HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin. Her wiha derb li helîkopeterek dagirkeran hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger dewam dikin û di nava şert û mercên herî giran de gelê me û xaka pîroz a Kurdistanê diparêzin. Artêşa Tirk a sûcdarê şer, bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hewl dide encamê werbigire. Li gel van hemû êrîşan jî gerîlayên azadiyê bi îradeyeke mezin şer dikin û berxwedana xwe dewam dikin.

Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Di heman demê de derb li helîkoptereke êrîşê hat xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 12 caran bi teqemenî, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 6 caran bi balafirên şer, 37 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir. Artêşa Tirk a dagirker her wiha bi kepçeyan hewl dide çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

24'ê Îlonê saet di 19:45'an de helîkopterên êrîşên hewl dan bombeyan li Qada Berxwedanê ya Saca bibarînin. Tîmên me yên bi tevger bi xurtî dest li wan werdan û di encamê de derb li helîkoptereke êrîşê xistin. Helîkopter neçar man ji qadê biçin.

24'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Çemçoyê, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran xistin ku dixwestin bikevin çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. heman rojê danê nîvro dagirkeran careke din hewl dan bi pêş ve biçin. Hêzên me bi çekên ferdî û bombeyan careke din li dagirkeran dan û herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

24'ê Îlonê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran dan, dagirkerek birîndar bû.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, bombe û teqemeniyên qedexekirî;

24'ê Îlonê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Felat û Şehîd Agir ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê û çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn û Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 12 caran bi teqemenî, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de dagirkeran li pêşiya çeperên şer ên li Şehîd Felat madeyên plastîk şewitandin û dûyê bi jehr berdan nava çeperên şer.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24'ê Îlonê zeviyê gundê Şêlazê yê li Metînayê û Qada Berxwedanê ya Çemço û Girê Bihar 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Şikefta Birîndara, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê, her wiha Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a li Çemçoyê 37 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

24'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi dehan carî bi obus û çekên giran hate bombekirin.

24'ê Îlonê li Qadê Berxwedanê ya Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM'ê drone geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hilweşîne.

24'ê Îlonê saet di 15.20'î de Qada Girê Berbizina ya Xakurkê û herêma Hornê ji aliyê hêzên Îranê ve bi hawan û topan hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê top li herêmeke ku gelê me yê sivîl lê dimîne ketin."