Hozat: AKP qala qedandinê dike; ew bi xwe li ber tinebûnê ye

Hozat: AKP polîtîkayeke berfireh a şerê taybet dimeşîne. Hemû daxuyaniyên xwe, parçeyek ji şerê taybet e. Bi salane dibêje 'qediyan-li ber qedandinê ne'. Lê ew bi xwe li ber qedandinê ye.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di bernameya "Ulkeden" a Medya Haberê de bersiv da pirsên rojnamevan Esra Mîkyaz. Hozat got, "Li Bakurê Kurdistanê ev 2 sal in siyaseteke dijwar a qirkirinê tê meşandin. Li qadên siyasî, çandî, aborî, leşkerî û li her cihî bi rengekî bê perwa ev siyaset tê kirin. Bi ti awayî exlaqê şer nas nake, bi rengekî namerdî û bê exlaqî şer dike. Ji ber vê yekê jî sûcê şer dike."

'ROJHILATA NAVÎN PIŞTÎ 5 HEZAR SALAN XWE DIGIHÎNE NÊRÎNA AZAD'

Hozat bi bîr xist, ku Rojhilata Navîn cihê ku civakîbûn û sîstema destpêkê ya dewletê lê ava bûye û anî ziman, jin piştî pênc hezar salî xwe gihandiye nêrînên azadiyê. Besê Hozat di dewama axaftina xwe de got, "Afirînerê sereke yê vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Jin li her derê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide, têdikoşe. Jinên Kurd pêşengiyê ji vê yekê re dikin. Bêguman ev bi saya ked, hewldan û têkoşîna Rêber Apo bûye. Ev têkoşîn û hewldana Rêber Apo, jinên Kurd ji xewa giran a koledariyê hişyar kir. Jinên Kurd bi xurtî hişyar bûn, zindî bûn û li ber xwe dan. Jinên li herêmê jî xwe gihand vê rastiyê."

Hozat li ser rola şoreşa Rojava jî ev nirxandin kir: "Vê şoreşê li Sûriyeyâe bandor li jinên ereb, jinên Asûrî, Suryanî, Tirkmen, bandor li jinên hemû gelên li Sûriyeyê kir. Û niha bi hezaran jinên Ereb li nava refên QSD'ê, li nava rejên YPG/YPJ'ê cih digirin. Li gel jinên Kurd, li dijî serdestiya mêr, li dijî faşîzma DAIŞ'ê ku şêweyê herî hov ê serdestiya mêr e, şer dikin. Ev tiştekî bêhempa ye, pêşketineke bêhempa ye.

Çawa ku jinên azad cara pêşî li Rojhilata Navîn derkete holê, çawa ku bi şaristaniya dewletparêz re cara pêşî jin li Rojhilata Navîn bû kole, cihê ku jin ji nû ve lê azad bibe, cihê ku azadiya civakî lê der bibe, Rojhilata Navîn e. Bûyerên ku niha diqewimin, nîşaneya vê yekê ne. Ev yek bi awayekî zelal derdikeve holê; bi vê hişyarî û pêşketina mezin a jinê re, wê ji pêşengiyê ji şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn re bike. Ev hişyariya jinê wê Rojhilata Navîn demokratîk bike, wê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn pêk bîne. Hêvî û cihêrengiya herî mezin jî ev e. Cudahiya bingehîn a vê şoreş ji şoreşên din ev e. Karakterê xwe yê demokratîk jî di vir de ye. Herêm ber bi vî alî ve diçe. Kes nikare pêşî lê bigire."

'VÎNA HERÎ MEZIN VÎNA MIROV E, YÊN KU HERÎ BAŞ VÊ BI KAR TÎNIN JÎ GERÎLAYÊN PKK'Ê NE'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku AKP partî û desthilatdariyeke şerê taybet e û got, "Di dîroka desthilatdariya Tirkiyeyê de partiyeke mîna AKP'ê nîne, ku xwe ewqasî bi şerê taybet li ser piyan hiştiye. Di vê mijarê de AKP hem di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de hem jî di nava hemû desthilatdarên siyasî de mînakek bi tenê ye. AKP bi berfirehî polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Hemû daxuyaniyên xwe, parçeyek ji şerê taybet e. Bi salane dibêje 'qediyan-li ber qedandinê ne'. Lê ew bi xwe li ber qedandinê ye. Hemû planên wê yên ji bo qirkirin û tinekirinê tên tevizandin û îflas dikin. Siyaseta xwe ya li ser Rojava jî bi vî rengî bû. Siyaseta xwe ya li ser Sûriyeyê jî îflas kir.

