HPG: 15 leşkerên Tirk hatin cezakirin, dronek hate îmhakirin.

Di çalakiyên tîmên bi tevger ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 leşker birîndar bûn, dronek û pergaleke mayînê hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî da :

“Çalakiyên xurt ên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê Apoyî dikin didome. Tîmên me yên bi tevger bi taktîkên afirîner ên gerîlayan derbên giran li dagirkeran dixin. Di van çalakiyan de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 leşker birîndar bûn, dronek û pergaleke mayînê hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 20 caran bi çek û teqemeniyên kîmyewî, 7 caran bi balefirên şer, 36 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bomberdûman kiriye.

Hêzên me yên gerîla di dema berxwedana dîrokî de li gorî exlaqê mirovayetiyê û hiqûqa şer tevgeriyaye û dagirker di serî de dersa mirovayetiyê daye hemû kesan. Hêzên me ji bo ku cenazeyên leşkeran ên ku dewleta Tirk a dagirker xwedî lê derneketiye, teslîmî malbatên wan bike bang kiriye. Artêşa Tirk dîsa bi nemerdane êrîş kiriye. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê çekên kîmyewî û teqemenî bi kar aniye.

Çalakî û êrîşên gerîlayan wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê

Di 14’ê Tîrmehê de dagirkeran xwestine bi teqemeniyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombe bikin, hêzên me bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dane. Piştî vê mudaxeleya hêzên me, dagirker neçar mane gavekê vekişin.

Di 14’ê Tîrmehê de saet di 19.30’an de dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Adil droneke bombebarkirî şandine qadê. Hêzên me li vê dronê dane û dron xistine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê

Di 14’ê Tîrmehê de li Qada Şekîfê hêzên me ketine ser şopa dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran. Tîmen me yên gerok saet di 11.30’an de ji du milan ve li dagirkerên di bin kontrola xwe de dane. Milê yekemîn ê çalakiyê bi çekên şexsî û çekên giran li dagirkeran dane. Li vir dagirkerek hatiye cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne. Milê duyemîn ê çalakiyê de bi sûîkastê li dagirkeran daye û 3 dagirker ceza kirine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 14’ê Tîrmehê saet 07:30’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê 2 caran hatine gulebaran kirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê di saet 23.50’an de dîsa bi taktîka sûîkastê çalakî hatî lidar xistin û dagirkerek jî li vir hate cezakirin.

Di 14’ê Tîrmehê saet 09:50’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê bûn hedef û 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 14’ê Tîrmehê saet 11:30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan.

Di 14’ê Tîrmehê saet 16:30’an de, dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi teqemeniyan bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me bûn hedef û gulebarankirin. Di encama lêdanên bi bandor de teqemeniya ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû anîn teqiya û dagirkerek hate cezakirin.

Di 14’ê Tîrmehê saet 14:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirker bi taktîka sûîkastê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 15’ê Tîrmehê saet 01:30’an de pergala mayinê ya ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih kiribûn, ji aliyê hêzên me ve hate dîtin û rûxandin.

Di 15’ê Tîrmehê saet 02:10, 02:20 û 05:30’an de di navbera hêzên me û dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî mudaxeleya hêzên me yên YJA Starê yên bi bombeyên destan, çekên giran û ferdî, dagirkerek hate cezakirin û dagirker gavekê paşde vekişiyan. Saet di 06.30 û 06.40’an de dagirkerên ku xwestin careke din bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotaj û sûîqestê hatin derbkirin û 2 dagirker li vir jî hatin cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kiriye;

Di 15’ê Tîrmehê de jî Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hat bombekirin.

Di 14’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê Cûdî 12 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Di 14’ê Tîrmehê de tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Karker û Şikefta Birîndara 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi obus, çekên giran, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kiriye;

Di 14 û 15’ê Tîrmehê de li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM û Girê Amediyê balefirên keşfê geriyan.

Di 14’ê Tîrmehê de herêmên Çemço, Sîda û Saca 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Şewata ku di encama bomberdûmanên dagirkeran de li herêmê derketî, hê jî didome.

Di 14’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Hakkarî û Girê Amediye 36 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 14’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Werxelê û Çemco bi dehan caran ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hatiye bombekirin.”