Hozat: Wê Rojava ji dewleta Tirk a dagirker re bibe goristan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku li Rojava berxwedaneke dîrokî heye û got “Divê hemû gelê Kurdistanê bi awayekî xurt bi hemû hebûna xwe tevlî berxwedanê bibin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî. Hozat bal kişand ser van tiştan:

WÊ BAWERÎ Û ÎRADE DAWIYA TIFAQA QIRKER BÎNE

Lİ Rojava berxwedaneke dîrokî heye. Di vê berxwedanê de gelê me, QSD û YPS li dijî artêşa Tirk a dagirker a faşîst û li hemberî çeteyên DAÎŞ û El Kaîdeyê berxwedaneke mezin dimeşîne. Ev berxwedan bi rûmet e. Şehîd jî tên dayîn. Ez di serî de hemû şehîdên şoraşa Rojava bi bîr tînim û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazim. Wê vî şerê ku gelê me bi bawerî û îradeyeke mezin dide, dawiya dewleta Tirk a faşîst û qirker bîne. Wê Rojava ji tifaqa qirker a faşîst a AKP û MHP û Ergenekonê bibe goristan. Nîşaneyên vî tiştî di vê berxwedanê de heye. Gelekî zelal e ku di sedsala 21’emîn de dewleta Tirk a dagirker wê nehêle gelê Kurd bibe xwedî maf, naxwaze statuyekê bi dest bixe. Dixwaze gelê Kurd her kole bimîne û polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê didomîne. Ji ber vê jî li ser Kurdan şerekî qirkirinê didomîne. Şerê li Rojava şerê qirkirinê ye. Dûmahîka şerê sed salan e. Li Bakur sed sal in didome,hewl didin vî şerê li Rojava û Başûr bigihînin encamê û Kurdan di dîrokê de winda bikin. Li gorî dewleta Tirk a faşîst hebûn û azadiya Kurdan mirina wê ye. Ji ber vê jî li her derê êrîşî Kurdan dike. Berxwedana li Rojava ya li hemberî AKP, MHP û Ergenekonê berxwedana rûmetê ya Kurdan e. Berxwedana rûmetê ya hemû Kurdistanê ye. Hemû parçeyên Kurdistanê divê bi awayekî xurt tevlî nav berxwedanê bibe û di nav berxwedanê de cih bigire. Ji ber ku vî şerê qirkirinê li dijî hemû Kurdan e. Wê ev berxwedan bibe têkoşîna avakirina jiyana azad. Ez bang li hemû Kurdan dikim, bi awayekî xurt bi hemû hebûna xwe tevlî nav vê berxwedanê bibin û li her derê rabin pêyan. Rojava hemû Kurdistan e. Rojava dahatûya azad a hemû gelê Kurd e. Divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê nebêje ku ‘Li ser me zext hene, ji ber dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê em nikarin derkevin kolanan.’ Faşîzm divê bibe sedema ku gel dakevin kolanan.  Divê gelê me bi awayekî xurt tevlî vê berxwedanê bibe.  Ez bang li gelê me yê li Bakur dikim ku divê bi awayekî xurt rabin ser pêyan. Divê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê li dijî dewletê rabin ser pêyan.

EM SEFERBERIYÊ ÎLAN DIKIN

Di salvegera komploya navneteweyî de ev êrîşa faşîst hate destpêkirin. Komploya navneteweyî şerekî qirkirinê bû. Di şexsê Rêber Apo de xwestin Kurdbûnê biqedînin û xwestin hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Niha jî komplo hatiye nûkirin. Rojava di serî de li Bakur, Başûr, Rojhilat hewl tê dayîn ku hemû destkeftî ji holê werin rakirin. Çawa ku bi milyonan Kurdan serî hildan û komploya navneteweyî pûç kirin, bi serhildanê re wê ev komplo jî têk biçe. Divê ev tişt wekî firsendê were dîtin. Li pêş çavê cîhanê Kurdan qir dikin. Wijdanê mirovayetiyê yê cîhanê bi Kurdan re ye, heq dide berxwedana Kurdan. Ev tişt cara pêşîn di dîrokê de pêk tê. Ev derfet û firsend derketiye holê. Ji bo vê jî divê gelê me rabe ser pêyan. Divê li her derê seferber bibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir. Em jî ji bo hemû Kurdan seferberiyê îlan dikin. Divê gelê me seferber bibe.  Divê ciwanên Kurd wekî pêvajoya li Kobanê seferber bibe. Divê tevî gelên Rojava têkeve nav berxwedanê. Divê ciwanên Kurd werin çiyayan jî. Tevlî nav HPG, YJA Star, YPG û QSD’ê bibin. Li çiyayan berxwedaneke bi heybet heye. Ev dem, dema seferberiyê ye. Êdî em ê jî bi azadî bijîn û zincîrên koletiyê bişkînin.

