HPG: 20 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bênavber didome. Di çalakiyên gerîlayan de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

HPG’ê got “Berxwedana dîrokî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk a mêtinger dabû destpêkirin, bênavber didome. Gerîlayên azadiyê bi awayekî fedaî şer dikin û di çalakiyên gerîlayan de 20 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker hatine birîndarkirin û çeperek jî hatiye îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 23 caran bi bombeyên taktîk nukleer ên şîddeta wan zêde û bi çekên kîmyewî, 10 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û êrîşên hatine kirin ev daxuyanî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a a Cenga Xabûrê ya Savaş Maraş de li herêma Metînayê;

Di 7’ê Îlonê de hêzên me dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî xistine bin kontrola xwe û saet di 09.30’an de bi çalakiya gerîla ya koordîne li dagirkeran dane. Bi taktîka sûîkastê û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û dagirker li qadê belav bûne. Li qadê jî di navbera dagirkeran û hêzên me de şerên kûr çêbûne. Di lêdanên xurt ên hêzên me de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin.

Di dema şeran de milîtanên wêrek ên Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de hevrêyên me Çayan û Şahîn derbên giran li dagirkeran xistine û şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Çayan Goran

  Nav û paşnav: Harûn Hazir

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Cahîde – Mehmet Kasim

Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Metîna

 

  Nasnav: Şahîn Bahoz

  Nav û paşnav: Qeddûr Şêx Salih

  Cihê jidayikbûnê: Kobanê

 Navê dê û bav: Fadîle - Xalid

  Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Metîna

ÇAYAN GORAN

Rêhevalê me Çayan li navçeya Qelqelî ya Wanê di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber welatparêziya malbata xwe heta radeyekê Partiya me nas kir. Di zanabûna ku têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de hatiye pêşxistin roj bi roj gelê me nêzî azadiyê dike de bû. Hêrsa ji ber welatparêziya malbat û derdora wê ya li hember dijmin hîs kir, piştî ku dayika wî jiyana xwe ji dest da ji ber polîtîkayên cihêkar a dewletê ya li hember Kurdan, hêrsa wî hîn zêdetir bû. Piştî wefata dayika xwe nêrîna faşîzan a dijmin a li ser Kurdan bi awayekî zelaltir dît, bi zanabûna welatparêziyê ya ku beriya niha bi dest xistibû, tevlî xebatên ciwanan bû. Bi yekemîn kevirê ku di dema xwendina xwe ya ciwantiyê de avêtibû dijmin re, rastiya dijmin di mejiyê xwe de hilweşand û deriyê jiyana azad vekir. Rêhevalê me Çayan ku di xebatên ku di nav de cih girtiye pratîkeke serketî nîşan da, di vê pêvajoyê de dest bi naskirina ji nêz ve ya îdeolojiya Rêbertiyê kir. Li ser vê bingehê di kesayeta xwe de lêpirsînek kir û hewl da texrîbatên ku pergala serdest a zilam di kesayeta wî de afirandiye derbas bike. Her ku Rêbertî û Partiya me nas kir, xwe kûrtir kir û bi awayekî aktîf tevlî xebatan bû. Rêhevalê me Çayan ku di dema di xebatên ciwanan de bû de bi pratîka xwe ya serketî derket pêş, bala dijmin jî kişande ser xwe û mixabin bi rengekî bê şansî dîl ket destê dijmin. Lê karî ku vê esaretê veguherîne firsendekê û girtîgeh veguherande cihê lêhûrbûn û perwerdeyê û bi vî rengî xwe di îdeolojiya Apoyî de kûr kir. Di nîqaşên ku bi rêhevalên xwe yên li zindanê de kirî re rastiya Rêbertî, şehîd û gerîla hîn bêtir derxiste zanabûnê û xwe gihande asta biryardariyê ya ku wê têkoşîna xwe mezintir bike. Li ser vê bingehê di sala 2013’an de bi tevlîbûna nava refên gerîla ev biryardariya xwe şênber kir.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû meraqa wî ya li ser jiyana gerîla û çiya roj bi roj zêde bû û hewl da ku bersiva pirsên xwe bibîne. Her ku bi jiyana gerîla û çiyayî re dibû yek, têgihiştina ku dijmin dixwest di mejiyê gelê me de ya di derbarê gerîla de çêbike baş fêm kir. Bi her nefesa azad û bi her rêyeke ku li ser dimeşiya, heyraniya xwe ya li hemberî heybeta çiya û xwezaya Kurdistanê anî ziman û zêdetir bi vê jiyana azad ve hat girêdan. Bi taybetî jî di pêvajoyên ku li herêma Avaşînê de bû, xwe gihande asta cudabûna jiyankirina têr û tije ya vê hestê. Rêhevalê me Çayan ji aliyekî ve bi jiyana gerîla û çiyayî re dibû yek, ji aliyê din ve jî êrîşên dijmin ji nêz ve dişopand. Ji ber êrîşên dijmin ên li dijî gelê me, hêzên azadiyê yên gelê me yên li Rojava û Şengalê, bi taybetî çeteyên DAÎŞ’ê û şehadetên ku di van êrîşan de çêbûn, hêrs bû. Rêhevalê me Çayan ku xwest hêrsa xwe veguherîne tolhildanê, li ser vê bingehê çû Şengalê û li vir têkoşîna xwe domand. Rêhevalê me Çayan ê ku yekemîn pratîka xwe ya şer li herêma Şengalê pêk anî, di şerê li dijî çeteyan de bi wêrekiya xwe bû milîtanekî mînak. Bi tevlêbûna di gelek pêngavên li herêma Şengalê de, di derxistina çeteyan ji Şengalê û tolhildana gelê me yê Êzidî de her çiqasê kêm be jî lê roleke girîng lîst. Rêheval Çayan ew firsenda birûmet ket destê wî ku bi fermandarên me yên bi nirx Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Çeko Çatak li qada Şengalê têbikoşe û ezmûnên mezin ji van hevalan wergire. Rêhevalê me Çayan, piştî ku li Şengalê erka xwe bi dawî kir, bi ezmûnên leşkerî û rêxistinî yên ku bi dest xistibû dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê ku heyranê wê bû, vê carê berê xwe da Bakurê Kurdistanê û xwest hesabê qetlîamên dijmin ên li dijî gelê me bi taybetî li Sûr, Cizîr û Silopyayê pêkanîbû bipirse.

