bingeha îddîa û biryara fedaîbûna bilind tevlîbûn esas girt, zû pêş ket. Bi kesayetiya xwe ya jixwebawer, însîyatîf û azwer kariye bi lez û bez gelek xebatên bi pisporî hîn bibe û bi serkeftî pratîk bike. Hevrêyê me Mîlîtan ku di her kêliya jiyanê û şer de xwe feda kiriye, mîna navê xwe bûye milîtanekî Apoyî û bûye mînak ji hemû hevrêyên xwe re. Dîlgirtina Rêberê me di sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de, êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, zext û zordariya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hêrsa hevrêyê me Milîtan a li dijî dijminê qirker ê dagirker zêde kiriye. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Milîtan ku dilê wî mîna volkanekî dişewitî, gelek caran ji bo çalakiya fedaî pêşniyara xwe kiriye û bi israr bûye ku ev pêşniyara xwe pêk bîne. Fedaîbûn ne tenê weke çalakiyekê, weke rêbazek jiyana apoyî fêhm kir û veguherand şêweyê tevlîbûnê.

Di rojnivîska ku di sala 2017’an de nivîsand de hestên xwe bi van gotinan anî ziman: ‘Di xeta jiyana azad de jiyankirin û di şer de mirin rûmet e. Vê bi awayeke fedaî pêk anîn, nabe şansê her mêrxasekî. Em her tiştî dipejirînin, cesedê me perçe bikin û kaş bikin jî, lê em qet qebûl nakin ku bê rûmet bijîn. Ji ber ku em dizanin têkoşîna me bi şehadeta me mezintir dibe û nêzî serketinê dibe. Em tenê fedaiyên Rêberekî ne, fedaiyên gel in. Dema em li dijmin dixin em dijîn. Ji ber ku yên şehîd bûn, ji bo vê al radestî me kirin. Ji bo rojên bêtir azad.’

Hevrêyê me yê Milîtan, yek ji kedkar û fermandarên mezin ên pêvajoya berxwedana destanî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna bê hempa beşdarî pêvajoyê bû. Bi cesareta herî bilind û bê tirs ser dijmin çûye û bû mîlîtanê xweparastinê yê şoreşgerî yê serdemê. Li Girê Şehîd Pîrdoxan ê girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê derbeyên pir giran li hêza dijmin dan. Di çalakiya xwe de ruhê fedaî yê Sara û Rûkenan bi cih anî û weke fermandarê me yê fedaî yê nemir ku em ê her tim wî ji xwe re mînak bigirin, tevlî karwanê şehîdan bû.

NEJWAN MÊRDÎN

Hevrêyê me Nejwan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku bi dilsoziya xwe ya ji bo xaka xwe û welatparêziyê tê naskirin, di malbat û derdoreke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Welatparêziya malbat û derdora wî bû sedem ku hevrêyê me Nejwan di temenê xwe yê biçûk de PKK’ê nas bike û sempatiya wî pêş bikeve. Hevrêyê me Nejwan di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê zext, êşkence û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd. Ji ber wê hêrs û nefreteke mezin li dijî dijmin jiya. Bi taybetî di salên 2013-2015'an de êşkenceya li cenazeyên ciwanên Kurd ên serî li ber van polîtîkayan netewandin, bû sedem ku hevrêyê me Nejwan li rê û rêbazên têkoşîna li dijî vê faşîzmê bigere. Hevrêyê me Nejwan li şûna ku ji dûr ve lehengiya di rizgarkirina Kobanê û berxwedana Rêveberiya Xweser de temaşe bike, xwest di nava destanên tên afirandin de cih bigire û li ser vê bingehê di sala 2015’an de beşdar bû.