DIVÊ VÊ BERXWEDANA DÎROKÎ BIDOME

Gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide û berdêlan dide. Ev berdêl gelekî hêja ne, ji ber ku ji bo azadî û rûmetê ye. Wê nirxên mirovayetiyê ava bibe.

Ez dixwazim vê bangê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bikim, ew di nav berxwedaneke bi rûmet de de ne, divê ev berxwedan bidome. Divê gelê me tu carî QSD’ê bi tenê nehêle. Êdî QSD, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev şerê gelê şoreşger e. Divê gelê me gund û navçeyên xwe neterikînin. Divê kesek jî ji warê xwe dernekeve. Divê li gundê xwe, taxa xwe, kolana xwe tevlî nav vê berxwedanê bie. Heke şehîd bibe jî divê ji mala xwe dernekeve. Divê ji Efrînê em sûdê werbigirin. Heke li Efrînê gelê me li her derê li ber xwe bida, şerê gel ê şoreşgerî bikira wê nehata dagirkirin. Wê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nekaribûya wê derê talan bike. Ji ber vê jî divê tu kes gundên xwe neterikînin. Heke şehîd bibe jî divê vê berdêlê bide ber çavê xwe.Li hemberî van êrîşan berxwedaneke bêhempa heye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve.

DIVÊ GELÊ ME XWE BISPÊRE HÊZA XWE

Divê gelê me xwe bispêre hêza xwe. Bi salan e destkeftiyên hêja derketine holê. Divê ev berxwedan jî bidome. Divê pişta xwe bi hêzên derve re girênede. Rastiya Emerîka li ber çavan e. 4,5 sal in digot ez mutefîkê QSD û Rojava me. Kurdan ji bo xweparastinê li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Rûmeta mirovahiyê rizgar kirin. Koalîsyonê jî ji bo ku ev deskeftin nebe para Kurdan bi tenê, piştî cihekî alîkarî dan berxwedanê. Îroj em dibînin ku bi destûra DYE’yê dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan şer dike. DYE qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balefirên Tirk re vekir. Çawa ku Rûsyayê li Efrînê qada hewayî ji balefirên Tirk re vekir, a niha heman tiştî jî DYE dike. Ev helwesteke gelekî qirêj û bê exlaqî ye. Li ser gelê Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Çerkez, Çeçen û Tirkmen qirkirin tê kirin û ev bi destûra DYE û Rûsyayê dibe. Divê gelê me vî tiştî baş bibîne, ji van hêzên emperyal dost û mutefîk çênabe. Dostê Kurdan, gel in, mirovayetiyêye, civaka demokratîk e. Wijdan û mirovayetiya cîhanê bi Kurdan re ne.

EV BERXWEDANA AZADÎ Û RÛMETÊ YA GELÊN ROJHILATA NAVÎN E

Bi paradîgmaya neteweya demokratîk û bi pêşengiya jinan, tevî gelan pergalek hate avakirin. Niha jî ev paradîgma wê bi berxwedanê bi ser bikeve. Ev berxwedan, berxwedana azadî û rûmetê ya gelên Rojhilata Navîn e.Wê gelên Rojhilata Navîn şoreşê bikin. Divê hemû gelên Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê tevlî vê berxwedanê bibin. Ez bang li hemû cîhanê dikim, divê tevlî nav vê berxwedanê bibin. Divê li her dera cîhanê piştgiriya vê berxwedanê bikin. Niha li ser navê hemû mirovayetiyê têkoşîn tê meşandin.

Li her derê piştgiriya berxwedanê tê kirin. Helwesta Başûrê Kurdistanê gelekî girîng e, em qîmetê didinê. Di vê pêvajoyê de li dijî Kurdan şerekî qirkirinê tê kirin. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan dikare vî şerê qirkirinê bide sekiaindin. Li Başûrê Kurdistanê ji xeynî berxwedana civakî divê yekîtiya neteweyî ava bibe. Niha li Başûrê Kurdistanê jî şerekî qirkirinê heye. Me gelek caran ev tişt got. Dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Dewleta Tirk hebûna xwe dixwaze li ser tunebûna Kurdan ava bike.  Berxwedana li hemberî vê qirkirinê wê Kurdan ber bi azadiyê bibe. Tekane rêya vî tiştî berxwedan e.

Ez bang li hemû gelê me, bangî hemû kesên alîgirên aştî û demokrasiyê ne, dikim. Bi taybetî jî bangî jinan dikim. Ya ku li Rojava pêk tê, şoreşa jinan e, bi pêşengiya jinan modelek ava bû. Niha ev şer li dijî destkeftiyên jinan e. Divê hemû jin xwedî li vê şoreşa jinan derkeve û dahatûya xwe ya azad ava bike.

Rojava wê bibe goristana dewleta Tirk a dagirker. Wê jinên azad bi ser bikevin.