Ji ber ku Bakurê Kurdistanê qada têkoşîna me ya destpêkê ye û Rêbertiya me û şehîdên me yên pêşeng bi salan li vê qadê ked dane, mîna gelek rêhevalên me ji bo rêhevalê me Çayan jî bûye qada têkoşînê. Ew ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê gelekî kêfxweş bû û gava ku ji sînor derbas bû rehetiyek mezin hîs kir. Bûyîna xwediyê coşa ku wê li dijî Komara Tirk a dagirker a ku li hemberî gelê me komkujiyên herî hovane pêk anî şer bike, zû veguherande pratîkê. Bi tevlêbûna nav gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêmên Besta û Wanê, derbên giran li dijminê qirker xist. Dîsa bi salan e ku ji bo birêxistinkirina gelê me û anîna astekê ku bikare bi hêzeke yekgirtî li hemberî dijmin raweste, bû xwedî kedeke mezin. Di van xebatan de bi bi nêzîkatiyên xwe yên fedayî karî serketî be û îro di hişyarkirina gelê me ya di mijara xweparastinê de roleke girîng lîst. Rêheval Çayan ku piştî erka xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi rêk û pêk bi cih anî, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi lêhûrbûnên ku jiyabû xebatên xwe da ber lêpirsînê û ji van xebatan dersên girîng derxist. Bi taybet di çarçoveya projeya ji nû ve avakirina gerîla de û ji bo bikare taktîkên şer ên ku bi kedên giranbuha yên hevalên me yên şehîd derketin holê, bi rengekî serketî pêk bên bi îddîayeke mezin berê xwe da qada Metîna. Rêhevalê me Çayan ku li qada Metîna erka fermandariya yekîneyê girtibû ser milê xwe, li hemberî êrîşên dijmin bi çalakiyên dewlemend bi pratîkkirina taktîkên şer ên serdema nû derbên giran li dijmin xist. Bi taybet li Qada Girê Hakkarî bi şêwazê tîmên bi tevger gelek çalakiyên surprîz pêk anî û dijmin anîn rewşekê ku nekaribe ji çeperên xwe derkeve. Rêhevalê me Çayan ê ku bi kesayeta xwe ya xwezayî û jiyana xwe ya dilnizim ve hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest anî, weke fermandarê pêşeng ê Gerîlayê Modernîteya Demokratîk wê her tim ji aliyê gelê me û hevrêyên xwe ve bê bîranîn.