'AKP BI TI RENGÎ EXLAQÊ ŞER NAS NAKE'

Li Bakurê Kurdistanê ev 2 sal in siyaseteke qirkirinê ya tirsnak tê meşandin. Li qadên siyasî, çandî, aborî, leşkerî û li her cihî bi rengekî bê perwa ev siyaset tê kirin. Bi ti awayî exlaqê şer nas nake, bi rengekî namerdî û bê exlaqî şer dike. Ji ber vê yekê jî sûcê şer dike. Sûcekî tirsnak ê şer dike. Hemû jî divê bên darizandin, wê hesab bidin. Erdogan û ekîba bû, hemû hêzên nîjadperest wê hesab bidin vî gelî, bidin gelan."

Hozat diyar kir, AKP'ê bi van êrîşan nekarî ti encamê bi dest bixe û wiha dewam kir: "Cara dawî gotin, 'Wê di meha Nîsanê de biqedin'. Nîsan çû, gotin 'Wê di havînê de biqedin'. Havîn derbas bû, gotin 'Wê di payizê de biqedin'. Payiz çû, em dikevin zivistanê vê carê jî dibêjin 'Wê zivistan li wan çileyê reş'. Bawerim wê zivistan li wan bi xwe bibe çileyê reş. Ev zivistan wê li wan bibe çileyê reş, ew ê biqedin. Rewşa heyî ber bi wî alî ve diçe. AKP di kêliyên dawî de ye. Ji xwe di nava vê tirs û panîkê de ye. Ji ber vê tirsa mirinê, ewqasî bi zalimane siyaseta qirkirinê bi namerdî û zalimane dimeşîne. AKP her ku mirinê dibîne, hê zêdetir zalim dibe, hê zêdetir faşîst dibe, êrîşkar dibe. Derûniya Erdogan bi vî rengî ye. Derûniya mirovekî faşîst ê nexweş e, ku ji mirinê direve, ji mirinê ditirse û mirinê di dilê xwe de hîs dike. Rewşa ekîba wî hemû bi vî rengî ye. Ew Suleyman Soylû jî li her derê dike qareqar. Dike qîrîn û hewar. Ji ber ku mirin li ber e, ewqasî dike qareqar. Li ber dawîbûnê ne."

'EV ŞER WÊ AKP'Ê BIQEDÎNE'

Hozat diyar kir, teknîka herî pêşketî ya cîhanê li dijî gerîla tê bikaranîn, gerîla jî li hemberî vê yekê bi lehengî li ber xwe didin û got, "Şerekî ku pîvan û exlaqê şer nas nakin, dimeşînin. Li dijî vê yekê, li dijî teknîka herî pêşketî, li dijî vî şerê tirsnak ê li derveyî pîvanan, gerîla bi rengekî bêhempa li ber xwe dide. Di vê demê de gelek çalakiyên mezin ên leheng hatin kirin. Ez, van çalakiyên HPG/YJA Starê ji dil pîroz dikim û silav dikim. Bi çalakiyên fedayî ku bandoreke xurt li civakê û her kesî dike, lehegniyeke mezin dikin û bi xurtî li ber xwe didin. Eşkere ye ku dijmin bi hêza xwe ya fîzîkî şer nake, bi hêza xwe ya hewayî şer dike. Bi teknîka herî pêşketî ya cîhanê şer dike. Li pêş çavan e ku ji vê jî encamê nagire. Ev du sal in wextekê diyar dikin, qaşo wê di nava 2 hefteyan de biqedanda."

Hozat destnîşan kir, ku dewleta Tirk wê nikaribe li pêşberî hêza gerîla bi ser bikeve, yên bi ser bikevin wê gelê Kurd û gelên berxwedêr bin û got, "Hema bêjin ev 3 sal in şerekî hovane tê meşandin. Li dijî gerîla şerê qirkirinê, şerê tinekirinê tê meşandin. Heta niha encam bi dest nexistine û wê ji niha û pê ve jî nikaribin bi dest bixin. Hêza herî mezin, vîna herî mezin vîna mirov e, hêza mirov e. Yên ku vê yekê herî baş bi kar tînin jî gerîlayên PKK'ê ne. Çawa ku ev hêz ev 45 sal in li pêşberî dewleta Tirk li ber xwe dide û dewleta Tirk nikare encamekê bi dest bixe, ji niha û pê ve jî wê nikaribe encamekê bi dest bixe. Ev şer wê dawî li AKP'ê bîne. Ev zelal e. Yên bi ser bikevin wê gelê Kurd be, wê gelên berxwedêr bin."