Hevrêyê me Nejwan ku bi kesayeta xwe ya kedkar û bi coş a ji roja ku tevlî bû, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, ji eleqe û hezkirina hevrêyên xwe moral girtiye û bi awayekî aktîftir tevlî jiyanê bûye. Bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar a di jiyanê de dihat naskirin û heta kêliya ku gihişt şehadetê vê tevlîbûna xwe domand. Hevrêyê me Nejwan ê ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de ji sîng, dest, zik û serê xwe birîndar bibû, bi îrade û biryardariyeke mezin li ber xwe da û tevî van hemû birînan jî têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me Nejwan ku di şer de xwe zêdetir pêş dixe, ji ber sekna xwe ya jiyanê û serkeftina xwe ya di şer de ji aliyê hevrêyên xwe ve hatiye xelatkirin. Hevrêyê me Nejwan li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ya ku bi desteka dewleta Tirk a qirker û faşîst li Rojhilata Navîn komkujî pêk anî, bi qehremanî şer kir. Hevrêyê me Nejwan ku di paqijkirina çeteyan de ji gelek herêman xwedî kedeke mezin bû û erka xwe bi serkeftî bi cih anî, berê xwe daye çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêyê me Nejwan ku xwe weke şervanekî jêhatî pêş xistiye, ferq kiriye ku divê şer ne tenê ji aliyê fizîkî ve, ji aliyê bîrdozî ve jî were meşandin û ketiye nava lêhurbûnên kûr. Ji bo ku jêhatiya xwe ya leşkerî bi jêhatiya bîrdozî re bike yek, li Akademiya Hakî Karer perwerdehiya bîrdozî dît û gavên xwe yên destpêkê ber bi fermandariya pêşeng ve avêt. Di pêvajoya perwerdeyê de di her warî de xwe lêpirsîn kiriye û hewl daye astengiyên li pêşiya pêşketina xwe derbas bike. Hevrêyê me Nejwan ku pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, weke fermandarekî leşkerî û bîrdozî yê jêhatî kete nava pratîkê. Ji ber têkiliyên xwe yên bi hevrêyên xwe re û nêzîkatiya xwe ya ji peywiran, di her qadê de ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate girtin. Hevrêyê me Nejwan xwedî bingeha parvekirina ezmûnên jiyan û şer bû.

Hevrêya me Nejwan di 16’ê Mijdarê de di çalakiya li dijî dagirkeran a li derdora çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê de cih girt. Hevrêyê me Nejwan ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û cesareteke bilind tevlî vê çalakiyê bû û derbên giran li dagirkeran xist, di pevçûnan de birîndar bû û bi awayek fedaî bombeya xwe bi ser xwe teqand û gihişt şehadetê.

SERXWEBÛN BAZ

Hevrêyê me Serxwebûn li navçeya Qoserê ya welatparêz a Mêrdinê ji dayik bû, di nav malbateke girêdayî çand û kevneşopiya Kurdî de mezin bû. Hevrêyê me Serxwebûn ku zarokatî û ciwantiya xwe li Qoserê derbas kir, li wir ketiye ferqa siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me û ji bo têkoşîna li dijî vê yekê ketiye nav lêgerînan. Li ser vê bingehê di sala 2004’an de partiya me PKK’ê nas kir û di xebatên ciwanan de cih girt. Di xebatên ciwanan de bi enerjî û helwesta xwe ya wêrek ji hevalên xwe re bûye mînak û hiştiye ku hevalên wî jî li dijî dijmin di refên berxwedanê de cih bigrin. Hevrêyê me Serxwebûn ku dema xebat dida meşandin ji aliyê dijmin ve dîl hat girtin, nêzî 5 mehan di zindanê de ma. Pêvajoya zindanê mîna pêvajoya lêhûrbûnê nirxand û biryar da ku li dijî dijmin têkoşînek hîn radikaltir bimeşîne. Bi taybet ji sala 2014’an ve bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê me yên li Rojava û Şengalê bû faktora herî girîng ku hevrêyê me Serxwebûn biryara jiyana xwe ya têkoşînê diyar bike. Hevrêyê me Serxwebûn mîna bi hezaran ciwanên Kurd ên bi rûmet, bi ruhê seferberiyê derbasî Rojava bû û di berxwedana dîroka ya li hemberî çeteyan de cih girt. Li gel ku di şerê li dijî çeteyan de 2 caran bi giranî birîndar bû jî, her carê bihêztir tevgeriya û li dijî dijminê ku azadiya gelê Kurd dike hedef, di çeperan de cih girt. Hevrêyê me Serxwebûn di nav pêvajoya şer de ji helwesta têkoşîn û jiyanê ya bi dehan hevrêyên ku bi baweriya felsefeya Rêber Apo û kesayeta Apoyî bi fedaîtî şer kir û gihişt asta şehadetê, bandor dibe û ji bo ku bibe layiqî wan hevalan û têkoşîna wan bidomîne biryara tevlîbûna refên gerîla da.