ŞAHÎN BAHOZ

Kobanê; Di sedsala 21’emîn de bûye bajarekî ku mirovahî fêrî berxwedanê, ji bo rûmeta mirovahiyê şerkirinê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berdêlên mezin bide û bi têkoşînê serkeftinê qezenc bike. Ev der ji aliyê hemû cîhanê ve hatiye naskirin, weke cihê ku tevgera Apoyî li Rojava pêş ketiye, Şoreşa Azadiyê ya Rojava lê derketiye holê û bi Serketina Kobanê re hatiye naskirin. Di vê wateyê de weke cihê ku nirxên mirovahiyê yên herî bingehîn ên vê serdemê bi rûmetî lê tên parastin, di bîra mirovahiyê de hatiye xemilandin.

Hevrêyê me Şahîn li Kobanê ku xwedî wate û nirxeke pir mezin e ji dayik bûye. Bi saya welatparêziya mezin a malbata xwe û Kobanê, di temenê xwe yê biçûk de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir û bi çanda welatparêziyê mezin bû. Bû ciwanekî xwedî kesayeteke xebatkar û bi xebatê debara jiyana xwe dikir. Pêkanîna Şoreşa Azadiyê ya Rojava ne tenê li tevahiya herêmê ji bo hevrêyê me Şahîn jî bû navê jiyaneke nû. Di sala 2014'an de dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, xizmên wî yên ku tevlî vê têkoşînê bûne û şehîd bûne hene. Vê rewşê gelekî bandor li hevrêyê me Şahîn kir û di wê baweriyê de bû ku divê di nava têkoşîna şoreşgerî de cih bigire û ji bo rizgariya welatê me û hemû gelê me têbikoşe. Di sala 2016’an de dema ku ji ber sedemên aborî li Başurê Kurdistanê kar dikir, biryara xwe ya dawî da û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şahîn her ku têkoşîna PKK’ê ya ji bo xwedîderketina li nirxên mirovahiyê yên demokratîk, sosyalîzma demokratîk û nirxên neteweyî yên gelê Kurd nas dike, bandor dibe. Nirxa ku di derdora PKK’ê de ji bo mirovan hatiye dayîn û pîvanên jiyana azad a di jiyana azad a PKK’ê de di tevlîbûna hevrêyê me Şahîn de bûye diyarker. Piştî ku tevlî bû, girîngî da perwerdekirina xwe li ser bingeha îdeolojiya Apoyî. Li ser vê bingehê hevrêyê me Şahîn ku bi dil û can beşdarî nava jiyana gerîla bû, tevlîbûneke bênavber kir. Bi hevgirtina ziman, dil û pratîka xwe ya jiyanê helwesteke şoreşgerî nîşan da. Di jiyana sosyalîst a PKK’ê de bi hewldan û pêkanînên xwe hewldana afirandina nirxên mezin nîşan da û ti carî xwe paşve neavêt.

Li gel kûrbûna di nava PKK’ê de û bidestxistina asteke girîng a milîtantiyê, bi zanistên leşkerî re jî eleqeyek mezin nîşan da. Di çarçoveya ji nû ve avakirina HPG'ê de, xwe bi gerîlayên serketî ve girêda û ji aliyê leşkerî ve xwest xwe bi pêş bixe û bi hêz bike. Li ser vê bingehê ji bo bibe gerîlayekî pispor tevlî perwerdeya leşkerî bû û di bikaranîna çekên giran de pispor bû. Gerîlatiya profesyonel ku navê hevgirtina îdeolojiya Apoyî û pisporiya leşkerî ye, îdeala wê ya herî mezin bûye. Ji bo ku vê îdealê di pratîkê de bi cih bîne bû xwediyê beşdariyeke bêhempa.