'ARMANC EW E KU CIVAKÊ BIPIRNISÎNIN Û RADEST BIGIRIN'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir niha operasyonên qirkirina siyasî ya ku AKP li Bakurê Kurdistanê bi rê ve dibe HDP kiriye navenda xwe û got: "Hevserok, endamên meclîsê, wekîl girtî ne, ên li derve jî tim têne girtin, têne binçavkirin û berdan. Li dijî HPD’ê tim siyaseta pirnisandinê, şikandina vînê û radestgirtinê dikin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê ku vê pirnisandinê, bi vê tirsandinê radest bigire wê hinan li nav HDP’ê bi rê xistin bike û yên mayî jî bi dest bixe, taktîkeke wiha dike. Ango taktîka ku ji hundir ve bi dest bixin jî kirin lê ti encam nestandin. Niha ev mîtîngên HDP’ê, çalakiyên wê, berxwedana wê, vê vekirî destnîşan dike. Polîtîkayên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya teslîmgirtinê, tasfiyekirinê bi ser neket. Nekarî HDP’ê bîne asta ku wan dixwest, nekarî vîna wê bişkîne û radest bigire."

Hozat diyar kir ku HDP’ê li dijî van êrîşan helwesteke pir bi rûmet nîşan daye û ev pir girîng e û wiha domand: "Eger partiyeke din bûye niha kesî wê behsa wê jî nekira. Heke ev êrîş li dijî CHP’ê yan jî partiyeke dî bihatana kirin teqez e ku êdî kesî wê behsa wan jî nekira. Li dijî vê vîneke pir mezin nîşan dan, ev girîng e. Mîtîngên wan jî girîng in. Tevlêbûneke zêde heye, di nav civakê de jî li dijî vê faşîzmê, li dijî van êrîşên qirkirinê berxwedaneke mezin heye, hêrs heye, helwest heye. Tifaqa faşîst a AKPM-MHP’ê tê redkirin.  Bi vê maneyê pêkirinên faşîst û qirker ên li ser civakê jî bi ser neketin, ev rewş vê nîşan dide. Ev aramanca wan jî pûç bû, armanc ew bû ku civakê bi temamî radest bigirin, ev bi ser nexistin, civak hêdî hêdî wê tirsê ji ser xwe davêje, ev girîng e.

Helbet divê çalakî werin pêşxistin. Pêşxistina çalakiyan bes e? Na. Her ku mirov civak tevlî berxwedanê kir, her ku têkoşiyan, bi teqezî wê tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê hilweşe,li pêşberî vê hêzê ev tifaq wê nikaribe bi ser bikeve. Helbet siyaseta demokratîk jî divê roleke mezin bilîze, hewldaneke hey elê divê ev zêdetir were geşkirin."

 'TI TÊKILIYA CHP’Ê BI GIRSEYA WÊ RE NEMAYE'

Hozat diyar kir ku CHP partiya dewletê ye û ne tiştekî biaqil e ku mirov pir tiştan ji CHP'ê hêvî bike û got, "Ji destpêkê ve CHP'ê destek da AKP'ê. Ji MHP’ê zêdetir destek da AKP’ê. Ango heke AKP EV 15 sal in li ser desthilatdariya ve ev bi CHP'ê ye. Ji MHP’ê zêdetir bi CHP'ê ye, hê jî heke AKP li ser kar be ev bi teqezî bi CHP'ê ye. Heke ne ji CHP’e bûya ev qas parlamenter wê niha ne girtî bûna. CHP'ê destek da ku destlênedan rabe. Heke CHP'ê destek nedaya wê ev biryar nehatiba standin. Herî dawî jî ji teskereyê re gotin erê, ev teskere ji bo kê ye? Ev teskere ji bo qirkirina Kurdan e, ango CHP destekê dide polîtîkaya qirkirina Kurdan." Hozat diyar kir ku CHP ji polîtîkaya îmha, înkar û qirkirinê qut nebûye.

Hozat diyar kir ku CHP partiyeke nîjatperest e û got, "Ango CHP bi temamî ji girseya xwe qut bûye. Bûye dûvelinga AKP'ê, bûye parçyek ji AKP'ê, bûye partiya ku AKP’ê xilas dike. Ti têkiliya CHP’ê bi girseya wê re nemaye. Ji bilî girseya netew-dewletparêz ti têkiliya CHP'ê bi girseya wê ya elewî, demokrat, nêzî çepê nemaye. Bi temamî bûye palpişta AKP’ê, parçeyek ji AKP'ê. Di pêvajoyên dijwar de, xwe gihandiye hawara AKP'ê, AKP ji xeniqandinê xilas kiriye, bûye amûrek. CHP hatiye vê rewşê, CHP bi vê rewşê jixwe xwe tasfîye dike, bi vî rengî zêde temenê CHP'ê di siyaseta Tirkiyê de nemaye."