Hozat: DAIŞ wê derba mirinê li Reqayê bixwe!

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat diyar kir, serweriya li Reqayê wê ji bo gelemperiya Sûriyeyê diyarker be û got, DAIŞ wê derba mirinê li Reqayê bixwe.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di bernameyeke News Channelê de bûyerên li Reqayê diqewimin nirxand.

Hozat diyar kir, operasyona rizgarkirina Reqayê, di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de ku hesabên xwe li ser herêmê hene, rê li ber têkoşîneke cidî vekiriye û got, "Ji ber rewşa xwe ya stratejîk, Reqa ji bo siberoja Sûriyeyê cihekî stratejîk e. Şer gihîşte Reqayê; xwerakişandina li hev û şer zêde bû. Daxuyaniyên Rûsyayê yên li ser QSD'ê, pêwendiya xwe bi vê rakişînê heye."

'YÊ LI REQAYÊ SERDEST BE, WÊ LI SÛRIYEYÊ SERDEST BE'

Li ser biryara NATO'yê ya ji bo tevlîbûna li nava koalîsyonê Hozat destnîşan kir, ku NATO ji bo hê xwe bi kêrhatî ji nû ve ava bike, biryar da tevlî nava koalîsyonê bibe.

Besê Hozat got, "Rewşa Reqayê stratejîk e" û diyar kir, ji bo siberoja Sûriyeye, Reqa cihekî stratejîk e.

Hozat anî ziman, kî li ser Reqayê serdest be, wê li gelemperiya Sûriyeyê xwedî bandoreke zêde be û got, "Hêzên li vê derê serdest bin, wê di mijara ji nû ve avakirina Sûriyeyê de hê bi bandor bin û bi rola diyarker rabin. Reqa her wiha paytexta DAIŞ'ê ye. Ev ê jî tê wê wateyê, ku DAIŞ wê li vê herêmê derba mirinê bixwe. Serweriya QSD'ê li vê herêmê, serweriya hêzên demokratîk wê were wateya avabûna sîstemeke demokratîk ji bo Sûriyeyê. Kilîd e, cihekî stratejîk e. Ji ber vê yekê şer gihîşte Reqayê. Bala xwe bidinê, xwerakişîna li hev û şer zêde bû. Di navbera Rûsya û DYA, Îran û DYA, rejîm û hêzên derve û QSD'ê de têkoşîneke cidî heye. Rûsyayê der barê QSD'ê de daxuyaniyek da û îdîa kir ku 'bi DAIŞ'ê re li hev kirine'. Ev daxuyanî ti eleqeya xwe bi rastiyê nîne. Bi qasî ku em jî dişopînin, dor li Reqayê hatiye girtin. Xeteke ku DAIŞ karibe bi konvoyan jê derkeve, nîne. Hemû rêyên wesayitan hatine girtin. Dibe ku ji bo sivîlan hin cih hatibin vekirin, em bi wê nizanin. Yên li ser rûyê erdê ne, baştir bi wê dizanin. Lê belê tiştên bi vî rengî pêwendiya xwe bi hewldanên xapandinê û bi vê rakişînê heye. Ev yek jî bi zanebûn tê kirin. Ev yek ji ber girîngiya Reqayê ye. Dibe ku ev zêde jî bibin."

BIRYARA NATO'YÊ

Li ser biryara NATO'yê ya ji bo tevlîbûna li nava Hêzên Koalîsyonê Hozat ev nirxandin kir:

"Ev rewşa NATO'yê bi tena serê xwe mijara nîqaşê ye. Tê zanîn, di dema hilbijartinên DYA de Trûmp hin daxuyanî dabû. Gotibû, 'NATO êdî ne xwedî fonksiyona berê ye. Pêwîste ji nû ve were avakirin'. Di nava NATO'yê de rê li ber nîqaşê vekir. NATO bi Şerê 3. ê Cîhanê re ji nû ve kete rojevê. NATO, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, sîstema heyî bi rengekî cidî xitimîne. Bi Şerê 3. ê Cîhanê re girîngiya van rêxistinbûyînan zêde bû. Gelekî zêde ketin rojevê. Lê belê rojeva ku Trûmp vekir, rojeveke hema ji ber xwe ve hatiye vekirin nîne. Bawerim sîstema global nîqaşê li ser NATO'yê dike. Nîqaş li ser ji nû ve avakirina NATO'yê tê kirin. Ev yek rojevek e. Bi dîtina min, tevlîbûna NATO'yê li nava koalîsyonê, ji vê rojevê cuda nîne. Ji van lêgerînan qut nîne. Ji bo NATO hê bêhtir bi kêrhatî bibe, ji nû ve ava bibe û bibe xwedî bandor, gaveke bi vî rengî hate avêtin.

Wekî din, hevsengiya cîhanê hatiye guhertin. NATO li dijî Sowyetan ava bû. Li Sowyetan şoreşeke sosyalîst pêk hatibû. Weke xeteriyekê hate dîtin. Di pêvajoya 89-90'î de li Sowyetan sosyalîzma reel hilweşiya. Li Rûsyayê niha sîstemeke kapîtalîst heye. Bi temamî ketiye nava sîstemê. Bûye parçeyekî ji sîstema kapîtalîst. Reel sosyalîzm jî li her devera cîhanê hilweşiya, ji hev ket. Yên ku niha pêşengiyê ji têkoşîna sosyalîst a demokratîk re dikin Kurd in û hêzên demokratîk şoreşger ên li herêmê ne. Li herêmê, ji bilî dînamîkên demokratîk, rêxistineke cuda ya ku gefê li cîhanê dixwe, gefê li mirovahiyê û hemû gelan dixwe, bi navê DAIŞ'ê derkete holê. Ev jî berhemeke sîstema kapîtalîst bû. Piştî qûşaka kesk, ew jî li hemberî Sowyetan hate birêxistinkirin û îro veguherî vî rengî. Xwedî bingeheke civakî ye. Ne tenê li herêmê, li Asya Navîn, li Ewropayê jî di nava Misilmanan de xwe bi vê meylê bi rêxistin dike. Rewş niha guherî ye. Li aliyê din, sîstemên netewe dewlet ên li herêmê ji hev dikevin. Statukoya sedsala 20'an li herêmê ji hev dikeve. Sîstemên netewe dewlet, hevsengiyê vê, hevalbendiyên sedsala 20'an, hevsengiyên siyasî ji hev dikevin. Dema ku NATO ava bû, sîstemên netewe dewlet ên li herêmê hê nû ava bûbûn. Niha ev ji hev dikevin. Ew jî ji aliyekî ve weke artêşeke sîstemên netewe dewletê, weke hêza parastina wê ava bû. Ji nû ve avakirina NATO'yê di rojevê de ye. Ev yek wê di salên pêş de zelaltir bibe. Nîqaşên berfireh û danûstandin wê bi giranî li ser vê rojevê bin. Ez di wê baweriyê de me, weke dewama vê meylê, dewama van lêgerînan kete rojevê. Û dibe ku li ser bingeha herêmê, ji nû ve avakirina NATO'yê bikeve rojevê. Dibe ku gelek dewletên Îslamî, hêz û dewletên li herêmê bigire nava xwe û bi vî rengî bikeve nava pêvajoya ji nû ve avabûnê."