Piştî pêvajoyên girîng ên pratîkî û perwerdehiyê, hevrêyê me Şahîn ê ku derbasî qada Behdînan bû, li Metîna beşdarî pêngava şoreşgerî bû. Hevrêyê me Şahîn ê ku bi ezmûna ku bi dest xistiye bûye pispor, hewl daye şêwaza şerê tîmên bi tevger ku taktîka herî serdest a serdemê bû, pêk bîne. Di vê wateyê de xwedî pratîkeke girîng bû û di çalakiyên ku derbên bi bandor li dagirkeran hatin xistin de cih girt. Hevrêyê me Şahîn ku bi rêhevaltî, dilpakiya xwe, baweriya bi serketinê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin dihat naskirin, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û naskirin. Dîsa dema li Metîna li ser erka xwe bû û di pêvajoya çalakiya ku dijminê dagirker ji ber sûcên dîrokî yên li dijî mirovahiyê ceza kir, bi qehremanî li dijmin xist, bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Hevrêyên me Çayan û Şahîn ên ku bi çalakiyên li dijî dagirkeriyê derbên giran li dijmin xistin, taktîka gerîla ya bi tevger bi serketî meşandin, bûne fermandarên pêşeng ên gerîlayên serdema nû. Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re, dixwazin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a a Cenga Xabûrê ya Savaş Maraş de di 9’ê Îlonê de saet di 08.45’an de tîmên me yên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Dagirkerên li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Mamreşoyê ji bo dagirkeriyê hewl dane rê çêbikin. Tîmên me yên bi tevger ev dagirker xistine bin kontrola xwe.  Vê koma dagirker ji 29 kesan pêk dihat û ji bo ewlekariya rê ketibûn tevgerê. Di 8’ê Îlonê de saet di 06.30’an de hêzên me bi çalakiya gerîla ya koordîne li dagirkeran dane. Milê yekemîn bi çekên ferdî û bombeyên destan, ji nêz ve li 4 dagirkeran dane. Milê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li 2 dagirkeran dane û ceza kirine. Milê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li komek dagirkeran dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî bi giranî birîndar bûne. Di heman demê de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li qadê belav bûne dane.

Di vê çalakiya xurt de 8 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîn û tolhildana hevrêyên me yên ku li Girê Sor di êrîşa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatiye kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 9’ê Îlonê saet di 16.00 û 16.30’an de dagirker li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê dema ku ketin tevgerê, tîmên me yên gerok bi sûîkastê 3 caran li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 9’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Di 10’ê Îlonê de saet di 08.10’an de dema ku dagirkeran hewl dane çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a Sîdayê bombe bikin, bi taktîka sabotajê li wan hatine xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 9’ê Îlonê de saet di 11.20’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li qada Girê Şehîd Axîn a Xakurkê dane. Di vê çalakiyê de çepera ku 4 dagirker tê de bûye hedef, 4 dagirker hatine cezakirin û çeperek jî îmha bûye.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî pêk aniye:

Di 9’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker û çeperên şer ên Şehîd Aryen ya li Qada Berxwedanê ya Çemço 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de çeperên şer Qadên Berxwedanê yê Girê FM û Girê Cûdî 10 caran teqemenî, bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

 Di 9 û 10’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ya Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar 9 caran bi teqemenî, bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

  Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 9’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, Girê FM, Girê Cûdî ve Girê Amediyê, drone geriyane.

Di 9’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Sîda 6 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de qadên Deriyê Hirçê û Kanîsarkê a li Garê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, Çemço û Sîda bi dehan car bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

 Di 9’ê Îlonê de arteşa Tirk a dagirker hewl da çeper û tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hilweşîne.”