 Hevrêyê me Serxwebûn di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û piştî perwerdeya ku li wir girt, jiyana partî û felsefeya Rêbertî çêtir fêm kir. Piştre ji bo ku hesabên qetlîamên ku dijmin li ser gelê me kirine bipirse derbasî qada Botanê bû. Hevrêyê me Serxwebûn demek dirêj li qada Botanê ma, derfet dît ku tecrûbeyên xwe yên şer di qada Botanê de têxe pratîkê. Di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û erka milîtaniyê bi cîh anî. Hevrêyê me piştî pratîka xwe ya Botanê cardin derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û bi perwerdeyên îdeolojîk ku li wir girt bû yek jî fermandarên pêşeng.

Hevrêyê me Serxwebûn li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di nav tîmên gerîlayên gerok de cih girt, bi tevlîbûna xwe ya wêrek û xeta fedaîtî bû yek jî hevrêyên me ku li dijî dagirkeriyê pêşengiya berxwedanê kir. Hevrêyê me Serxwebûn, di çalakiya serketî ku 16’ê Mijdarê pêk hat û 14 dagirker hatin cezakirin de helwesta xwe raber kir, li gel hevrê Milîtan û Nejwan bi rengekî fedaî bi ser gelek çeperên dijmin re çûn û yek jî çalakiyên herî serketî ya di demên dawî de pêk anî. Hevrêyê me Serxwebûn ku mînaka herî şenber e ku nîşan dide mîlîtanên Apoyî tu car li dijî êrîşên dijmin bêbersiv namînin. Heval Serxwebûn ku heta nefesa xwe ya dawî şer kir bi ruhê fedaîtî bombeya xwe li ser xwe teqand û tevlî nav karwanên şehîdan bû.

DERB LI HELÎKOPTERA SKORSKY HATE XISTIN

18’ê Mijdarê saet 09:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya dagirker tîmên me yên gerok bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

18’ê Mijdarê saet 11:00 û 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok  2 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.

18’ê Mijdarê saet 13:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê du caran li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

18’ê Mijdarê saet 17:00’an 2 mayinên ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên Şehîd Yûnûs ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi awayekî profesyonel hatin îmhakirin.

19’ê Mijdarê saet 01:15’an de helîkopterên Skorksy yên ku xwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me li helîkopterê dan. Li vir derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Komeke dagirker a ji 10 kesan pêk dihat, di 18’ê Mijdarê de li qada Dêrê kom bûbûn. Tîmên me yên gerok ev dagirker xistin bin kontrola xwe. Dema saet di 15.10’an de dagirkeran agir vêxistin û li derdora agir kom bûn û hêzên me ji du milan ve bi çekên giran li dagirkeran dan. Di lêdanên xurt ên hêzên me de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Li herêma Zapê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

18’ê Mijdarê saet 13.30 û 16.00’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok 2 caran bi çekên giran li ya dagirkeran xistin.

18’ê Mijdarê saet 16.00’an de dema ku konvoya dagirkeran Qada Sîda ber bi Qada Çemçoyê ve diçû ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran hate lêdan. Di vê çalakiyê de derb li wesayîteke zirxî hate xistin.

18’ê Mijdarê saet 16:30’an de li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kirine;

18’ê Mijdarê saet 04:00’an çeperên şer ên Şehîd Felat carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

18’ê Mijdarê saet di navbera 13:00 û 18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Felat ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 17 û 18’ê Mijdarê de herêma Gundê Şêlazê ya Metîna, herêma Sinînê ya Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

Di 18’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê FM 44 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 17 û 18’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Cûdî û Girê FM bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 18’ê Mijdarê de artêşa TC’ê ya dagirker hewl da ku çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker û Çemçoyê bi kepçeyan hilweşîne.”